Xelkê Mexmûrê li dijî biryara Iraqê ya girtina partiyan meşiya
Şêniyên Wargeha Mexmûrê li dijî biryara Iraqê ya girtina Tevgera Azadî, PADÊ’ê û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê bi girseyî meşiyan.
Şêniyên Wargeha Mexmûrê li dijî biryara Iraqê ya girtina Tevgera Azadî, PADÊ’ê û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê bi girseyî meşiyan.
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) biryara Iraqê ya girtina partiyên civakî û siyasî ya Şengal û Başûrê Kurdistanê PADÊ, Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê û Tevgera Azadî, bi meşekî girseyî şermezarkirin.
Girseyê ku li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan li hev civiyan, bi pêşengtiya Meclîsa Îştar heta Parka Şehîd Aryen Meşiyan. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin bilindkirin û dirûşmeyên “Bijî Berxwedan Şengalê”, “Bijî Serok Ap” hatin berzkirin. Li ber parkê daxuyaniyek li ser navê xelkê wargehê ji aliyê Endama Akademiya Şehîd Jiyan Diljîn Kara ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Dewleta Tirk a dagirker û mala Barzan ya xiyanetkar, ji bo dagirkirina Şengal û herêmên Kurdistanê û pê re jî xaka Iraqê, operasyonên dagirkirin û qirkirinê dane destpêkirin. Li ser vê jî zextan li ser hikûmeta Iraqê dikin ku Iraq biryara girtina Tevgera Azadî, PADÊ û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê bigire. Ev biryar dijberiya demokrasî û xwerêveberiya gelan e. Bi pêkanîna vê biryarê hikûmeta Iraqê wê derbe li yekgirtina gelan ya li Iraqê bide û ev wê bibe şaşitiyek dîrokî. Em baş dizanin ku gelê Iraqê û zagonên wê di aliyê civakî û netewî de xwedî rêzdariyeke demokratîk e. Bi vê bendewariyê em dibêjin, demildest bila biryara girtina van her sê partiyan were rawestandin. Iraq nekeve nava van polîtikayên dijminahiya gelan û demokrasiyê. Di 10’emîn salvegera fermana Şengalê de dayîna vê biryarê jî, gumanên cuda bi me re dide çêkirin.”
Di daxuyaniyê de bang li gel lû hikûmeta Iraqê hat kirin ku dest nedin xweseriya Şengalê û wiha bi dawî bû: “Ji bo bihêzkirina wê bibin alîkar û nebin hevalbendên dewleta Tirk a dagirker. Ger dixwazin rexnedayina xwe ya li hemberî bêdengmayîna fermana 74’an bidin, pêwîste vê bi pratîkirina rawestandina vê biryarê bidin. Vegera zû ya ji vê şaşitiyê dikare derfeteke nû ji bo bihevrebûnê ava bike.”
Piştî daxuyaniyê meş bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Yekitiya Gelan” bi dawî bû.