Hevserokê PADÊ ragihand ku ew ê li dijî biryara girtinê îtîraz bikin

Hevserokê PADÊ Huseyîn Haci diyar kir ku nabe partiyeke siyasî bêyî sedem were girtin û got ku ew ê heta dawî mafên xwe yên qanûnî bi kar bînin.

GIRTINA PADÊ

Hevserokê PADÊ’ê Huseyîn Haci têkildarî girtina Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê ji ajansa Rojnewsê re axivî û hedefgirtina PADÊ’ê weke biryareke siyasî bi nav kir.

‘MAFÊ GELÊ ÊZIDÎ HEYE KU PARTIYEKE SIYASÎ AVA BIKIN’

Huseyîn Haci diyar kir ku ew tu çalakiyeke derveyî qanûnên Iraqê nekirine û wiha got: “Hemû xebatên me li gorî qanûnên Iraqê ne. Lê ev biryara ku hatiye dayîn ji bo civaka Êzidî pir xirab e. Weke civaka Êzidî ji bo dengê xwe bigihînin her derê mafê me heye ku tevlî hilbijartinan bibin û partiyeke siyasî ava bikin.

Huseyîn Haci ji partiyên siyasî yên li Şengalê û Iraqê jî xwest li dijî biryarê helwest nîşan bidin û wiha got: “Ev biryara ku îro li ser PADÊ hatiye dayin dibe ku sibê ji bo partiyên din ên li Iraqê jî were dayîn. Bi vê biryarê hewl didin xebatên ji bo Şengalê tên kirin, asteng bikin. Hemû rêyên qanûnî vekirîne, em ê biryara li ser PADÊ qebûl nekin û hemû mafên xwe bi kar bînin. Li gorî qanûnên Iraqê nabe ti partiyeke siyasî bêyî hincet were girtin. Mafê me yê îtîrazê heye û em ê bi kar bînin. Divê partiyên din jî li dijî vê bertek nîşan bidin.”