Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan têkildarî tecrîda li Îmraliyê, Pêngava 15'ê Tebaxê û rêveçûna Şerê Cîhanê yê 3'yemîn bersiv da pirsên Medya Haber TV.
Tecrîd û têkoşîna li dijî tecrîdê didome. Pêşî em dixwazin pozîsyon û rewşa aliyan pirs bikin. Bi gotineke din rewşa hêzên ku sîstema tecrîdê berdewam dikin û li aliyê din jî rewşa hêzên demokratîk ên ku têkoşînê li dijî wê dimeşînin çiye?
Di serî de ez berxwedana dîrokî ya li Îmraliyê û Rêber Apo bi rêzdarî careke din silav dikim. Çalakiyên di çarçoveya pêngava azadiyê ya cîhanî ya ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hedef digire, li her çar parçeyên Kurdistanê û her devera cîhanê berdewam dike. Pêşketinên nû û çalakiyên girîng jî hene. Çalakî jî bi awayekî aktîf dewam dike. Mînak çalakiyên girseyî, çalakiyên ku bi pêşengiya jin û ciwanan li her çar aliyê Kurdistanê û cîhanê pêş dikeve hene. Di hinek pêvajoyan de ev çalakî bi awayekî xurtir tên meşandin. Jixwe di asteke xurt de tê meşandin. Ya girîng jî ew e ku ev têkoşîn di qadên navneteweyî de belav dibe. Paradîgma, pozisyon û rewşa Rêber Apo digihêje her derverê. Her ku ev têkoşîn belav dibe, sîstema tecrîdê ya êşkenceyê ya li Îmraliyê, sepanên zîhniyeta mêtinger û qirker ên li dijî Kurdistanê, ji aliyê derdor ve hîn bêhtir tê fêmkirin. Gelek alî hene, li hember vê rewşê matmayî dimînin. Hin kes hene, li dijî tecrî û sîstema qirkirinê helwestên xwe pir zelal nîşan didin.Bangawazî dikin û dikevin nava hewldanan. Ji gelek beşên jiyanê mirov di nava xwe de dihewîne. Bi sendîkayên karkeran destpê kir, piştre hunermend, parêzer û akademîsyen beşdar bûn. Niha, xelatgirên Nobelê hewldana herî dawî ya girîng kirine. Ev hemû gelekî, gelekî girîng û bi nirx in. Di heman demê de di vê pêvajoyê de hewildanên hiqûqî jî zêdetir derketin pêş. Bi qasî em dizanin di bernameyên derbasbûyî de me xwest balê bikişînin ser vê yekê. Mînak gotin em dîsa cezayê dîsîplînê didin. Ev hemû lihevanîn in. Ji vê re tê gotin ji hiqûqê re qilifek peydakirine. Hiqûqa Ewropayê hiqûqa bi rê û rêzik e. Dozên ku li ser esasê nayên nîqaşkirin. Ji ber vê yekê li gorî me, her çend hewl bidin pîne bikin jî, ger li gorî rê û rêzikê tevbigerin dê werin pejirandin. Parêzer vê yekê ji me çêtir dizanin. A rastî, DMME’yê nekarî biryara ku 10 sal berê dabû bi cih bîne. Mesela naveroka wê ne girîng e, lê belê ev rewşeke gelekî cidî ya rê û rêzikê ye. Ji vir her cure hewldan dikarin werin kirin. Di vê çarçoveyê de hewldan bi bandor bûn. Me diyar kir ku hewldaneke derengmayî ye, lê belê her çend dereng jî mabe di hin xalan de. bi danîna dane û dosyayên şênber re însiyatîfên hatine pêşxistin bi bandor bûn. Ev yek gihişt NY'yê. Li her derê tê nîqaşkirin. Vê rewşê hêzên ku sîstema êşkence, tecrîd û qirkirinê ya li Îmraliyê dimeşînin, gelekî şidandiye.
Ji ber vê yekê ez her kesê ku tevlî vê têkoşîna ku pêşketiye bûye silav dikim. Bi rastî jî têkoşîneke girîng meşandin. Gelek girîng û bi bandor dibe. Eger hûn bala xwe bidinê, ji saziyên Ewropa yên perpirsyar qet deng dernakeve. Desthilatdarên AKP’ê herî zêde ji vê bandor bûn, ket tengiyê û di rojeva NY’yê de ye. AKP’ê êdî tehşîr bûye. Ev jî mijareke girîng e. Divê ev yek baş were dîtin. Ev tê wateya ku têkoşîn encam digire. Têkoşîn, sîstema Îmraliyê ya êşkence, tecrîd û qirkirinê û her wiha bêhiqûqî û bêexlaqiya li wir tehşîr dike û dixe tengiyê. Kesên berpirsyar dixe nava zehmetiyek mezin. Ev rastiyeke eşkere ye. Di vî alî de pêwîst e têkoşîn were domandin, pêwîst e were geşkirin. Divê em vê têkoşînê mezintir bikin. Diviyabû hin derdor ji derve bêhtir deng derxistana. Gelo ev rewş sedemên wê çine? Ev yek helbet me dixe nava fikaran. Barzanî û rêveberên PDK’ê tên hişê me. Gelo li pişt vê rewşê ew hene? Ji aliyekî ve AKP û MHP’ê vê sîstema tecrîdê ya êşkencê û qirkirinê di sala 26’an de berdewam dikin û ev 41 meh bêhtir e bi awayekî girankirî dimeşînin, li aliyê din dibe ku di bêdengiya heyî ya li cîhanê de, bandora wan hebe.
Ez çima vê dibêjim? Ji ber ku dema Rêber Apo li Romayê bû, Mesût Barzanî dosyayek pêşkêşî dozgeriya Romayê kir. Ji bo Rêber Apo bê girtin û darizandin. Xwest ku neyê berdan. Qaşo belgeyên ku Rêber Apo weke sûcdar nîşan dide pêşkêş kiriye da ku Rêber Apo bê girtin û darizandin. Ev belge di destê me de hene. Kesek ku di wê pêvajoyê de wiha kiribe, niha dikare her tişt bike. Li pişt vê bêdengiya mezin dibe ku ew hebin. Divê ev yek baş bê dîtin, fêmkirin û lêkolînkirin. Bi rastî ketine nava hewldanên çawa, belgeyên çawa pêşkêş dikin… Ji ber ku cîhan wisa dibêje, jixwe ev jî Kurd in. Lewma hewl didin li gotinên wan guhdarî bikin. Di vî alî de pêwîste ev rûyê xiyanetê bê dîtin û li vir jî ev maske bê xistin. Divê ev jî bi awayekî cidî bê lêkolînkirin.
Eger wê siyaseteke Kurd hebe, divê li dijî sîstema tecrîd û qirkirinê ya li Îmraliyê derkeve û azadiya Rêber Apo bixwaze. Qaşo hin partî û şexsiyetên ku xwe weke çepgir dihesibînin hene. Ev 26 sal in sîstemeke tecrîd û êşkence ya ku mînaka wê nîne tê domandin û dengê xwe dernaxîne. Qet napeyivin. Gelek derdor li Tirkiyeyê vê nakin. Piştî wê dibêjin ew çepgir, sosyalîst û demokrat in. Çima Rêber Apo li Îmraliyê tê ragirtin? Ji ber ku doza azadiyê ya gelê Kurd dimeşîne, ji ber ku têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê dimeşîne, ji ber ku şoreşa demokratîk a Tirkiyeyê bi têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê re dimeşîne. Ji bilî vê tiştek din heye? Îcar ev Kurdbûneke çawaye, azadîparêziyeke çawaye, demokrasiyeke çawa ye? Êrîşeke faşîst, mêtinger û qirkirinê ya ewqas vekirî heye, deng nîne, berxwedaneke ewçend mezin a azadî û demokrasiyê heye. Deng dernaxe. Ne piştgiriyê dide berxwedanê û ne jî li dijî qirkirinê derdikeve û tehşîr dike. Bi vî awayî nabe. Di vê mijarê de pêwîst e ev hê bêhtir bê zelalkirin. Divê em zêdetir li ser bisekinin. Her tim hatiye diyarkirin. Li Tirkiyeyê demokratbûyî, li Kurdistanê azadîparêzî bi helwesta li dijî sîstema qirkirinê, tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi nêzîkatiya li azadiya Rêber Apo dibe. Wekî din bi tiştekî din diyar nabe.
'AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE'
Her kes hîn baştir tê naskirin, lê belê divê refên xwe hîn bi şênberî diyar bikin. Em zanin li pişt tecrîd, qirkirin û êşkenceyê xiyanet hene. Rêber Apo 25 sal in ji aliyê rêveberiya Tirkiyeyê û sîstema Ewropayê ve di nava vê sîstemê de, di nava êşkenceyê de tê hiştin. Lewma bila kes nebêje rewş nayê fêhmkirin, nayê zanîn. Divê em van hemûyan raxin pêş çavan. Divê em hîn zêde bi Rêber Apo re bibin yek. Divê em azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe bibînin. Divê em azadiya Rêber Apo weke demokratîkbûna Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û cîhanê bibînin. Lewma bi navê demokrasî û azadiyê divê em têkoşînê bi pêngava azadiyê ya navneteweyî re bikin yek ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê meşandin.
QIRKIRINA ÊZIDIYAN
Xiyaneta ku we bal kişand ser beriya 10 salan li Şengalê jî xwe nîşan dabû. Salvegera 10'emîn a komkujiya li dijî civaka Êzidî ye. Di nava civaka Kurd de bêguman ev tê nîqaşkirin. Hûn jî aliyekî çalak ê pêvajoyê ne. Di vê der barê de dixwazin çi bibêjin?
Di salvegera 10'emîn de fermana ku çeteyên DAÎŞ'ê yên qirker li Şengalê, li xelkê me yê Kurd ê Êzidî rakir, bi tundî şermezar dikim. Têkoşîna lehengî ya li dijî vê tê meşandin 10 sal in dewam dike, vê têkoşînê silav dikim, pîroz dikim. Şehîdên leheng ên vê têkoşînê, di şexsê mamê xelkê me yê Kurd ê Êzidî hevrê Zekî Şengalî de bi hurmet û minet bi bîr tînim. Dikarim vê bibêjim. Êrişên qirkirinê jî, ferman jî dewam dike. Berxwedana hebûn û azadiyê ya Şengalê, berxwedana azadî û hebûnê ya Kurdîtiya Êzidî jî dewam dike. Yanî ev neqediya ye. 10 sal bi vî rengî derbas bûn lê belê qirkirin hîn jî dewam dike. Bi destê AKP-MHP'ê dewam dike, bi destê PDK'ê dewam dike. Ev hêz hewl didin Iraqê û gelek hêzên cuda tevlî vî karî bikin. Mesûd Barzanî nasekine, hewl dide her kesî tevlî êrişa li ser Şengalê bike. Her kes bi vê zane, vê dibîne. Lewma divê şaş neyê fêhmkirin. Divê em rewşê baş binirxînin. Bi rastî jî di şexsê bûyerên di nava 10 salan de li Şengalê qewimîn ronakbîriyeke mezin rû da. Kî kî ye? Çi dike? Wateya tiştên têne kirin çi iye? Her tişt hate dîtin. Êrişên namerdî yên qirkirinê jî hatin dîtin. Hevkarên van êrişan jî eşkere bûn. Yên ku li hemberî vê yekê bi lehengî li ber xwe dan jî hatin dîtin. Dawiya dawî di nava 10 salan de berxwedan li hemberî ferman û qirkirinê bi ser ket. 10 sal in Şengal azad e. Li ser bingeha xweseriya demokratîk dewam dike. Xelkê Şengalê, bi Êzidî, Kurdîtî, jin, ciwanên xwe xwe bi rêxistin kir, bi sazî kir, xweparastina xwe afirand, bû xwedî îrade, bi rengekî azad jiya. Di nava Kurdên Êzidî yên li çar aliyên cîhanê belav bûne de yên herî azad di nava van 10 salan de li Şengalê bûn. Kurdîtiya Êzidî dema xwe ya herî azad û bedew di nava vê berxwedanê de 10 salan jiya. Jin, ciwan, xelkê Êzidî wê qîmeta vê zanibin. Ji xwe zanin. Em ji vê yekê bawer dikin. Wê heta ji wan bê xwedî lê derkevin. Mîna berxa serî li ber kêrê wê nehêlin ferman bi serê wan de bê. Xwe zane dikin, bi rêxistin dikin, dibin xwedî îrade, têkoşer dikin. Ev civak civakeke têkoşer e.
Fikrên Rêber Apo, bi piştgiriya gerîlayên HPG, YJA Star û hêzên azadiyê yên Rojava ev hişmendî ji nû ve hate afirandin. Xwe kir civak. Lewma em di wê baweriyê de ne ku hêzên azadiyê, hêzên civakî wê xwe hîn bêhtir zane, bi rêxistin û îrade bikin. Vê jî bibêjim. 10 sal derbas bûn lê belê DAÎŞ hîn jî nehatiye darizandin. Helwestek nayê nîşandan. Mirov matmayî dimînin, gelo çiqas şirîkên DAÎŞ'ê hebûn ku kes nikare destê xwe bide DAÎŞ'ê. Ji ber ku dibêje eger tu dest bide tu yê bişewite. Ji binê wan wê kî xuya bike? Kîjan dest hene? Lewma kî jê re bûne şirîkê sûc? Ji bo ew neyên dîtin bi ti awayî bi ser DAÎŞ'ê de naçin, darizandinê nakin. Hema bibêje yên ku li dijî DAÎŞ'ê têkoşiyane wê bêne darizandin. Mînak, rêveberiya Bexdayê ya ku wê demê ji ber têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê silav da PKK'ê û diyar kir ku rûmeta Iraqê rizgar kiriye, niha dibêje 'Min PKK weke rêxistina qedexe îlan kiriye'. Daxuyaniyan dide û îdîa dike ku PKK di nava hemû nebaşiyan de ye. Rewşeke ecêbmayî ye. Gelo mirov dikare ewqasî ji rastiyê dûr bikevin? Yanî ji bo berjewendiyên erzan rastî ewqasî jî dikarin bêne binpêkirin? Lê belê ev dibe. Em vê yekê dibînin. Ronakbîriya Şengalê bi rastî jî li ser vê bingehê ye.
Hin hêzan gotin qirkirin e, lê belê tiştekî nakin. Mînak Elmanya. Diyar e dixwaze xwe li ber dilê civaka Êzidî xweş bike, wan ber bi xwe ve bikişîne, li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Got, qirkirin lê li hemberî DAÎŞ'ê tiştek nekir. Hema bibêje her hefte dozeke PKK'ê dide destpêkirin. Hiqûq, dozgerî û edliyeya Elman ku ewqasî dozê li dijî PKK'ê dide destpêkirin, êrişa DAÎŞ'ê ya li ser Şengalê weke qirkirinê dibîne lê ji bo darizandina êrişkaran dozek nedaye destpêkirin. Li hemberî êrişên PDK, AKP-MHP'ê dengê xwe nake ku dixwazin DAÎŞ'ê dewam bikin. Berevajî vê yekê yên ku êriş li wan hatiye kirin rexne dike. Ji ber çi? Dibêjin qaşo PKK heye. PKK beriya çend salan got em vedikişin. Got, rola me qediya û vekişiya. Li wê derê hişmendiya azadiyê heye, hişmendiya demokrasiyê heye. Civak bûye xwedî îrade. Li ku derê civak dibe xwedî îrade, jin dibe xwedî îrade, kedkar dibe xwedî îrade, dibe xwedî hişmendî û rêxistiniyê, dibêjin ev PKK ye. Yanî bêguman PKK... di vê rêyê de dixebite. Eger PKK ewqasî bandorê dike hingî cihê kêfxweşiyê ye. Weke serketina wê tê dîtin. Lê belê ne tenê PKK, her kes ji bo vê dixebite, di vê mijarê de hewl dide.
Bi kurtasî rastiya Şengalê, fermana qirkirinê û berxwedana li dijî wê her tişt ronî kir. Dawiyê dixwazim vê jî bibêjim; eger ew rewş baş hatibûya nirxandin, baş hatibûya fêhmkirin, rewşa PDK'ê ya ku bi DAÎŞ'ê re li hev kir, piştî ku peyman xera bû DAÎŞ'ê êrişî Kurdîtiya Êzidî kir û PDK reviya, rewşa Barzaniyan baş hatibûya fêhmkirin ku niha jî li aliyê rojavayê Başûrê Kurdistanê êriş bûn, li xeta rojhilat bi destê AKP-MHP'ê êrişên dagirkerî û desteserkirinê têne kirin, hingî wê ji wê demê ve bihata dîtin ku PDK wê bikeve nava van hewldanan. Wê hîn baştir bihata naskirin. Hevkarî û xiyanet sînoran nas nakin. Tiştekî ku nekin nîne. Lewma diviyabû bihata gotin, divê mirov bi baldarî nêzîk bibin, tedbîran werbigire. Lê belê ev nebû, di vir de kêmasî hate dîtin ku ev yek tê vê wateyê: Diyar e tiştên 10 sal in li Şengalê diqewimin bi têrkerî nehatine fêhmkirin. Ders nehatine wergirtin. Qet nebe bi wesîleya salvegera 10'emîn divê ders bêne werirtin. Me salvegera 10'emîn bi vî rengî nirxand. Weke pêvajoyeke ku divê em hîn bêhtir dersê werbigirin nirxand. 10 sal girîng bû. Pêşniyar dikim ku her kes bi vî rengî nêzîk bibe. Nêzîkatiya rast bi vî rengî dibe. Komkujiyê bi tundî şermezar dikim, Berxwedana Azadiyê ya Şengalê ku bi lehengî dewam dike, silav dikim.
