Li Binarê Qendîlê şahiya 15’ê Tebaxê

Li gundê Zargele yê Binarê Qendîlê bi wesîleya 41’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê şahiyek hat lidarxistin.

Pîrozbahiyên bi boneya 41’emîn salvegera 15’ê Tebaxê dewam dikin, di vê çarçoveyê de li gundê Zargele ya Binarê Qendîlê şahiyek pîrozbahiyê hate lidarxistin.

Destpêkê li ser navê Encûmena Gel a Binarê Qendîlê daxuyaniyek hate xwendin û hate gotin: “Em dikevin 41’emîn salvegera pêngava şoreşgerî ya 15’ê Tebaxê, di vê mehê de dîroka azadiyê destpê kir, em weke gel û tevger 41 salin bê westan şoreşê dimeşînin. Di dîroka gelê Kurd de cara yekeme şoreşek wiha ji bo azadiyê tê meşandin û heya roja me ya îro hatiye.

Em ji vir silavên xwe ji bo Rêber Ocalan dişînin ku rêya azadiyê bidestxist û rê li tinekirina Kurdan girt. Cejna 15’ê Tebaxê li Rêber Apo, gerîla û hemû gelê Kurd pîroz dikîn. Em hemû şehîdên pêngava şoreşgeriyê bibîr tînin û soza şopandina rêya wan didîn.”

Piştî daxuyaniyê bê navber dirûşme hatin berzkirin û herî dawî jî şahî bi gerandina govendê dawî bû.