Pêngava 15'ê Tebaxê Kurdistan kir keleha berxwedanê

Gerîlayên Kurdistanê li ser mîrateya têkoşînê ya fermandar Egîd Kurdistan veguherandina keleha berxwedanê. Li dijî her êrişê bi ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê şer dikin.

BERXWEDANA GERÎLA

Yên ku îro li qada şer li dijî dagirkeran li ber xwe didin, şer dikin û wan têk dibin Egîdên hemdem in. Ev meh meha pêkhatina pêngava dîrokî ye. Li çar parçeyên Kurdistanê bayê Egîd belav dibe. Yên ku para xwe ji vî bayî wergirtine li dijî dijmin û xiyanetkaran xwe amade dikin. Çalakiya xurt a 6'ê Tebaxê jî di nav de gşerê ku gerîla li dijî dagirker û xayinan dike mînaka herÎ şênber a vê rastiyê ye. Îsal salvegera 40'emîn a pêngava şerê çekdarî yê li Kurdistanê ye. Têkoşîna 40 salan bêguman bi keda Rêber Apo û şehîdên leheng gihîşt vê astê.

Baş e, cudahiya 15'ê Tebaxê çi ye? 15'ê Tebaxê li Kurdistanê destpêka şerê çekdarî ye. Li Kurdistanê yekemcar hêzeke çekdar hate avakirin ku têk naçe û ev hêz 40 sal in bênavber têdikoşe. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê xwedî rabirdû û mîrateyeke şer a ji 40 salî ye. Ev mîrate her roj hîn mezin dibe û li dijî dagirkeran di asta herî bilind de şer tê kirin. Ruhê azadiyê di dilê her şervanekî de ye. Şervanên azadiyê vê xaka ji tovên berxwedanê her roj bi xwêdan û xwîna xwe av didin. Îro têkoşîn li her qadê, li Zap û Metînayê tê dîtin.

Çalakiyên gerîlayên azadiyê yên di salvegera pêngavê de têne lidarxistin vê peyamê didin: "Ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê bi têkoşînê dikare bê wergirtin." Gerîlayên Azadiyê meha Tîrmehê bi performanseke gelekî bilind têkoşîneke têr û tijî li pey xwe hiştin. Di salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê de rêbaza fermandarê xwe Egîd ji xwe re kirin esas û dersên dîrokî dan dijmin. Di hefteya destpêkê ya meha Tebaxê de çalakiyên gerîla rêveçûna şer a vê mehê nîşan da.

NOKER XAKA KURDISTANÊ BI DESTÊ XWE DIFIROŞIN

Di şexsê gerîlayên azadiyê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şerê rûmetê tê meşandin. Dewleta Tirk û hevkarên wê êrîşên bêexlaqî û dermirovî pêk tînin. Ji ber ku li çiyayên Kurdistanê heqîqeteke wiha heye, gerîlayên azadiyê jî ji bo rûmet û axa xwe li ber xwe didin. Dewleta Tirk a dagirker a ku nesîbê xwe ji mirovahiyê negirtiye, ji bo tunekirina destketiyên gelê Kurd êrîşî tevgera azadiyê dike. Ya herî bi êş ew e ku hevkar û xayinên wek Barzaniyan bi awayekî ji dewleta Tirk xerabtir di van êrîşan de cih digirin û axa Kurdistanê bi destên xwe difiroşin. Erka gerîlayên Kurdistanê parastina destketiyên gelê xwe û xwedî li mîrateya berxwedanê ya bi xwîna şehîdan derketiye holê, derkeve.

Şervanan bi vê berpirsyariyê di 6’ê Tebaxê de li herêma Girê Bahar li dijî dijmin ji du aliyan ve çalakiyên gelekî bi bandor lidar xistin. Li dijî leşkerên dijmin ên ji gundê Guherzê yê li ser rêya Amêdiyê bi piştgiriya PDK’ê dixwestin derbasî qadên gerîla bibin, yekser li leşkerên dijmin destwerdan. Pêşî fermandarê Tirk ê bi navê Alî û piştre jî hemû yekîne ji aliyê gerîlayan ve hatin tasfiyekirin. Di destwerdana gerîlayên azadiyê de 14 leşkerên Tirk mirin û 5 leşkerên Tirk jî birîndar bûn. Gerîlayên Kurdistanê mîrateya têkoşîna ku ji aliyê fermandar Egîd ve hatiye destpêkirin dewr girtin û îro Kurdistan kirine keleha berxwedanê. Gerîla ne tenê di çalakiya 6’ê Tebaxê de, di her çalakiya li dijî dagirkeran de bi ruhê û şêwaza Pêngava 15’ê Tebaxê şer dikin.