BI DÎMEN

'Divê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, helwesteke xurt bê nîşandan'

Mamosteyan têkildarî nerazîbûn nîşanî dagirkeriya dewleta Tirk dan û gotin: “Ev dagirkeriya li ser axa başûrê Kurdistanê ne rewa ye, divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraq bêdeng nebin û helwesta xwe nîşan bidin.”

Operasyon û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker a li ser axa başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK’ê berdewam dikin. Ev yek jî bûye sedema fikara gel. Têkildarî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker mamoste Kameran Mihemed û Elî Nadir ji ANF’ê re axivîn.

'HIKÛMETA TIRKIYEYÊ DAGIRKIRINA KURDISTANÊ  DIDOMÎNE'

Mamoste Kameran Mihemed diyar kir ku dagirker ji mêj ve ye Kurdistanê dagir dikin û êrişî wê dikin û wiha got: “Niha jî dewleta Tirk a dagirker êrişî ser axa me dike. Hikûmeta Tirkiyeyê ya hov dixwaze dagirkirin û êrişên li ser axa Kurdistanê bidomîne. Ev yek gelek nerewa ye, pêwîst e çalakvanên sivîl, partiyên siyasî û Hikûmeta Iraqê li hember vê dagirkeriyê bêdeng nebin. Ji ber ku me ji bo vê axê bi hezaran şehîd dane, axa Kurdistanê pîroz e.”

Kameran Mihemed destnîşan kir ku bêdengî û nebûna helwestê wisa dike ku dagirkeriya li ser axa me berdewam be û wiha domand: "Çi qas girîng e ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê bêdeng nebin û rê li ber vê dagirkeriya Tirkiyeyê bigirin, ew qas jî girîng e ku çalakvanên sivîl, rewşenbîr, jin û mamoste berteka xwe nîşan bidin û li hember dagirkeriya Tirkiyeyê bêdeng nemînin. Ev erkeke niştimanî û neteweyî ye.”

'ALÎKARIYA TIRKIYEYÊ TÊ KIRIN KU BIKEVE NAVA AXA KURDISTANÊ'

Mamoste Elî Nadir da zanîn ku aliyekî siyasî heye ku bûye hevkarê dewleta Tirk a dagirker û got: “Hatina dewleta Tirk bo nav axa Herêma Kurdistanê sûc e. Mixabin destekî navxweyî ji bo hatina nav axa Herêma Kurdistanê alîkariya Tirkiyeyê dike. Alîkariya Tirkiyeyê û dagirkeriya wê nayê qebûlkirin, ez şermezar dikim.”

Elî Nadir di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê rewşenbîr û gel hişyar bin ku dagirker tenê bi dagirkirina axê ranaweste, her wiha çand û jîngeha me jî xerab dike. Divê em bi hemû awayî li dijî Tirkiyeyê bin û vê dagirkeriyê qebûl nekin. Divê li ser metirsiyên dagirker û dagirkeriyê hişyarî bê dayîn. Dewleta Tirkiyeyê daran dibire û axa me xerab dike, divê em jî destê hevkarên wê bibirin û em li dijî dagirkeriyê bin da ku careke din axa me neyê dagirkirin.”