Li Osmaniyeyê 4 kesên ku govend gerandin, hatin girtin

4 kesên ku bi hinceta di dawetê de li ber strana Kurdî govend gerandine hatibûn binçavkirin, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kirine" hatin girtin.

Duh danê sibehê 5 kes bi hinceta di dawetê de govend gerandine li Osmaniyeyê hatin binçavkirin. Hîvda Kahraman a ku îfadeya wê ya li midûriyeta polîsan temam bû, duh sewqî dadgehê hat kirin û Dadgeriya Ceza ya Sulhê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" Kahraman girt. Hevserokên DEM Partiyê yê Navçeya Navendî Sevgî Aydin û Farûk Kahraman jî di nav de Hakan Kahraman û Mûrat Kahraman jî piştî îfadeya li midûriyeta polîsan îro sewqî dadgehê hatin kirin. 

Dadgeriya Ceza ya Sulhê her çar kes jî bi îdiaya propagandaya rêxistinê girtin.