Şahîn: Kurd wê dest ji çand û zimanê xwe bernedin
Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn anî ziman ku AKP û MHP berpirsyarê êrişên li ser Kurdî ne û got, "Li gel zext û polîtîkaya înkarê jî Kurdan dest ji çand û zimanê xwe bernedan."
Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn anî ziman ku AKP û MHP berpirsyarê êrişên li ser Kurdî ne û got, "Li gel zext û polîtîkaya înkarê jî Kurdan dest ji çand û zimanê xwe bernedan."
Ciwanên Kurd ji ber ku li ber stranên Kurdî govendê digerînin têne binçavkirin û girtin. Nivîsên bi Kurdî yên şaredariyan jî bi zanebûn têne jêbirin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Bajarê Amedê Abbas Şahîn li ser êrişên li dijî çand û zimanê Kurdî ji ANF'ê re axivî û got, "Bi sedan sal in ev dewlet li ser gotina 'yek welat, yek milet, yek al, yek ziman' xwe nîşan dide. Ev yek jî di rûniştandina feraseta netewe-dewletê de diyarker bû. Destpêkê navê gundan, piştre jî navê mirovan guhertin. Herî dawî jî hewl didin çanda mirovan tine bikin. Ji ibo mirov bi çand û zimanê xwe nestirên, xwedî li çanda xwe dernekevin bûn asteng. Weke ku tê zanîn, beriya 8 salan, beriya tayînkirina qeyûman me li herêmê di asta xwecihî de gelek karên girîng ên çandî kirin. Mirov bi ziman, çand û govenda xwe jiyan. Lê belê bi tayînkirina qeyûman re hewl hate dayin ku ev feraseta çandî bê tinekirin."
CIWANAN DIKIN HEDEF
Şahîn diyar kir ku demeke dirêj e li hemberî çand û zimanê Kurdî helwesteke êrişkariyê ya nijadperestî tê nîşandan, ev êriş ne tenê li ser Kurdî ye di heman demê de li dijî gelê Kurd e û got, "Tiştên ku dikevin çarçoveya azadiya fikirî îro bi rêya desthilatdariyê weke sûc têne nîşandan. Ji bo niha mirov nikare qala hebûna demokrasiyê li welêt bikin. Bi taybetî dema ku mirov bala xwe didin ser operasyonên desthilatdariyê yên li dijî Rojava û Başûr, tê dîtin ku ji bo veşartina wêneyê mezin, mirov têne girtin û qedexe têne ferzkirin. Kurd çand û zimanê xwe diparêzin. Govenda xwe digerînin, dirûşmên xwe diqîrin. Dirûşma 'Bijî Serok Apo' ku ji aliyê qanûnî ve di çarçoveya azadiya fikrî de ye, niha ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve weke sûc tê nîşandan. Ciwanan dikin hedef û digirin."
KURD WÊ XWEDÎ LI ÇAND Û ZIMANÊ XWE DERKEVIN
Şahîn destnîşan kir ku li gel zext û polîtîkayên înkarê jî Kurdan ti carî dest ji çand û zimanê xwe bernedan û got, "Çawa ku 8 salan bi rêya qeyûman nekarîn rastiya çandî ya herêmê biguherînin, ji niha û pê ve jî wê nikaribin vê bi ser bixînin. Ev polîtîka polîtîkayeke şer e. Dewama polîtîkaya înkar û îmhayê ye. Divê bê dîtin ku ev polîtîka bi ti awayî bi kêrî civakê nayê. Ev êriş hemû bêqanûnî ne. Desthilatdarî nikare xwe li Kurdî rabigire. Nikarin xwe li hebûna statuya Kurdan rabigirin. Di vir de dozeke mafdar heye. Em ê ti carî dest ji siyaseta demokratîk bernedin. Kurd wê timî xwedî li çand û zimanê xwe derkevin."