HEVPEYVÎN

Karayilan: Pêngava 15’ê Tebaxê li dijî siyaseta qirkirinê hate pêşxistin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan diyar kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê pêngaveke azadiyê ye ku li dijî siyaseta qirkirin û îmhayê hatiye pêşxistin û bang li her kesê kir ku xwedî li ziman û çanda xwe derbikevin.

MURAT KARAYILAN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan bi wesîleya salvegera 40’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê ji Stêrk TV re axivî.

Karayilan bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku li Îmraliyê 26 sal in berxwedaneke bêhempa tê raberkirin. Karayilan bi bîr xist ku hem li Kurdistanê hem jî li dervey welêt, ji bo bidawîbûna tecrîdê gelê Kurd û dostên wan kedek mezin dane û destnîşan kir ku têkoşîna hatî dayîn netêrker e û divê hîn zêdetir bê mezinkirin.

Karayilan bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî nirxên gelê Kurd û diyar kir ku divê li dijî van êrîşan civaka Kurd li her derê xwedî li ziman, govend û dirûşmeyên xwe derbikeve.

Karayilan ragihand ku niha 2 stratejî li holê hene, yek stratejiya azadiya Kurdan, ya din jî stratejiya dewleta Tirk a Osmaniya Nû ye ku armanc dike Kurdan îmha bike. Karayilan anî ziman ku PDK di stratejiya dewleta Tirk de cih digire. Karayilan diyar kir ku piştî dewleta Tirk biryara şerê topyekun da, di salên 2015, 2016’an de 2 caran bi rayedarên PDK’ê re hevdîtin kir û pêşniyar kir ku ji bo parastina destkeftiyên gelê Kurd bi hev re tevbigerin û got ku lê tevî vê yekê jî PDK teslîmî dewleta Tirk bû.

Nirxandinên Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan ê ku beşdarî Bernameya Taybet a Stêrk TV bû, bi vî rengî ne:

Tecrîda li ser Rêber Apo 3 sal û 5 meh in, ango 41 meh in dewam dike. Li ser tecrîd û çalakiyên ku li hemberî tecrîdê pêş dikevin, hûn ê çi bêjin?

Destpêkê ez ji bo Rêber Apo silav û rêzdariyên xwe pêşkêş dikim. Bi esasî tecrîd ne 41 meh, 26 sal in heye. Her tim hebû. Ji ber ku 41 meh in qet agahî nînin. Lê belê her tim tecrîd li ser Rêber Apo hebû. 26 sal in Rêber Apo li girtîgeha Îmraliyê têkoşîn, berxwedan û seknekê raber dike. Ev pir bi wate ye. Ji bo hebûna gelê Kurd, ji bo azadiya gelê Kurd, ji bo wekhevî, xwişk-biratiya gelan, ji bo azadiya jinan, ji bo demokrasî û azadiyê tê meşandin. Têkoşîneke bi îradeya ji pola, bi salan bi sebreke mezin û bi şêwazekî wisa bi ser hêza mirov re tê meşandin. Li hemberî vê têkoşîna ku em dikin, bê guman hîna ne temam e. Yanî îro Rêber Apo bi vê sekin û têkoşîna xwe barê herî mezin rakiriye. Divê em bar sivik bikin. Em li hemberî sîstema qirkirinê, psîkolojîk êşkenceyê têkoşînê bilind bikin. Dema mirov di vê çarçoveyê de lê dinêre, ne bes e. Asta ku îro heye ne têrker e, kêmahî hene. Lê belê gelek ked jî heye. Yanî hewldana gelê me hem li beşên Kurdistanê hem li dervey welat û hewldana dostên me heye. Yanî ev pêngava cîhanî asteke xwe heye. Bi taybet van rojên dawiyê ji Xelatgirên Nobelê 69 kesan daxuyanî dan, name şandin. Bê guman ev pir bi wate ye. Beriya wê jî li gelek welatan kesên naskirî, siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan, hiqûqnasan daxuyanî dan. Helwesteke navneteweyî jî û neteweyî heye, lê belê weke min got, ne têrker e, divê mirov vê hîn xurt bike. Em bi xwe weke tevger divê di xeta Rêber Apo de bi temamî xwedî li erka xwe derkevin. Têkoşînê hîn bilind bikin û wisa barê Rêber Apo sivik bikin. Wisa sîstema qirkirinê ya tecrîdê, bişikînin. Ev erka me ya demî ya herî esasî ye. Di vê çarçoveyê ez bang li hemû welatparêzên Kurdistanê, hemû milîtanan û dostan dikim ku em têkoşînê bilind bikin.

Em dikevin salvegera 40’an a pêngava 15’ê Tebaxê. Hûn li ser pêngava 15’ê Tebaxê çi dibêjin?