PÊNGAVA 15'Ê TEBAXÊ
Belê, em di salvegera 40'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê de ne. Beriya niha dema ku we 14'ê Tîrmehê nirxand, we got divê bê pirsîn, eger 14'ê Tîrmehê nebûya wê çi bibûya? Eger em heman pirsê ji bo Pêngava 15'ê Tebaxê bipirsin hûn ê çi bibêjin?
Eger pêngava gerîla ya 15'ê Tebaxê di sala 1984'an de nebûya, eger şerê azadiyê 40 sal in bi biryardarî nehatibûya meşandin gelo wê li Kurdistanê bi navê Kurdîtiyê çi bima? Kurdistan wê biketibûya rewşeke çawa? Lewma rewşa Tirkiyeyê wê çi bûya, rewşa Rojhilata Navîn wê çi bûya? Divê mirov vê yekê ji bo Pêngava 15'ê Tebaxê bipirsin. Ji bo Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê jî. Ji ber ku ev bi hev ve girêdayî ne.
Biryara berxwedana ji bo azadiyê li zindanê hate dayin. Mazlûman, Ferhatan, Hayriyan, Kemalan dan. Bi Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê hate dayin. Yên ku ev biryar xistin meriyetê li ser bingeha Pêngava 15'ê Tebaxê gerîla bû ku veguherand çalakî û rêxistinê. Partiyê xwe bi rengê gerîla bi rêxistin kir. Pêşengiya ciwanan weke gerîla şênber bû. Tevgera jinê ya azad, têkoşîna azadiyê ya jinê di nava van gerîlayan de ava bû. Teorî, xet û fikrên azadiyê yên Rêber Apo bi Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê û Pêngava 15'ê Tebaxê kete meriyetê. Herdu jî pêkanînên serketî ne ku xeta Apoyî bi cih anî. Di nav de pirsgirêk, şaşitî hebûn. Lê belê encama ku hate afirandin serketî bû. Beriya her tiştî divê mirov vê yekê destnîşan bike. Ev pêngava mezin niha di salvegera 40'emîn de ye. 40 sal in gelê Kurd, jin, ciwan li ser xeta Apoyî û bi pêşengiya gerîla ji bo azadiyê şer dikin. Ev şer şerekî bênavber e. Di salên 1970'î de Şerê Azadiyê yê Vîetnamê li ser zimanan bû. Di salên 70'î, 73 û 74'an de şer gelekî giran bûbû. Şerê Azadiyê yê Vîetnamê nêzî 20 salan dibû, her kesî digot vî şerî dirêj dewam kir, vî gelî çawa li ber xwe da. Li Kurdistanê dema ku pirsgirêka neteweyî, mijarên têkoşîna azadiyê, rewşa şer dihate nîqaşkirin, ev yek dihate gotin. Gelo li Kurdistanê jî şerekî ewqasî demdirêj dikare bê meşandin... Vî şerî niha 40 sal li pey xwe hişt. Bêguman beriya wê demeke amadekariyê ya zêdeyî 10 salan hebû, Rêber Apo her tim dibêje ku ya girîng beriya wê bû. Ji ber ku bingeh hemû wê demê hatin danîn. Danhevî li wir hatin bidestxistin. Pêngava 15'ê Tebaxê bû pratîkbûna wê. Ruh, hest, fikir, pîvan, rêxistin, feraseta rêbazê ya ku ew pratîk afiran çi bû? Ev hemû di nava 10 salên beriya wê de şênber bûn. Berxwedana destpêkê ya Kurdan ne bi PKK'ê re bû. Qet nebe 200 salên dawî, di sedsalên 19 û 20'emîn de timî li ber xwe dan. Parçe parçe li deverên cuda li ber xwe dan. Em nikarin bibêjin ku berxwedana cara yekemîn a li Kurdistanê bi PKK'ê destpê kir. Lê belê şerê bi zanebûn, plan, rêxistinî û bênavber ê 40 salan, yekemcar di nava 40 salên derbasbûyî de hate meşandin. Ev yek tiştekî nû ye. Di dîroka Kurdistanê de yekane ye. Di dîroka têkoşînên azadiyê yên gelên cîhanê de ji hemûyan derbas bûye. Vaye bi du qatan ji Vîetnamê zêdetir e. Ji aliyê demê ve.
Di vê nuqteyê de gel, ciwan û jinên Kurd, gerîlayên Kurd ên ku 40 sal in vî şerî dimeşînin silav dikim. Cejna me ya gerîla û vejînê ya neteweyî di serî de li Rêber Apo li hemû hevrêyan, hêzên me yên gerîla, şervan û fermandarên me yên HPG û YJA Starê, tevahiya gelê me û li dostên me pîroz dikim.
Di şexsê fermandarê nemir ê pêngavê hevrê Egîd de ku hevrê Zîlan jî tevlî vê bû, pêşengî ji gerîlatiya jinê re kir, di şexsê hevrê Egîd û Zîlan de şehîdên leheng ên vê pêngava lehengiyê bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim. Têkoşîneke bi vî rengî 40 salan dikarîbû bihata meşandin? Bêguman armanc ew bû. Di vê mijarê de coşeke mezin, kelecan, zanebûn, bawerî, biryardarî hebû. Rêber Apo got, pêngavek bawerî, biryardariyê ye. Dema ku 15'ê Tebaxê pênase kir bi vî rengî got. Got, pêngava mayina di mirovbûyînê de ye. Pêngava 15'ê Tebaxê weke pêngava herî mirovî dît. Lewma jî ev hebû. Lê belê weke fikir, weke daxwaz û armancê hebû. Lê dema ku min Berxwedana 14'ê Tîrmehê nirxand got, yên ku vê rojê nebînin nikarin wê berxwedanê bikin. Ji bo 15'ê Tebaxê jî derbas dibe. Ji bo hêza pêşeng a 15'ê Tebaxê, ji bo şoreşger, fermandar, şervanên azadiyê jî, ji bo Egîdan, Zîlanan, Erdalan jî derbas dibe. Eger ev nedîtibûna, bi baweriyeke mezin nikarîbû wan gavan biavêjin. Ev hemû berhema fikrên Rêber Apo ne. Weke berhema keda afirîner û têgihiştina Rêber Apo hatin afirandin. Lê belê jin, ciwanên Kurd ev yek bi fedakariyeke mezin kirin. Lewma Divê ev fedakarî û wêrekî hîn baş bê dîtin. Rastiyên qewimîn rastiyên şehîdan bû. Afirînerên 40 salan şehîdên leheng, pêşengê wê bûn. Divê ev rastî bi vî rengî bê dîtin.
Niha em werin pirsê, dema îro em li tiştên diqewimin dinêrin, li pêkanîn û nêzîkatiya hêzên cuda yên faşîzma AKP-MHP’ê dinêrin, em dibînin ku ji bo îmhakirina PKK’ê, têkbirina gerîla û temamkirina qirkirina Kurd bi hin derdoran re tifaqê çêdike û bi hovane êrîş dike. Dema em li vê xeyala wan dinêrin, em rastiyê dibînin. Tevî ev qas têkoşînê û ev qas nirxên vê têkoşînê, me ev got; 42 salin di bin hemû pêşketinên li ser navê azadiyê yên li Kurdistanê de, îmzeya berxwedana zindanan a mezin û Çalakiya Rojiyê Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê heye. 40 sal in bi vê hêza afirîner re Pêngava 15’ê Tebaxê û şerê gerîla heye.
Tevî vê yekê jî hîna kesên xeyalên bi vî rengî dikin, hene. Kesên li ser vî bingehî êrîşan dimeşînin, hene. Yanî eger têkoşîneke wiha lehengane nebûya, her roj şehîd nehatiban dayîn û ev şer nehatiba meşandin, li ser navê Kurdîtî, azadî, mirovahiyê li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn tiştek nedima. Li cîhanê jî nedima. Niha eger xeyala cîhaneke azad û demokratîk tê kirin, ev yek çavkaniya xwe ji têkoşîna azadiya Kurdistanê digire. Ji wê nirxên ku wê têkoşînê derxistî holê, ji şoreşa azadiya jinê û têkoşîna gerîla jî di esasê xwe de bandora xwe ji paradîgmaya Rêber Apo ya ekolojîk, demokratîk û azadîxwaziya jinê digire. Eger evane nebûna li ser navê azadî û demokrasiyê, jiyana alternatîf tiştek nedima.
