Hat diyarkirin ku li herêma Omeryanê gerîlayek şehîd bûye

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, di encama şerê li herêma Omeryanê de ku dewleta Tirk a dagirker duh qedexe kiribû gerîlayek şehîd bû û gerîlayek jî bi birîndarî dîl ketiye destê dijmin.

ŞERÊ ÎMHAKIRINÊ

Dewleta Tirk a dagirker gundên Xerabreşk, Talatê, Cibilgirav û Çalê yên herêma Omeryan a Mêrdînê ji bo 15 rojan weke "herêma ewlekariya taybet" îlan kir.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, li bejahiya gundê Talatê yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di navbera artêşa Tirk a dagirker û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de şer qewimî. Hat diyarkirin ku di pevçûnê de gerîlayek şehîd bûye û gerîlayek jî dîl ketiye destê dijmin.