Xelkê Mexmûrê hedefgirtina PADÊ şermezar kir

Xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê têkildarî Qirkirina Şengalê daxuyanî dan û destnîşan kirin ku di salvegera komkujiya Şengalê de hedefgirtina PADÊ nîşan dide ku komplo berdewam dike.

MEXMÛR

Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya 10 salvegera êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Mexmûr û Şengalê daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

Daxuyanî li saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Endamê Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê Mamosta Hisên Kara axivî.

Mamosta Hisên Kara di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên azadiya Kurdistanê bi bîr anîn û wiha got: “Di êrîşa DAÎŞ’ê de armanc Kurdistan û dîroka Kurdan bû. 3’yê Tabaxê êrîşê Şengalê kirin ji ber ku Şengal dîroka Kurdan û baweriya Kurdan ya resen. Xwestin vê dîrok û baweriyê tune bikin. Hovîtiyek wiha di cîhanê de gelek kêm rûdaye. Xayinan bêyî ku li pey xwe binêrin gelê Şengalê di nav lepên DAÎŞ’ê de hiştin. 20 Hezar pêşmerge bêyî ku guleyek jî biteqînin ji Şengalê reviyan. Tecrûbe û rêxistina civakî hem Mexmûrê hem jî Hewlêrê parast. Mesûd Barzanî bi xwe hat wargehê spasiya şervanên azadiyê kir. PDK deydarê PKK’ê ye. Lê Malbata Barzanî ti caran xwe ji xiyanêtê rizgar nekirine. Şengalê jî komplo kirin, li Mexmûrê jî komplo kirin. Îro jî heman tiştê dikin û hewl didin vê qirkirinê fêrmî bikin. Xweseriya Şengalê nas nakin û saziyên sivîl ên Şengalê weke PAD’ê hedef digirin.  Di salvegera komkujiya Şengalê de hedefgirtina PADÊ nîşan dide ku komplo berdewam e.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedan Gelê Kurd” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.