Sîstema modernîteya kapîtalîst, hêzên desthilatdar û dewlet bi êrîşên xwe yên hovane her tiştê qetil dikin. Qirkirinê pêk tînin. Rêber Apo navê qirkirina civakî li vê yekê kir. Bi qirkirina civakî re hema bêje wê mirovahî hatiba kuştin, hatiba tunekirin. Şerê azadiyê yê 40 salan li dijî vê yekê li ber xwe dide, bi vê boneyê jiyana civakî diafirîne û nîşanî her kesê daye ku jiyana azad wê li ser bingehê azadiya jinê pêk were.
Têkoşîna mezin a meha me ya Tebaxê jî heye. Pêngava 15’ê Tebaxê mîlada Kurdan e. Dîroka azadiya Kurd bi 15’ê Tebaxê destpê kir. Bi têkoşînê jî dewam dike. Lewma her salveger bû şahidê berxwedanên mezin. Şehîdên mezin ê meha me ya Tebaxê jî hene. Erdal hene. Her du Erdal jî hevrêyên Tebaxê ne. Di Tebaxê de şehîd bûn. Hevrê Zekî Şengalî jî di meha Tebaxê de şehîd bû. Hevrê Atakan Mahîr, hevrê Îbrahîm, hevrê Huseyîn Mahîr, hevrê Azîme, bi sedan şehîdên meha Tebaxê hene. Ev van hemû şehîdan bi vê wesîleyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim.
Salvegera 40’emîn, girîng e. Em zanebûn û asta rêxistinbûna gelekî ku 40 sal in şerê azadiyê dimeşîne, cesaret û fedekariya wê li berçav bigirin. Ti kes êdî nikare civaka Kurd paşve bibe. Nikare gelê Kurd, jinan û ciwanan têk bibe; nikare îradeya wan bişikîne. Nikare ji azadiyê qut bike. Çiqasê dixwaze bila êrîş bike, çi dike bila bike, di dawiyê de teqez ew ê bi xwe winda bike. Dibêjin ya, di xwîna rijandî de xeniqîn. Wê di xwîna ku rijandî de, bixeniqe. Ji vî alî ve, divê em wiha ji aliyê xwe ve binirxînin. Dema pêngavek wiha çêbû, hat amadekirin kesên ku li dijî vê yekê derketin hebûn. Divê em wan baş bibînin. Yên ku li ser navê Kurdîtiyê jî ev yek kirin jî hebûn. Yên li ser navê çepgirtiyê jî ev yek kirin, hebûn. Hetta ez dikarim vê jî bêjim: yekîtiya herî qelebalix a rêxistinên cur be cur ên Tirkiye û Kurdistanê, di êrîşa li dijî Pêngava 15’ê Tebaxê de ava kirin. Li Ewropayê ew yek kirin. Hin kesan bang li cuntaya Kenan Evren kirin, “destûr bidin me, ji bo tunekirina PKK’ê ez pêşengiyê ji we re bikim.” Em ê vê ji bîr nekin. Em ê ti carî hevkarî û xiyanetê ji bîr nekin. Li dijî Pêngava 15’ê Tebaxê jî hevkarî û xiyanet hebû. Ji Tebaxa 1985’an û vir ve Barzanî li dijî vê pêngavê şer dikin. Tenê niha şer nakin. Wê demê dest bi vî şerî kirin. Jixwe berê jî hewl didan pêşî lê bigirin. Dema nekarîn asteng bikin û dema pêngav destpê kir, vê carê bi dewleta Tirk re bûn yek û ji bo bêbandorkirina gerîla dest bi êrîşê kirin. Îro jî êrîş dikin. Yên ku li wan temaşe dikirin jî hebûn. Divê em vê jî ti carî ji bîr nekin. Hîn zêdetir, gelek tişt hene ku em ji têkoşînê fêr bibin. Tecrûbeya 40 salan xezîneya herî mezin a gelê Kurd e. Eger ders ji van tiştên ku 40 sal in diqewimin, bê derxistin , eger mirov vê têkoşîna 40 salan fêm bikin, veguherînin zanebûnê, xwedî lê derkevin, ew ê bibin azadîxwazên herî xurt, bibin welatparêz, şoreşger, civakî û wê rastiya her tiştê bizanin û ya baş bikin. Pêngava 15’ê Tebaxê û şerê azadiyê yê 40 salan ji bo ku her kesê bîne vê astê, têrker e. Lewma divê em hîn zêdetir ders jê derxînin.
40 salên borî çawa derbas bûn? Ev şer çawa hate meşandin? Her kêliya wê bi zehmetiyan derbas bû. Rêber Apo got, pêvajoyeke ku nefes bi nefesê hate bidestxistin. Bi rastî jî divê mirov vê nirxandina Rêber Apo fêm bike û xwedî lê derkeve. Divê mirov her kêliya vî şerî fêm bike, dersan jê derxîne û xwedî lê derkeve. Wê me zane bike, rêxistin bike, baweriya me xurt bike û wê ti kes nekare me têk bibe. Yanî ev ê me bîne rewşa herî xurt.
Bi wesîleya salvegera 40’emîn ez bang li her kesê dikim ku şerê azadiyê yê 40 salan rast fêm bikin, dersên rast jê derxînin, têra xwe pêşengiya Partiyê, gerîla, wate û girîngiya berxwedana gel fêm bikin. Di dema destpêkirina berxwedana 14’ê Tîrmehê de hevrê Hayrî bi taybetî bal kişand ser vê yekê. Got, yê ku dibêje ez ji bo azadî û rizgariya Kurdistanê têdikoşim, divê têkoşîna çekdarî esas bigire. Ev telîmatek û wasiyet bû. Gelê me, gelê Kurd, ciwan û jinan pêdiviya vê telîmatê bi cih anîn. Bila şehîdên me di nava aramiyê de birazên. Hemû gerîla, partî, gel, ciwan, tevgera jinan ji wan hemûyan xurttir in, zanetir in, rêxistintir, wêrektir û fedekar in. Hemû jî bûne endamên xeta fedayî ya Apoyî. Şoreşgerî û welatparêzî li Kurdistanê weke fedayîtiya Apoyî şênber bûye. Lewma ti carî wê paşde neçin, wê hîn zêdetir ber bi pêş ve biçin. Ji bo zindîkirina armanc û bîranîna şehîdên me, têkoşîna azadiyê wê her tim hîn zêdetir pêş bikeve. Ez Pêgnava 15’ê Tebaxê silav dikim, şehîdan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim û cejna me ya gerîla pîroz dikim.
REWŞA ŞERÊ HEYÎ: RASTIYÊ DIVEŞÊRIN, GERÎLAYÊN LEHENG RÊ NADIN DAGIRKERIYÊ
Eger em qala şerê vê pêngavê yê niha bikin, piştî 40 salan rewşa şer a niha çawa ye?
