BI DÎMEN

Di 15'ê Tebaxê de tevlî nava refên gerîla bûn

Komek ji ciwanên Kurd û enternasyonalîst di salvegera 40'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê de beşdarî nava refên gerîla bûn.

PÊNGAVA 15'Ê TEBAXÊ

Komek ji ciwanên Kurd û enternasyonalîst ku demeke perwerde didîtin, bi merasîmekê soz dan û tevlî nava refên gerîla bûn.

Merasîm li salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê rast hat. Ciwanên Kurd, Ereb û neteweyên cuda piştî merasîmê daxuyaniyek dan.

Gerîlayên nû Pêngava 15'ê Tebaxê di salvegera 40'emîn de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd ê welatparêz pîroz kirin û gotin, "Bi gava ku di 15'ê Tebaxê de bi rêbertiya Rêber Apo û pêşengiya fermandarê efsanewî hevrê Egîd de hate avêtin, gora ku weke qederê li gelê Kurd hatibû ferzkirin hate parçekirin û Kurd ji nû ve bi ser xwe ve hat. Hevrê Egî îdeolojiya Rêber Apo, ruhê berxwedanê yê Mazlûm, Ferhat, Kemal, Mehmet Xeyrî û Sara temsîl dikir."

Koma ji ciwanên Kurd û enternasyonalîst ragihand ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi vê gavê li ser bingeha îdeolojîk tola bi hezaran salan hilanî û got, "Yanî di 15'ê Tebaxê de toleke mezin hate hilanîn."

Gerîlayan diyar kirin ku 15'ê Tebaxê di heman demê de derb li mejiyê bi serweriya mêr hate xistin, bi Sara, Bêrîtan û Zîlanan temsîliyeta we dît û gotin, "Partiya me PKK beriya her tiştî partiyeke jinê ye. Ji ber vê jî jin ên ciwan divê xwedî li Rêber Apo û PKK'ê derkevin û berê xwe bidin çiyayên azad."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Em weke komek ji jin û mêr ên Kurd û enternasyonalîst ji bo bicihanîna vê wezîfeya pîroz hatin çiyayên Kurdistanê û di salvegera 40'emîn a vejînê de me perwerdeya xwe temam kir û beşdarî refên gerîla bûn. Banga me li hemû ciwanên Kurdistanê û cîhanê ye; tevlî nava têkoşîna azadiyê bibin."