BI DÎMEN

'Şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê nehatiye tepisandin, berdewam e'

Berpirsa Komîteya Dîplomasiyê ya KJAR’ê Rozerîn Kemanger têkildarî duyemîn salvegera Şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê got: “Şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê nehatiye tepisandin, berdewam e, pêşengên vê şoreşê di zindanan de têdikoşin.”

Berpirsa Komîteya Dîplomasiyê ya Civaka Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Rozerîn Kemanger bi boneya duyemîn salvegera Şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji ANF’yê re axivî.

'JINÊN CIWAN BÛN SEDEMA BELAVBÛNA ŞOREŞA JIN, JIYAN, AZADÎ'

Rozerîn Kemanger diyar kir ku ew nêzîkî duyemîn salvegera Şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê dibin ku ev şoreş li ser bingeha zihnî, civakî û çandî bi pêşengiya jinan pêk hatiye û wiha domand: “Bi pêşengiya jinên ciwan ku bûn sedem ku ev şoreş li seranserê Îranê û di nav hemû neteweyan de belav bibe, gelek guherînên girîng çêbûn. Ji ber ku bingeha şoreşê; zihnî, çandî û civakî bû, guherîn jî bi heman awayî ne û ji ber vê yekê heta niha jî heman bandor li ser civakê heye û berdewam e.

Şoreş gelek radîkal bû, bi peyameke radîkal dest pê kir û ji ber vê yekê heta niha jî bi awayekî radîkal berdewam e. Mezintirîn bandora li ser civakê; guherîna zihniyet û awayê têkoşînê bû. Bi gotineke din Şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê nehatiye tepisandin, berdewam e; tenê hêz bi awayekî din kanalîze bûye. Yek ji helwestên herî radîkal ên gel ew e ku naçe ser sindoqên dengdanê, ji ber ku wê desthilatê qebûl nake û wek çareseriyê nabîne û gel daxwaza guherînê nîşan da û bi xwe pêşengiyê dike.”

'KOMARA ÎSLAMÎ YA ÎRANÊ JI PÊŞENGIYA JINAN DITIRSE'

Rozerîn Kemanger di berdewamiya axaftina xwe de da amaje bi êrişên Komara Îslamî ya Îranê kir ku rojane li ser gel û jinan pêk tîne û got ku ev yek nîşaneya tirsa wê ye ji pêşengiya jinan û gel, lewma hewl dide ku wan bitepisîne û wiha domand: “Du sal di ser Şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê re derbas dibin, yek ji siyasetên dijmirovî yên desthilata Komara Îslamî ya Îranê darvekirin e, bi taybetî piştî Şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê ev yek zêdetir pêşve çû; ji bo ji jinavbirina hêzên pêşeng ên civakê da ku hêvî û îradeya civakê nemîne, roj bi roj darvekirin zêdetir kirin. Jin û mêr di zindanan de rastî vê êrişê hatin.

Di nav van du salên Şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê de, jin wek hêza pêşeng a civakê ji hemû beşên din ên civakê zêdetir bûne armanca van êrişên desthilatê. Di nav mehekê de biryarên darvekirinê ji bo jinên siyasî derketin û niha metirsiya darvekirinê li ser çar jinan heye. Jin pêşengên Şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê ne û peyamên wan ên radîkal hebûn. Hikûmeta Komara Îslamî tola xwe ji pêşengan distîne, ji ber ku dizane bandoreke zêde ya van pêşengan li ser civakê heye û dibin sedema guherînên erênî di civakê de. Niha siyaseta darvekirinê tê meşandin ji bo tolhildanê ji Şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê.”

'DI NAMEYÊN PEXŞAN EZÎZÎ Û WERÎŞE MÛRADÎ DE ÇARESERIYA PIRSA KURD Û JINAN HATIYE DESTNÎŞANKIRIN'

Rozerîn Kemanger her wiha da xuyakirin ku di nameyên Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî de peyamên radîkal hebûn û wiha got: “Nameyên Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradiyê paralêl in di gel peyamên Şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê; behsa pirsgirêkên civakî, pirsgirêka jinan û tunebûna demokrasiyê û cudahiya neteweyî, êrişên ku di çarçoveya sîstema kapîtalîst a cîhanî û netewe-dewletan de tên kirin, dikin. Tevî ku hemû ev pirsgirêk hatine destnîşankirin, di heman demê de behsa alternatîfa wan jî hatiye kirin ku konfederalîzma demokratîk e û çareserî ye ji bo Rojhilata Navîn û hemû cîhanê. Di nameyan de behsa pirsa jin û neteweya Kurd tê kirin, di heman demê de behsa gelek neteweyên din jî tê kirin ku desthilata navendî êrişî wan dike.

Ev her du name di bingeha xwe de bi hemû cudahiyên xwe yên neteweyî û olî gotinên gelek jinên têkoşer bûn. Ew name bûn dengê jinên ku tê dikoşin, ew name bûn dengê jinên ku rojane rastî metirsiyan tên. Di nameyan de behsa çareseriya hemû pirsgirêkan hatiye kirin, em baş rêya çareseriya azadiyê dibînin, behsa wê yekê hatiye kirin ku sînor nikarin bibin sedema bêdengbûna jinan, sînor nikarin bibin asteng li ber wan gelan ku têne çewisandin.

Piştî belavbûna van nameyan, me helwestên gelek radîkal dîtin, bi taybetî di zindanan de bi pêşengiya gelek jinan, piştgiriyeke mezin ji bo doza Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradiyê hat kirin. Ev hemû nîşanî me didin ku dengê azadîxwaziya jinan yek e û têkoşîna hevpar tê meşandin. Ew siyaseta îşkenceyê ku desthilat di zindanan de dimeşîne, êdî sûda wê tune ye. Zindan bûye cihek ku tê de dengê azadiyê bilind dibe û hemû civak jî beşdarî vê pêvajoyê dibe. Dema ku ez dibêjim Şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê nehatiye tepisandin û berdewam e, mebest jê ew e ku pêşengên vê şoreşê di zindanan de tê dikoşin. Kesayetiyeke wekî Zeyneb Celîliyan di asta cîhanê de ji ber berxwedana xwe deng daye. Piştî belavbûna nameyan, li Zindana Evînê greva birçîbûnê berfireh dibe.”

Rozerîn Kemanger di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku piştî belavbûna nameyan li Rojava û Bakur piştgiriyeke mezin hatiye û got: “Kesên wek Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî û Şerîfe Mihemedî ku ji bo azadî û mirovbûnê tê dikoşin, bêguman dê ji wan re piştgirî were. Lê erka sereke ew e ku em dawî li siyaseta dijmirovî bînin û bibin dengê Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî û gelek kesên azadîxwaz ku di zindanan de ne.

Pêwîst e em kar û xebatan berfirehtir bikin, gelek kampanya ji bo girtiyên siyasî hatine kirin. Eger îmze tên komkirin, em beşdar bibin; eger çalakî tên kirin,  em kolanan bi deng tijî bikin. Bi her awayî ku mimkin e, divê em rojevê çêkin da ku em bibin dengê van jinên têkoşer. Wek jin me nîşan da ku em xwedî hêz û îradeyeke çawa ne, Şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê ev rastî piştrast kir.”