15 baro: Êriş li ser hebûn û zimanê gelê Kurd e
15 baroyan nerazîbûn nîşanî polîtîkayên dijminane yên li dijî zimanê Kurdî dan û destnîşan kirin ku "Êriş li ser hebûn û zimanê gelê Kurd e."
15 baroyan nerazîbûn nîşanî polîtîkayên dijminane yên li dijî zimanê Kurdî dan û destnîşan kirin ku "Êriş li ser hebûn û zimanê gelê Kurd e."
15 baroyan têkildarî fermana Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ya jêbirina nivîsên ‘’Hêdî’’ û ‘’Pêşî Peya’’ yên li ser derbasbûna peyayan, daxuyaniyeke hevpar ya nivîskî dan. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîşên li ser zimanê Kurdî nîşaneyên bêtehemûliya li dijî hebûn û çanda Kurdî ne.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li Amed, Wan, Mêrdîn û Êlihê nivîsên bi Kurdî yên trafîkê di bin çavdêriya hêzên ewlekariyê de û bi destê kesên sivîl yan jî bi destê karmendên Midûriyeta Bejahiyê hatine jêbirin û ev yek hatin gotin: "Ji aliyê qanûnî ve tu astengî tune ne ku nivîsên trafîkê ji bilî Tirkî bi zimanekî din werin nivîsandin. Her wiha nivîsandina nivîsên hişyariyên trafîkê yên bi zimanê dayikê ewlekariya trafîkê jî zêdetir dike."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi van kiryaran aştiya civakî jî zirarê dibîne û ev yek hatin gotin: "Ev kiryar û nêzîkatî îfadeyeke din a xweranegirtina li hebûn û çanda bi milyonan Kurdan e. Ev nêzîkatî zirareke mezin dide çanda pêkvejiyan û aştiya civakê. Em weke baroyên li jêrê hatine diyarkirin bang dikin ku bila dawî li van kiryaran bê anîn û derheqê failên de lêpirsineke edlî were destpêkirin."
Baroyên ku daxuyanî îmze kirine ev in:
“Baroya Semsûrê, Baroya Agiriyê, Baroya Êlihê, Baroya Çewlîgê, Baroya Bedlîsê, Baroya Dersîmê, Baroya Amedê, Baroya Colemêrgê, Baroya Qersê, Baroya Mêrdînê, Baroya Mûşê, Baroya Sêrtê, Baroya Rihayê, Baroya Şirnexê û Baroya Wanê."