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya meha Tîrmehê jî eşkere kir. Her kes dikare li wê bîlançoyê binêre. Ji ber ku faşîzma AKP-MHP’ê, Wezareta Parastinê ya Tirk, Fermandarê Giştî encamên şer diveşêrin. Di rastiyê de her tiştê diveşêrin. Bi nemerdane êrîşa dagirkerî û îlhaqê dimeşînin, peyvek jî nîne, di çapemeniya Tirk de, di çapemeniya AKP-MHP’ê de. Hewl dide kiryarên xwe ji her kesê veşêre. Li dijî vê yekê HPG rojane raya giştî agahdar dike. Bi mehane agahdar dike. Du Skorskye hatine xistin. Balafirên şer hatine xistin. Bi dehan dagirkerên êrîşkar hatine cezakirin. Birîndarên wan hene. Geşek tişt hatine îmhakirin zêdeyî 200 çalakî hatine lidarxistin. Dijmin jî nesekinî ye helbet. Hîn zêdetir, bi sedan êrîş û bombebaran pêk anîn, çekên kîmyewî bi kar anîn, bombeyên taktîk nukleer û bombeyên termobarîk bi kar anîn, bombeyên fosfor bi kar anîn. Evane di daxuyaniyên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de timî hene. Niha bi dijwarî li Zap û Metînayê şer didome. Lê belê li Bakurê Kurdistanê, Herêmên Parastinê yên Medyayê, li her derê jî heye. Mîna li çiya, li bajaran jî milîsên HBDH’ê û hêzên YPS’ê şer dimeşînin. Li gorî asta xwe çalakiyan lidar dixin. Di vî warî de berxwedaneke mezin heye. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, hêzên me yên xweparastinê hemû jî di salvegera 40’an a Pêngava 15’ê Tebaxê de şer hîn zêdetir pêş dixin, pîroz dikin û dijîn. Dilsozê wê xetê dimînin. Ji bo zindîkirina ruhê pêngavê, xet û armancên wê li her derê bi fedayiyane şer dikin. Tam şerekî lehengiyê heye. Bi rastî jî gerîla rê nade dagirkeriya qirker û faşîst û îhaqê. Her roj çalakî li ser çalakiyê dike. Di nava evqas êrîşan de keriyên AKP-MHP’ê yên faşîst nikarin encaw werbigirin. Ez li ser navê rêveberiya me ya partiyê vê berxwedana lehengane ya gerîlayên HPG û YJA Starê silav dikim. Serketinên wan pîroz dikim. Ez her kesê ku keda wî/ê di xistina helîkopter û balafirên keşfê de heye, bi taybetî pîroz dikim. Ez şehîdên leheng bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Bi rengekî herî xurt xwedî li dîroka 40 salan derdikevin. Ti astengiyên zehmet nas nakin. Bi cesaret, îrade û coşeke mezin bi ser dijminê faşîst, mêtinger û qirker de dimeşin û hesab jê dipirsin. Tola gelê Kurd, jin û gelan hildidin. Gerîla weke hêzeke tolhildanê, hêza hesabpirsînê bi rojane hesab dipirse. Lewma kiryarên zaliman jê re namînin. Di sala 41’emîn de jî ev têkoşîn wê bi vî rengî bidome.
‘BILA TI KES NEBÊJE ME NEBIHÎST; TI HÊZ BIKEVITÊ BILA BIKEVITÊ, EM Ê LI HEMBER ŞER BIKIN’
Bi vê wesîleyê ez van xisûsan diyar bikim; Tê gotin li Herêmên Parastinê yên Medyayê çeteyan tînin deverên dagirkirî, ji vir û wir cerdevanan tînin. Wê hêzên cur be cur bên bicihkirin. Me di Îlona 2002’yan de îlanek kir. Têkildarî ku ev der qadên azad û hatine rizgarkirin in. Kî êrîş bike, wê li dijî wan şer were kirin. Niha bila her kes bizane. Bila piştre ti kes nebêje me nebihîst. Kî dibe bila bibe, ti hêz bikevitê bila bikevitê daxuyaniya me di Îlona 2002’yan de kirî, ji bo îro jî ji bo sibe jî derbasdar e. Kî rabe hewl bide van deveran dagir bike, bêyî destûra gerîla bikeve van deran, em ê li hember şer bikin. Em ê li dijî wan li ber xwe bidin, şer bikin û hesab bixwazin. Bila her kes hesabê xwe rast bike.
‘NE ÇAVÊ XWE JÊRE DIGIRIN, PÊ RE OPERASYONÊ DIMEŞÎNIN!’
Li aliyê din, me hin tişt gotin lê sankî baş nehat fêmkirin. Ji 3’yê Tîrmehê ve guhertinek heye. Ev guhertin çawa çêbû? Keriyên AKP-MHP’ê diketin giran. Ji sînorê Tirkiyeyê rêyan vedikirin, girêdayî giran dikirin û bi vî rengî hewl didan dagir bikin. Ewqasê hewldan kirin, hin dever girtin lê deverên ku dixwestin nekarîn dagir bikin. Tişta ku ji 3’yê Tîrmehê ve diqewime, ji vê cuda ye. Dîsa wê sîstemê dimeşînin, lê nekarîn bi ser bikevin. Ji bo bi ser bikevin, bi PDK û rêveberiya Iraqê re li xeta rêya Batufa, Bamernî, Enîşke, Kadîşe, Amêdiye, Dêrelok û Şêladizê yanî yekîneyên zirxî bi tankan re sînorekî nû ava dikin. Ji Başûr ve jî dorpêç dikin. Li aliyekî jî ji bakur dadikevin, êrîşî rêyan dikin û li aliyekî ji li van deran êrîşan pêk tînin. Bi temamî vê qadê dorpêç dikin. Girîngiya vê li kuderê ye? Li van hemû bajarok û bajarên min hejmartî, rêveberiya Iraq û PDK’ê hene. Bi destûra wan derbas dibin. Bi wan re derbas dibin. Bi deh hezaran ji artêşa Tirk, bi sedan tank, yekîneyên zirx, bi hêzên PDK û Iraqê re ne. Di vî warî de sînorê dewleta Tirk, êdî ketiye ser vê xetê. Dewleta Tirk, faşîzma AKP-MHP’ê hesaba ev qas cihê ku dagir û îlhaq kirî, dike. Niha hin kes dibêjin ku PDK piştgirî diditê, nizanim dewleta Iraqê çavê xwe digire… Piştgirî û çavgirtin nîne, odeya operasyona hevpar heye, ev her sê hêz bi hev re vê operasyonê dikin. Dewleta Tirk bi navê herêma tampon van deran dagir dike. Rêveberiya Iraq û PDK’ê, Barzaniyan jî ev qad firotine dewleta Tirk. Tenê nefirotone. Ji bo dagir û îlhaq jî bike, bi wê re li dijî gerîlayên azadiyê şer dikin. Ku gerîla li hemberî vê dagirkerî û îlhaqê li ber xwe dide. Ev qas eşkere ye yanî. Ti kesê ev firotin neanî rojevê. Gelo li beramberî çi difiroşin? Mesele rêveberiya Iraqê li beramberî çi ji 3’yê Tîrmehê ve ev destûr da. Di odeya operasyona hevpar de, qadeke berfireh a ku jê re dibêje xaka min, ji dagirkeriya dewleta Tirk re dihêle. Hinekê elektrîk werdigire. Av werdigire. Li beramber elektrîk û avê welat dixin mijara bazarê. PDK çi dike? Pere qezenc dike. Yanî veşartî petrolê difiroşe, bazarê dike. Barzanî ketine nava dewlemendên cîhanê. Ev yek li ser bingehê hevkariya veşartî ya bi dewleta Tirk, bi AKP-MHP’ê re ye. Yanî ji bo van vê yekê dikin.
Niha PDK dibêje, nizanim wezîrê çi yê Iraqê dibêje, PKK belavî her derê bûye, nizanim li her derê şewatê derdixîne. Evane hemû derew in. Bila îspat bikin, yan wê weke derewker bên pênasekirin. Çima van tiştan dibêjin? Ji ber ku eger xelkê Başûrê Kurdistanê û gelên Iraqê tişta ku ew dikin fêm bike, wê di kevçiyekî avê de PDK’ê û rêveberiya Iraqê bixeniqînin. Yanî bi eşkere sûc dikin. Kîjan civak wê vê yekê qebûl bike? Ji vî alî ve em bang li xelkê xwe yê Başûr û gelên Iraqê dikin ku rastiyê hîn baştir bibînin. Hevalên me bang kirin, em tevlî vê dibin. Bila ti kes baweriyê bi demagojiyan neyîne. Evane hemû derew in. Ji bo nixumandina hevkarî û xiyanetê, derewên bi rengê ku PKK vê yekê dike wê yekê pêk tîne, dikin. Hewl didin rojevê biguherînin. Jixwe ew çapemeniya PDK’ê, mîna çapemeniya AKP-MHP’ê her roj şerê taybet, şerê psîkolojîk dimeşîne. Her roj derewekê dike. Bila ti kes baweriyê pê neyîne. Lewma bila rastiyê bibînin. Bila rewşa heyî hîn baştir bê fêmkirin. Şerê PKK û PDK’ê nîne, êrîşên dagirkerî û îlhaqê yên dewleta Tirk hene, hevkarê vê PDK heye. Hevkarî heye, xiyanet heye. Ji bo berjewendiyên madî, Kurdistan xistine bazarê, hatiye firotin. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê, gerîlayên PKK’ê li dijî vê yekê li ber xwe didin. Gelo wê berxwedan nekiriba, wê çi kiriba? Wê bibe hevkar, wê bibe xayîn? Wan ji bo bidestxistina azadiyê û ji bo parastinê, sond xwarine. Pêdiviya sozên xwe her tim bi cih tînin. Ji mirinê natirsin.
