Di nava şert û mercên herî giran de têkoşiya

Şehîd Dilgeş Ednan ku bi jiyan û têkoşîna xwe ne tenê ji bo Amediyê, lê ji bo tevahiya Kurdistanê bû sembolek, di nava şert û mercên herî giran de têkoşiya û canê xwe feda kir.

DILGEŞ EDNAN

Azadiyê dema li dil da napirse bê tu Kurd e, Ereb, e, Tirk e, yan jî ji kîjan neteweyê ye. Napirse bê tu Misilman e, Xiristiyan e, Êzidî ye, yan jî ji kîjan olî ye. Banga azadiyê vê carê li dilê ciwanê Ereb Dilgeş da. Wî jî bi lehengiyeke mezin, bi wêrekî bêyî dudil bibe guh da dengê dilê xwe û biryar da ku şer bike.

Hemze Mûhammed Saqîr sala 2000'î li Dêrazorê ji dayik bû. Li nava malbateke ji nirxên mirovî mezin bû. Hemze li dibistanê çanda dewletê ya ku hebûna yek miletî qebûl dike hîn bû jî ev yek nekir bingeha fikrê xwe. Ji ber ku beriya wan mamosteyan, perwerdeya çandî ji malbata xwe ya esîl wergirtibû. Lewma perwerdeya destpêkê ya ji malbata xwe dît, ti carî ji bîr nekir. Hemze ji aliyekî ve çû dibistanê li aliyê din jî ji bo alîkariyê bi malbata xwe re bike dest bi kar kir. Hîn di wî temenê xwe yê ciwantiyê de fêhm kir ku her tişt bi kedê tê avakirin. Piştî ku DAÎŞ'ê êrişî Rojava kir, navê DAÎŞ'ê bihîst. Jê hebû ku bi rastî jî bi navê Îslamê şer dikin.

Lê belê dema ku ev çete ketin nava bajêr, rûyê rast ê DAÎŞ'ê dît. Qetilkirin mirovan dît. Dît ku qadên bi keda bi salan ava kirin hatin tinekirin. Destavêtina li jinan, revandina jinan dît. Van êrişan hêrsa Hemze zêde kir. Hemze baweriya xwe bi wê yekê dianî ku ol ti carî destûrê nade kuştina mirovên bêguneh, destûrê nade destavêtinê û talanê. Lewma jî nakokî bi wî re peyda bûn. Mîna her mirovekî li pey azadiyê, dest bi lêgerîna li hêviyê kir. Dema ku yekemcar hêzên YPG-QSD'ê dît, çirûskeke hêviyê pê re peyda bû. Dema ku dît ciwanên ji her netewe û olê ji bo rizgariya xaka xwe ya ji çeteyan tevlî şer bûne, gelekî bi bandor bû û matmayî ma. Dest bi lêpirsîna wê yekê kir ku hêzeke ji ewqas mirovên ji ol û neteweyên cuda bi kîjan dozê li hev kom bûne.

DEST BI NASKIRINA RÊBER APO KIR

Piştî ku hêzên YPG û YPJ'ê di sala 2017'an de bajar rizgar kirin, ew hîn bêhtir ji nêz ve nas kir. Fêhm kir ku hêza ew şervan xist nava liv û tevgerê çek nîne, ew hêz fikrê Rêber Apo ye. Meraq kir ku fikrê Rêber Apo çi ye, ewqas mirov bi çi rengî li hev kom kir. Vê yekê di jiyana wî de pêvajoyeke nû da destpêkirin. Dema ku fikrê Modernîteya Demokratîk a Rêber Apo hîn bû, pê hesiya ku dilê wî bi ahengiyeke nû ya ji bo azadiya mirovahiyê lê dide. Bi vî rengî baweriya xwe pê anî ku DAÎŞ êdî têk çûye û Rêber Apo bi ser ketiye. Her ku sal derbas bûn, dilsoziya wî ya bi fikrên Rêber Apo re jî zêde bû. Weke mirovekî ji vê xakê, ji bo zarokên vî welatî zilmê nebînin, di sala 2020'î de biryar da ku tevlî nava refên QSD'ê bibe û di jiyana xwe ya nû de navê Dilgeş Ednan li xwe kir. Dilgeş li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû xwedî gelek tecrûbeyan. Hem di şer de hem jî ji aliyê îdeolojîk ve gelek tişt hîn bû.

Xaka Rojava ji DAÎŞ'ê hate rizgarkirin lê belê zilm û dagirkeriya dijmin dewam dike. Ji ber vê jî Dilgeş di sala 2022'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û bi vî rengî ispat kir ku aşiqê azadiyê ye. Hîn di gava destpêkê de bû aşiqê bedewî û heybeta çiyayên Kurdistanê. Hevalê Dilgeş bi meraq û daxwazeke mezin hînî jiyana li çiyê bû. Ji ber mirovekî rû li ken, kedkar û karker bû di demeke kurt de li nava hevrêyên xwe bû yekî tê hezkirin. Ji ti karî re negot na, bi fedakariyeke mezin tevlî kar bû. Di pêvajoyeke bi vî rengî ya dîrokî de xwe mirovekî bi şens dît ku di nava nava şerê tîmê nîv bi tevger de ji bo azadiyê têdikoşiya. Du salan bêyî navberê bide tevlî gelek kar û çalakiyan bû. Li hemberî êrişên dijmin ji bo kêliyekê jî teredût nekir, sekneke fedakar nîşan da. Bi vê sekna xwe mohra xwe li dîroka azadiyê xist.

NE TENÊ LI AMEDIYÊ LI TEVAHIYA KURDISTANÊ BÛ SEMBOL

Dilgeş piştî ku li gelek qadan kar kir, xwest derbeke mezin li dijmin bixe. Lewma xwest rola xwe ya têkbirina êrişên dewleta dagirker û çeteyên wê bilîze. Xwest dersê bide hêzên noker ku ji xwe re digotin kurd. Xwest nîşan bide ku Kurdên Azad û Rêber Apo wê bi ser bikeve. Li ser vê bingehê derbasî herêma Şehîd Delîl a li Rojavayê Zapê bû. Dilgeş li qada şerê giran li çeperên herî pêş tevlî şer bû. Bi pisporiya xwe ya di teknîk û taktîkê de beşdarî gelek çalakiyan bû. Weke sekvanekî derbên giran li dijmin xist.

Dilgeş ku ciwanekî Ereb bû ne tenê li Amediyê, li tevahiya Kurdistanê bû sembolek. Di nava şert û mercên herî giran de li gel hevrêyên xwe şer kir. Dilgeş Ednan li herêma rojavayê Zapê di êrişeke dijmin de bi du hevrêyên xwe şehîd bû.