Dewleta Tirk bombe li gundekî girêdayî Duhokê barand, şewat derket

Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Guherzê yê girêdayî Duhok ê Başûrê Kurdistanê barand û şewateke mezin derxist.

Li gorî çavkaniyên herêmî, di derdora saet 15.00’an de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Guherzê yê navçeya Amêdiye ya Duhokê barand.

Hat diyarkirin ku piştî şewatê li nêzî gund şewateke mezin derketiye û her ku diçe şewat belav dibe.

Çavkaniyên herêmî dan zanîn ku şewat tenê 500 metre ji malan dûr e. Ji ber bombebaranê gundî newêrin biçin malên xwe.