PKK li dijî hevkarî û xiyanetê şer dike. Maskeyê hevkarî û xiyanetê herî zêde îro hatiye xistin. Em bang li her kesê ku ji xwe re dibêje welatparêz dikin ku bila vê rastiyê bibînin û beşdarî têkoşîna li dijî hevkarî û xiyanetê tê meşandin, bibin. Bila piştgirî bidin vê têkoşînê. Banga me her tim li ser vê bingehê bû. Çima em bang dikin? Ji ber ku welatparêzî, vê yekê dixwaze. Em dixwazin wezîfeyekê bi cih bînin. Yê pêdiviya vê yekê bi cih tîne, wê hebe yan jî nebe. Ew bixwe dizane. Lê belê weke tevger me heta niha şer kir. Jivir û şûnde jî heta kêliya dawiyê em ê vî şerî bimeşînin.
‘DIKEVIN XEFLETÊ, FAŞÎZM BIBANDOR E, WÊ BI BERXWEDANA RADÎKAL WERE HILWEŞANDIN’
Helbet faşîzm bênavber êrîşî civakê jî dike. Rojeveke bi vî rengî heye. Di rojên dawî de êrîşên faşîzma AKP- MHP’ê yên li dijî ziman, xweza û çandê tên axaftin. Nîqaş hene. Ev nîqaş çi qasî rast in? Helwestên tên nîşandan çi qasî rast in? Li gorî we divê helwesta rast çawa be?
Têkildarî vê mijarê heval Cûma hefteya borî daxuyaniyên berfireh dan. Hem kiryarên ku tên kirin anî ziman û hem jî bersiva ku divê gelê Kurd, jin û bi taybet jî ciwan helwesteke çawa nîşan bide û çawa têbikoşe bi awayekî eşkere da û anîn ziman. Yanî em tevlî wan hemûyan dibin. Tiştekî ku em li gotinên heval Cûma zêde bikin tune ye. AKP-MHP êrîşî çand û zimanê gelê Kurd dike. Yanî ciwanan binçav dike, êşkence dike. A niha vê yekê dikin. Hin kes li hemberî vê yekê matmayî ne. A rastî em jî li hemberî wan matmayî dimînin. Dewleta Tirk û faşîzma AKP-MHP’ê nû dest bi van êrîşan nekiriye. Ev dewlet ev sed sal in van yekan dike. Yanî ma heya niha nedihate dîtin û zanîn? Baş e ger dihat dîtin û zanîn, çi dihate kirin? Nexwe xefletek heye, xetayek heye. Ew tiştekî pir xirab e û ez dixwazim balê bikşînin ser wê yekê. Xeflet rewşeke pir bitalûke ye û ez naxwazim tiştekî lê zêde bikim. Divê ev xeflet were derbaskirin. Îro desthilatdarî di destê MHP’ê de ye, ya ku dewleta Tirk bi di warên îdeolojîk, têgihiştin, polîtîk û pratîk bi rê ve dibe MHP ye. Baş e Tayyîp Erdogan bi salan e xwe dispêre çi û li ser piyan dimîne? Baş e li Tirkiyeyê ji bilî MHP’ê hezeke din a faşîst heye? hêzeke ku zêdetir dijminahiya gelê Kurd, jinan, mirovahî û gelan dike, heye? Na tune ye. Ev hêza ku em qala wê dikin, niha desthilatdariyê di destê xwe de digire. Baş e be hin derdor ji vê desthilatdariyê çi fêm dikin? A rasti ez diheyirim. Nexwe wisa ye, nexwe dikare bi MHP’ê jî were jiyîn. Herhal hin derdor MHP’ê weke faşîst nabînin. Yanî ma li gorî hin kesam MHP giherîye û nerm bûye? Divê wisa nebe. Bi rastî jî divê wisa nebe. Hemû caran digot ya, divê têkoşîna li dijî faşîzmê topyekûn be. Çimkî faşîzm êrîşa topyekûn e. çi dibêjin? Xwe bêdeng neke, gava ku te xwe bêdeng kir wê dor were te jî. Niha ew dor tê. Destpêkê êrîşî Rêber Apo dike, piştre êrîşî gerîlayan û PKK’ê dike. Ger ev yekbûna xwe ava nekin, helbet wê li hemberî ziman, çand, ax, daristan û hemû çavkaniyên sererd û binerd êrîşên xwe pêk bîne. Van yekan niha dest pê nekiriye. Beriya niha jî hebûn. Divê her kes van yekan bibîne. Divê mirov xwe ji fikrên wisa şaş û teng dûr bixin. Rewşeke wisa heye. Bila her kes were ser hişê xwe û rastiyan bibîne. Bila her kes rastiyan bi awayekî durist bibîne. Divê em xwe ji xefletê rizgar bikin. Divê em çav, dil û hişmendiyên xwe vekin. Divê em bibînin ku Kurdbûn bi êrîşeke çawa re rû bi rû ye. Rêber Apo gelek caran hişyarî da me. Rêber Apo gelek caran digot ku di pêşerojê de hûn nikarin bi zimanê xwe xeber bidin, hûn nikarin li gundên xwe bimînin, debara bikin û navê xwe bilêv bikin. Digot ku wê cihê gorê jî nedin we. Erê em dibêjin ku em her tiştî girêdayî xeta Rêbertî bi rê ve dibin lê belê em gotinên Rêber Apo ji bîr dikin. Divê em ji bîr nekin. Divê em nekevin xefletê. Li dijî civak û xwezayê, her tiştê gelê Kurd û Kurdistanê êrîşeke dijwar heye. Mirovahî tê qetilkirin. Destdirêjiyên pir giran li ciwan, jin û zarokan tên kirin. her cure êrîş hene. Êrîşî mirîyan dikin. Êrîşî kesên sax dikin. Zindan tije kirine. Li hemberî xwezayê êrîş hene. dewlemendiyên Kurdistanê yên sererd û binerd bi salan e tên şelandin û talankirin. Daristan tên talankirin. Ava Kurdistanê bi Iraqê re bazar dike û vê yekê jî ji bo qirkirina Kurdan dike. Av û enerjiya gelê Kurd. Hemû çavkaniyên dewlemendiyê ji bo çend qirûş pereyan di çarçoveya berjewendiyên xwe de bi kar tînin. Ev rastiyên eşkere ne.
Heçko li Tirkiyeyê rêveberiyeke demokratîk heye û her tişt bi awayekî bi rêk û pêk bi rê ve diçe û du sê êrîş pêk tên. Divê em li dijî wê derkevin û wan eşkere bikin. Divê kes nebêje vaye li dijî govendên me derketin û em jî govendên xwe negerînin. Yanî ev ne evqasî hêsan in. Êrîşeke topyekûn ya faşîst, talanker û qirker heye. Ev 10 sal in li Bakiurê Kurdistanê li dijî gelê Kurd êrîşên ku ji fermana ku DAÎŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de li dijî Şengalê dayî destpêkirin, dijwartir hene. Divê ev rastî baş werin dîtin û li hemberî van yekan têkoşîneke cidîtir û bibandortir were meşandin. Ez nabêjim em wiha û wiha bikin. Heval Cûma têkildarî van yekan daxuyaniyên berfirek dan û ez tevlî wan dibim. Divê em radîkaltir û bibandortir û topyekûn bin. Dema ku ew wisa êrîşê li zimanê te dikin, nexwe di wî warî de kêmasiyên te hene. Tu muhtacî zimanê wan dibî. Wê demê ma dikarin axaftina bi Tirkî boykot bikin? Ma em dikarin çûna dibistanên bi Tirkî boykot bikin? Gelê Kurd dikare îradeyeke bi vî rengî nîşan bide? Divê em muhasebeya van yekan bikin. Divê em hizra van yekan bikin. Faşîzm bes dikare bi têkoşîneke wiha ya aktîf û bibandor were têkbirin. Divê em bikarin bi awayekî baştir kiryarên li Kurdistanê nîşanî civak, gel, jin, kedkar û ciwanên Tirkiyeyê bidin. Bila zêdetir werin û bibînin. Bi rastî ev li ser navê wan tên kirin. Vê yekê qebûl dikin? Yan jî wê li dijî wê yekê derbikevin?
