Tevgera Azadî: Divê Rêveberiya Xweser a Şengalê bê naskirin
Tevgera Azadî bi munasebeta 10’emîn salvegera Komkujiya Şengalê daxuyaniyek da û diyar kir ku divê rêz ji biryara Rêveberiya Xweser a Şengalê re bê girtin.
Tevgera Azadî bi munasebeta 10’emîn salvegera Komkujiya Şengalê daxuyaniyek da û diyar kir ku divê rêz ji biryara Rêveberiya Xweser a Şengalê re bê girtin.
Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê bi munasebeta 10’emîn salvegera Komkujiya Şengalê ya di 3’yê Tebaxa 2014’an de pêk hatibû, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Qirkirina Êzidiyan ku ji aliyê terorîstên DAÎŞ’ê bi sponsoriya dewleta faşîst ya AKP û MHP’ê ve hatiye kirin, wê tu carî di hiş, bîr û wijdanê mirovahiyê de neyê jibîrkirin!” û hêzên ku di Komkujiya Êzidiyan de alîkariya çeteyên DAÎŞ’ê kirine bi tundî şermezar kir.
Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku ji roja komkujiyê û pê ve qonaxeke nû ya jiyanê û siberojeke cuda ji bo Êzidiyan destpê kir û ev tişt hate gotin, “Êdî civaka Êzidî ya resen û xwedî dîrokeke kevnar biryar dane ku bi xwe biryarê li ser siberoja xwe bidin û xwe biparêzin. Bi wê baweriyê ku fikir û felsefeya Rêveberiya Xweser bi parastina cewherî gengaze, îlham ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wergirt. Piştî 10 sal bi ser vê komkujiyê re derbas bûn hîn jî civaka Êzidî di bin komployên pir qirêj û êrîşên qirker de ne. Lê civaka Êzidî li dijî hêzên berjewendiyên navxweyî û dagirkeriyên faşîzma Tirk-Erdogan wê li ber xwe bide û bi fikir û çandeke nû ya siyasî bimeşe.
Dem hatiye ku hikûmeta Iraqê rêz li îrade, Rêveberiya Xweser ya Şengalê û daxwazên civaka Êzidî bigire. Divê rayedarên Partiya Demokrata Kurdistana Iraqê (PDK), yên ku reviyane û di vê komkujî û jenosîdê de cih girtine bên darizandin û cezakirin! Divê tu car din hewl û komployên qirêj li dijî civaka Êzidî neyên kirin ku xelkê Êzidî yê Şengalê vegerînin serdema koletiyê.
Êzdiyan biryara xwe daye. Meclîsên xwe, sîstemên îdarî û hêzên ewlekariyê ava kirine. Êdî ew ê nebin leşker û xizmetkarên kesî. Êzidî ji bo Şengal û herêmê li dijî terorîst, xayîn, dagirker, hêzên mezhebperest û faşîst, bûne bingeha sîstemeke demokratîk, hêz û berxwedanê.
Divê hêz û partiyên azadîxwaz yên Başûrê Kurdistanê û Iraqê piştgiriyê bidin biryara naskirina (jenosîda Êzidiyan) qirkirina Êzidiyan. Rêz li îrade û biryara Meclîsa Rêveberiya Xweser ya Êzidxanê bigirin ku 10 sal in li dijî xayîn, dewleta Tirk a dagirker û hêzên terorîst ên DAÎŞ’ê li ber xwe dide bê girtin.”