Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê wê ji bo zarokan tûrnûvayê lidar bixe

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê wê “Tûrnûvaya Futbolê ya Zarokan a Stêrkên Amedê” lidar bixe.

Daîreya Ciwan û Sporê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo tevkariyê li pêşketina zarokan bike, sporvanên kêrhatî kifş bike, ji bo sporvan bi malbatên xwe re wextên xweş derbas bike û zarokan bi sporê re bîne ba hev, wê “Tûrnûvaya Futbolê ya Zarokan a Stêrkên Amedê” lidar bixe. Di tûrnûvayê de wê xwendekarên ji temenê cuda, li sahê bên ba hev.

SERLÊDANA DAWÎ HETA 9’Ê TEBAXÊ YE

Sporvan wê di kategoriya temenê 12-13’ê saliyê de di tûrnûvayê de bikevin pêşbirkê. Tûrnûva wê 12’ê Tebaxê destpê bike. Wê ji beşdarên tûrnûvayê re malzemeyên sporê weke diyarî bên dayîn. Tîmên ku dixwazin beşdarî tûrnûvayê bibin, bi raporên xwe yên tenduristiyê re di navbera 6-9’ê Tebaxa 2024’an de dikarin li Saziya Qeydê ya Sporê ya li Qada Jiyana Hevpar a Sumer Parkê qeyda xwe çêbikin.