‘GER BI HÊZTIR TÊKOŞÎN BIHATA MEŞANDIN EWQASÎ ÊRÎŞ NEDIKIRIN, DIVÊ BI TEMAMÎ JI PERGALÊ WERE DÛRKETIN’
Girêdayî vê yekê divê ciwan zêdetir hişyar, hevgirtî û birêxistinkîrî bin. Divê zêdetir têkoşer û aktîf bin. Min qala têkoşîna radîkal kir. Hewcehiya radîkalbûnê. Çimkî pasîfîzmê rê li ber faşîzmê vekir. Helwestên bi vî rengî yên pasîf, lîberal, lawaz û sînordar rê li ber faşîzma AKP- MHP’ê vekir ku ev qasî êrîşan pêk bînin. Ger têkoşîneke bihêztir hebûna, ev yek pêk nedihatin. Dibînin ku dema êrîşê dikin, yên li hember bê rêxistin in, tên çewisandin û ew jî dixwazin zêdetir biçewisînin, bitirsînin û asîmîle bikin. Komkujî pêk tê û Tirkbûnê ferz dikin. Wê demê divê gelê Kurd xwe ji Tirkbûnê dûr bixin û bi awayekî bihêz berê xwe bidin Kurdbûnê. Divê bikarin weke Kurd hebûna xwe ava bikin û bijîn. Her wiha wê vê yekê bi rêxistinbûnê pêk bînin. Yanî tu yê ji dibistanên dewleta Tirk dîplomayê bistînî û çi pê bikî? Têrê dike ku mirov bi zimanê xwe xwendin û nivîsandinê bizane. Ma ji vê yekê xweştir çi heye? Tiştên din tiştekî li te zêde nakin. Rêber Apo hê beriya 40 salan çi gotibû? Gotibû ku ez çûm dibistanên herî baş jî lê belê min yên ku min dizanîn jî ji bîr kirin. Baş e ciwanên Kurd li wan dibistanan çi digerin? Hewl didin çi bibînin? Ma dikarin tiştekî bibînin? Ma ya ku Rêber Apo nedîtî, wê ew bibînin? Nikarin bibînin. Ji her kesî zêdetir ciwan ji vê yekê berpirsiyar in. Divê bi rastî jî ciwantî hizra vm yekê baş bikin, bi çavekî berfirehtir lê binêrin û xwe ji xefletê xilas bikin. Ji vê yekê re dibêjin ku pergalîbûn û ev yek berdewam dike. Sûcê herî mezin pergalîbûn e. Wê demê em ê xwe ji pergalê rizgar bikin. Tew em ê bi awayê her radîkal xwe jê rizgar bikin. Em ê xwe ji vê zîhniyeta mêrparêz, siyaset û hişmendiya ku dijminahiya gelê Kurd, jin û gelan dike xwe rizgar bikin. Em ê jiyana xwe ava bikin. Divê em van li ber çavan bigirin. Divê em civakîbûna bi vî rengî texmîn bikin. Ev ne tenê ji bo gelê Kurd derbasdar e. Rizgarbûna hemû jin, zarok, ciwan û kedkaran girêdayî van yekan e. Hekena rizgarbûna ji vê pergalê tune ye. Bes dema ku te karî xwe ji vê pergalê rizgar bikî tu yê xwe xilas bikî. Ez bang li her kesî dikim ku bila rast fêm bikin û bibînin û têkoşîna xwe bidin meşandin.
‘DEWLETA TIRK DIXWAZE ŞERÊ ÎRAN-ÎSRAÎLÊ BIDE DESTPÊKIRIN’
Ger em qala rewşa Rojhilata Navîn ya bi nakok û pevçûn lê heyî bikin, li Tehranê berpirsiyariyê buroya siyasî yê Hamasê Îsmaiîl Haniye hate kuştin. Yanî wiha tê gotin. Beriya her tiştî kijan hêzê yan jî hêzan êrîşeke bi vî rengî pêk anîn û çima li Tehranê hate kirin?
A rastî em nirxandina van mijaran dikin. Lê belê rêveberiya me nirxandina vê bûyerê nekiriye. Tu daxuyanî neda. Ger hewce bike wê têkildarî bûyerê daxuyaniyê bide. Girêdayî vê yekê ez dikarim fikra xwe bi awayekî kurt binîm ziman. Şerê li Xezeyê çi bû û bûyera li Tehranê çi ye? Ev yek girêdayî hev in. Ne rewşên ji hev cuda ne. Encama şerê li Xezeyê wê wiha bûya. Helbet tiştekî ji vê cudatir pêk nedihat. Li Xezeyê bi rastî jî ji bo berjewendiyên madî yên biçûk bi milyonan kes hatin qetilkirin. Ev yek li pêşiya çavên her kesî pêk hat. Şer ji bo vê yekê hate derxistin. Yên ku daxwaziya vê yekê dikirin, hebûn. Çima rêveberiya Îsraîlê yekser êrîş kir? Nexwe beriya niha ji tiştekî bi vî rengî re amade bû. Emerîkayê û hêzên din çawa alîkarî dan? Amade bûn. Baş e kê rasterast berê xwe da amadekariyeke wiha û provokasyon kir? Tayyîp Erdogan. Her kes vê yekê dizane. Erdoganî berê DAÎŞ’ê da Kobanê ku êrîşî li wir bike. Erdoganî berê Hamasê da şerekî bi vî rengî. Hêvî dikir ku ew ê rêya enerjiyê ya Îsraîlê bide betalkirin û ji pergalê re rêya xwe bide qebûlkirin. Lê belê piştî ku biryarbûna Îsraîl û DYE’yê dît, dest bi lawahiyan kir. Ev 9 meh in lawahiyan dike ku agirbest pêk were. Baş e be madem te agirbest dixwest, te çima êrîş kir û şer da destpêkirin? Di rastiyê de agirbestê naxwaze. Dema ku dît şer di çarçoveya daxwazên wî de bi rê ve naçe û ew ji aliyê hin hêzan ve hatiye xapandin û weke provokator hatiye bikaranîn hewl da ku xwe xilas bike lê belê nekarî.
Ya duyem, piştî ku şer destpê kir me dît ku hin derdor tevî ku şer bi destê gelek hêzan hatiye destpêkirin jî dibêjin ku Îranê şer daye destpêkirin, şerê Îran û Îsraîlê destpê kiriye, ha îro ha sihebî wê şer dest pê bike, hene. Yanî em bi xwe jî matmayî man. Çi qasî zêde derdorên ku dixwestin şerê Îran û Îsraîlê dest pê bike, hene. Çi qasî hêzên ku hebûn û berjewendiyên xwe bi şerê Îran û Îsraîlê ve girê didin, hene. Me ev yek dîtin. Baş e kî serkêşê vê yekê ye? Tayyîp Erdogan û rêveberiya AKP’ê. Yanî li daxuyanî, çapemenî û hevdîtinên wan yên 9 mehên dawiyê binêrin. Bi hemû hêza xwe di nava hewl û lêgerîna ku em ê çawa şerê Îran û Îsraîlê bidin destpêkirin de ne. Xwestin vê yekê li ser Xezeyê pêk bînin. Lê belê çênebû. Dixwazin li ser Yûnanan pêk bînin. Yanî dixwazin vê carê girêdayî Hizbullahê şerê li gel Îsraîlê pêş bixin. Di nava Îsraîlê de hin hêz dixwazin vê yekê bikin. Ez nikarim ji bo hemûyan tiştekî bibêjim. Lê belê teqez rêveberiya AKP- MHP’ê ji her kesî bêtir vê yekê dixwaze. Îsmaîl Haniye çima ne li cihekî din nehate kuştin û li Tehranê hate kuştin. Herî kêm li Tehranê dima. Bo mînak herî zêde li Tirkiyeyê dima. Pasaporta dewleta Tirk li gel hebû. Em dizanin ku ji Tirkiyeyê derbasî wir bû. Ji aliyê MIT’ê ve dihate parastin. Li Qeterê dima. Herkesî ev yek dizanî. Yanî tê gotin û nivîsandin jî. Çima ne li wan deran û li Tehranê hate kirin? Ji bo tişta ku min anî ziman yanî ji bo derxistina şerê Îran û Îsraîlê. Niha jî dubare li bernameyên piştî bûyerê yên ku ji aliyê rêveberiya AKP’ê ve hatine amadekirin binêrin, hûn ê bibînin. Dibêje ku êdî şerî dest pê kir. Jixwe bi Hizbullahê re pêk hatibû. Niha jî ev bû ya dawiyê. ji bo ku wê şerê Îran û Îsraîlê dest pê bike, hema bibêje ji kêfa dilîze. Berjewendiyên xwe bi vî şerî ve girê dane. Ger Îran û Îsraîl şer bike. wê her du alî jî muhtacî Tirkiyeyê bin û wê her tiştê li herêmê biguhere û wê xwe xilas bike. Yanî ger wiha nebe, wê pergala modernîte ya kapîtalîst û polîtîkayên AKP-MHP’ê yên heyî dikevin di nava nakokiyê û pevçûn were. Ger li Lubnanê şerî di navbera Hizbullah û Îranê de nede destpêkirin, wê bi xwe li Qibrisê bi Îsraîlê re şer bike. Wê dor were wî û Qibrisê. Tirsa wî ji ber wê yekê ye. Faşîzma AKP-MHP’ê berê Tirkiyeyê da felaketekê. Rêber Apo ev yek bi dehan caran anî ziman û hişyarî dan. Digot ku girêdayî azadiya Kurdan, Rojhilateke Navîn a demokratîk ji bo her kesî baş e. Konfederalîzma Rojhilata Navîn a demokratîk pêşniyar kir. Wê felaketa herî mezin jî li Tirkiyeyê biqewime. Niha jî rêveberiya Tayyîp Erdogan berê Tirkiyeym da felaketeke mezin û hewl dide ku Îranê bixe di nava şerî de û xwe ji vê yekê xilas bike. Hewl dide ku felaket kûrtir nebe. Ez ji van hemûyan encameke çawa bi dest dixim? Kêkir? Îsraîlê nîşan didin. Dibe. Dibe ku hin hêzan ev yek kirine. Çima li Îranê hate kirin? Teqez ji bo desxistina şerê Îran û Îsraîlê ye. Herî zêde kî dixwaze di navbera Îran û Îsraîlê de şer derkeve? Rêvebriya AKP-MHP’ê. Ji bo Îsraîlê jî hin hêz hevkarên wan in. Wê demê ez heyirîm ku çima tu kes pişt vê bûyerê bo nimûne li Hakan Fîdan, MIT û Tayyîp Erdogan nagere? Li Tirkiyeyê dimîne. Ev kes bi pasaporta dewleta Tirk digere. Ma Tirkiyeyê parastina wî nedikir? Çima xwedî lê derneket? Çima ewlehiya Îsmaîl Haniye pêk neanîn? Gelo digotin ku Hamas qediya û tu karê me bi Haniye re nema… Bûn hevkarê tişteke bi vî rengî? Kesên ku lêkolîna vê bûyerê dikin bila rola Tayyîp Erdogan ya di vê bûyerê de lêkolîn bikin. Bêyî wî teqez tu encaman bi dest naxin. Ev qas eşkere ye. Çimkî dibêjin ya bûyerek herî zêde bi kêrî kê tê, ew kes li pişt bûyerê ye. Niha jî tê gotin ku ev bûyer wê bibe sedema şerê di navbera Îran û Îsraîlê de. Ger wisa bibe wê herî zêde ji bo AKP-MHP’ê baş bibe. Çimkî ew dixwazin. Wan ev yek anî serê Îsmaîl Haniye û niha jî Mahmût Abbas vedixwînin û hewl didin ku li gel wî xwe xilas bikin. Ev yek bi tenê jî têrê dike ku mirov li pişt vê bûyerê li Tirkiyeyê bigere.
