Li Amed û Dersimê 5 kes hatin binçavkirin

Li Amed û Dersimê di serdegirtina malan de herî kêm 5 kes hatin binçavkirin.

SERDEGIRTINA LI MALAN

Li Amedê polîsan vê sibehê avêt ser gelek malan. Di serdegirtinên malan de kesên bi navê Îrem Alkaş, Baran Baymîs, Murat Devran û Murat Ogut hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina her çar kesan nehat zanîn û ew birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.

Polîsan li Dersimê jî avêt ser malekê û welatiyê bi navê Huseyîn Aslan kirin binçavan. Hat zanîn ku Aslan di çarçoveya lêpirsînêk li Manîsayê hatiye destpêkirin, kirine binçavan.