Girtiya nexweş piştî 29 salan hate berdan

Girtiya nexweş Fatma Ozbay ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê ya li Alîaga ya Îzmîrê dihate girtin piştî 29 salan hate berdan.

Ozbay di 7'ê Gulana 1997'an de li Şirnexê hatibû binçavkirin û bi îdîaya 'Xerakirina yekbûna dewletê' cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hatibû birîn. Di dema girtîmayinê de li Baybûrt, Erzîrom, Nevşehîr û Şakranê li gelek girtîgehan hate hiştin. Di nava salan de pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê bi Fatma Ozbay re rû dan.

Fatma Ozbay li zindanê jî hilberîna xwe dewam kir, helbest, gotar û çîrok nivîsî. Bi navê 'Çîrokên Jinên li Zindanê' û çîroka 'Mirî Birîndar Nabin' pirtûk nivîsî û ji Weşanên Aram hate çapkirin.

Li gel pirsgirêkên tenduristiyê jî bi salan di girtîgehê de hate hiştin û piştî 29 salan hate berdan.