Em weke tevger li hemberî şerê bi vî rengî ne. Teqez di encama şerekî wiha de wê gel werin çewisandin. Çawa ku gelê Xezeyê hate çewisandin bi heman rengî di encama şerekî wiha de wê gel werin çewisandin. Ev ne şerê azadî, demokrasî û antîfaşîzmê ye. Şerê talankirinê ye. Şerê berjewendiyan e. Şerê emperyalîstan e. Divê em li dijî şerê talanê derkevin. Ji bo rêveberiya Îranê jî ez dikarim van yekan bibêjim. Rêveberiya Îranê li hemberî tahrîkên girêdayî Xezeyê bi rastî jî bi awayekî stratejîk tevgeriya. Li hemberî tahrîkan nexapiya. Niha ev tahrîkeke girantir e. Li Îranê rêveberiyeke nû jî çêbû. Serokkomar û rêveberiya wî guherî. Em hêvî dikin ku rêveberiya nû rastiyan baştir fêm bike û binirxîne. Ji ber vê yekê em hêvî dikin ku li hemberî van tahrîkan wê nexape û helwesteke stratejîk nîşan bide. ger wiha tevbigere wê ji bo Îranê baş bibe. Her wiha divê teqez Îran li hemberî tahrîkên Tirkiyeyê û hêzên din nexape. Divê nebe alîgirê şerekî bi vî rengî.
BIRYARÊN ÎDAMÊ YÊN LI ÎRANÊ
Li Îranê cezayên îdamê li du aktîvîstên jin hatiye birîn. Nerazîbûnên cidî hene. We qala rêveberiya nû jî kir. Têkildarî vê yekê hûn çi dibêjin?
Ev tevgerên jinan hîn bi hestiyartir in. Gelek rêxistinên jinan daxuyanî dan. Bang kirin, rexne kirin. Xwestin bibin asteng. Evane girîng û bi wate ne. Em girîngî didin van helwest û bangan jî.
Tevgera girseyî ya ku bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ pêş ketî, bi rastî jî li Îranê bû şoreşeke îdeolojîk û çandî. Di meha Îlonê de wê sala xwe ya duyan temam bike. Yanî tevgereke gelekî girîng bû. Mîna şoreşa çandeke mezin bû. Ev yek ji aliyê hêza jinê ve pêk hat. Bi pêşengiya jinê pêk hat. Jinan tişteke bi vî rengî pêş xistin û vê yekê jî girîngiyeke cuda da bûyerê. Eger jin evqasê bi bandor be, evqasê bi zanebûn û rêxistinkirî be, wê demê li wê derê tiştek heye.
Me berê jî got, yanî çima rêveberiya Îranê evqasê li dijî vê derket… Ev qas êrîş pêk anîn, îdam ferz kirin, mirov girtin. Ev nayê fêmkirin. Lê belê ev yek rûmet û şerefa Îranê bû. Ev helwesta jinên Rojhilat û Îranê ji jinên cîhanê re pêşengî kirin. Li cîhanê şerefa Îranê rizgar kirin, bû rûmeta wê. Bi rastî jî divê helwesteke rêzdar û minetdar hatiba nîşandan. Lê belê nayê fêmkirin ku çima evqas êrîş kirin. Zêde polîtîk nebû. Bi taybetî jî di roja îro ya cîhanê de. Halbukî li ser wê esasê rêveberiya Îranê ya heyî, dikarî gelek êrîşên li cîhanê, êrîşa li dijî xwe bişikîne. Çi gotin? Li pişt wê hêzên derve hene. Jinên li Rojhilat û Îranê azadiyê dixwazin. Hem jî dixwaze cil û bergê li berxwe biguhere û aram bibe. Gelo çi eleqeya vê bi hêza derve re heye? Kî ew rêxistin kir? Ew jin li kuderê ye, bi kîjan hêza derve re peywendî danî, sîxurtiya wê dike? Mejiyê mirov na rake. Bi rastî jî ev pêşdarizandinên pir zêde ne. Ya din jî, niha rêveberiya nû hate hilbijartin. Serokkomarê heyî wê demê jî, bi tundiyê çûyîna ser van tevgeran, rexne kir. Got, divê pirsgirêk were çareserkirin, guh bê dayîna daxwazên jinan. Destnîşan kir ku ew bi xwe wê vê yekê bike. Yanî şoreşa Jin Jiyan Azadî bû sedem ku ev serokkomar bê hilbijartin. Divê serokkomar vê jî bizane. Ya yekem, sozek da. Ya duyem jî, li ser esasê vê tevgerê hilbijartin qezenc kir. Niha tê ser rêveberiyê, helbet her kes li bendê ye ku soza xwe bi cih bîne, hola ku jê hatî hilbijartin rast binirxîne û bi rengekî guncaw nêz bibe. Ev îdam, zext, girtin bi taybetî divê li hemberî jinan bi dawî bibin. Bi nirxandineke din, bi rastî jî divê guhertinek û gavên azadîxwaz bên avêtin. Ev yek wê ji her alî ve Îranê xurt bike. Weke Tevgera Azadiya Kurd em di vê baweriyê de ne. Teqez wê gaveke wiha Îranê lewaz neke, wê ji her alî ve xurt bike. Wê demê bendewariya me teqez ew e ku divê ev tiştên bi rengê îdamê demildest bên rawestandin. Ji wê jî wêdetir, divê guhdarî jinan û ciwanan bê kirin, divê bên fêmkirin. Ew jî lingên esas ên vê civakê ne. Çawa dixwaze, divê teqez li gorî wê guhertin û veguhertinek bê pêşxistin. Ev yek wê Îranê lewaz neke. Wê xurt bike, pêş bixe. Wê veguherîne hêzeke li ser esasê civakê, wê Îranê bi dîroka wê re jî bike yek. Hemû pêngavên azadiyê, tevgerên azadiyê, tevgerên azadiya jinê, di dîrokê de timî li Îranê çêbûne. Îro eger jinên Îranê ev du sal in li ser piyan e, bi Jin Jiyan Azadî azadiyê dixwazin, ev qas bandor li cîhanê kiribin, ew jî bi saya wê dîrokê ye. Lewma wê Îranê bi dîroka wê re jî bike yek. Em hêvî dikin ku rêveberiya nû têkildarî vê yekê, teqez wê bilez guhertin û sererastkirinekê pêş bixe.