Kolberekî ji Merîwanê hat qetilkirin
Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku hêzên Îranê şevê din li Merîwanê komek kolberan gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de kolberê bi navê Eshed Efrence jiyana xwe ji dest da.
Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku hêzên Îranê şevê din li Merîwanê komek kolberan gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de kolberê bi navê Eshed Efrence jiyana xwe ji dest da.
Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê daxuyand ku hêzên dewleta Îranê şevê din li gundê Eskol ê bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê komek kolber gulebaran kirin. Kolberê bi navê Eshed Efrence ku ji bajarê Merîwanê ye, jiyana xwe ji dest da.
Hat zanîn ku Eşhed Efrence 25 salî ye, zewicî ye û zarokek wî heye.
Komeleyê bi bîr xist ku di nava 2 mehên dawî de li herêmên Merîwan, Newsûd û Serdeştê di encama gulebarana hêzên Îranê de 3 kolber jiyana xwe ji dest dane.