Destpêkê ez 40’emîn a pêngava 15’ê Tebaxê, cejna vejînê li Rêber Apo, li gelê me, dostên me, gelên Rojhilata Navîn, li tevahî xebatkaran pîroz dikim û di sala 40’emîn de ji bo her kesê serketinê dixwazim. 40 salên ku derbas bûyî, di dîroka gelê me de xwedî cihekî taybet e. Ev 40 sal bi berxwedanên pir mezin, bi tîpên zêrîn hatiye nivîsîn. Bi xwîna şehîdên qehreman hatiye xemilandin. Ez tevahî şehîdên şoreşê di şexsê Fermandarê Nemir Rêheval Egîd (Mahsum Korkmaz) de hemûyan bi rêzdarî û bi hurmet bi bîr tînim û sozên me dayî wan car din dubare dikim. Pêngava 15’ê Tebaxê li hemberî siyaseta qirkirin û tunekirinê, pêngavekî hebûn û azadiyê bû. Hîna 1925’an plana Şark Îslahat li Kurdistanê, siyaseta qirkirinê bi berfirehî meşand. Lê di salên 70’î de derketina Rêber Apo çêbû û wisa hinek komên Kurdî çêbûn, dîsa PKK ava bû û şerê Hîlwanê, Siwerêkê pêk hat û berxwedanek hate raberkirin. Berxwedaneke Kurdewarî pêş ket û li hemberî vê cuntaya faşîst a 12’ê Îlona 1980’an pêk hat û erka herî esasî ya cuntayê ew bû ku plana Şark Îslahat li Kurdistanê pêk bîne, siyaseta xwe ya qirkirinê temam bike. Yanî wisa lê hat ku mirovan di hundirê mala xwe de nediwêrî bi Kurdî biaxivin. Ev qas zordestî, li ser çand, ziman û hebûna zimanê Kurdî hebû, zext hebû. Bê guman Rêber Apo beriya her kesî ev xeterî li ser civaka Kurd dît û ji bo wê jî amadekarî kir. Amadekariya pêngavê kir, car din ê ku ev niyeta dijmin dîtî, hevalên di zindanê de bûn. Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Ferhat Kurtay ev heqîqet dîtin, lewma xwe feda kirin. Ruhekî fedayî li hemberî vê siyaseta qirkirinê pêş ket. Jixwe pêngava 15’ê Tebaxê jî bi pêşengiya heval Egîd, bi heman ruh û biryarê pêk hat. Bê guman ne tenê derketineke çekdarî bû. Raste çekdarî bû, lê wateya xwe ya îdeolojî, çandî, siyasî, civakî hebû. Vê yekê her ku çû xwe îspat kir, dema ku civakê jî bi çavê xwe temaşe kir û dît ku rêbazeke nû, rêbaza gerîla heye ku nakeve, di nava civakê de bawerî pêş ket. Ji 84 heta 90’î di têkoşîna hatî meşandin de, civaka Kurd bi taybet di serî li Bakurê Kurdistan êdî bîr û bawerî çêkir. Ji ber wê ew Kurdên mirî, sax bûn, daketin kolanan, yanî şoreşeke civakî û demokrasiyê pêk hat. Wisa civaka Kurd xwe nû kir. Hêvî pê re çêbû, cesaret pê re çêbû. Bi cesareteke mezin daketin kolanan. Ev şoreşa vejînê ye. Vejîn ev e, şoreş ev e. Şoreş pêk hat. Li Cizîra Botan, keça Kurd a Êzidî hevala Bêrîvan (Binevş Agat) destpêkê di nava gel de xebat kir, çalakiyên çekdarî kirin, piştre li kolanê Cizîrê bi qehremanî şer kir û şehîd bû. Ew jî wisa bû şewqek. Yanî di şikandina desthilatdariya zilam, di şikandina koletiya jin da bû destpêkek. Wisa şoreşa jin bi xwe re pêş xist. Destpêk ew e. Yanî wisa pêngava 15’ê Tebaxê roleke pir girîng di nava civaka Kurd de lîst. Bi esasî yanî di 9 salên dawî de bi ser ket, Rêber Apo di sala 93’yan de agirbest îlan kir. Wê demê rêzdar Celal Telebanî jî hat agirbest îlan kirin. Ji ber ku pêşî li tunebûnê hat girtin û meseleya Kurd ji bo çareserî anî ser maseyê. Lê belê dewleta Tirk ti caran niyeta xwe ya qirkeriyê neguherî, ji wê demê û heta niha hem ji bo armanca wan a siyaseta qirkirinê bişikînin û biguherînin, em têdikoşin. Jixwe pêngava 15’ê Tebaxê di salên ewilî de encam girtibû. Roja îro jî bi vî ruhê têkoşîn tê meşandin. Ev ruh ruhê serketinê ye. Teqez ev ruh wê me bibe serketinê.

We girîngiyên 15’ê Tebaxê ji bo Bakur got. Gelo bandora vê pêngavê li ser parçeyên din ên Kurdistanê çawa bû?

Bê guman li ser tevahî Kurdistan bandorê xwe hebû. Jixwe xebatên Rêber Apo li Rojavayê Kurdistanê hebûn. Gelek heval di wê demê de beşdar bûn. Lê belê ji bo beşê Kurdistanê yên dîtir, Başûr û Rojhilat jî bandorên pêngava 15’ê Tebaxê hebû. Nimûne, ji salên 88 û şûn ve di dema Enfalê de pêşmerge li Başûrê Kurdistanê paşve kişiyan. Car din di heman demê de li Rojhilatê Kurdistanê jî wisan qonaxeke krîtîk qewimî, her wisa êrîşên dagirkeriyê xurt bûn. Qonaxek weke ku paşve diçû, hebû. Tam di wê demê de, di salên 88, 89, 90’an de li Bakurê Kurdistanê bilindbûna şerê gerîla ji bo tevahî Kurdistanê bû hêvî. Wisa xwedî rolekî pir girîng bû. Piştre ev şerê gerîla veguherî serhildanê. Dema ku gelê me yê Başûrê Kurdistanê dît mirovên me yên li Bakur singê xwe didin ber tang û panzeran û li kolanan şer dikin, wan dît ku Sedam jî hinekî qels bûye bi wê bandorê 5’ê Adara 1991’an raperîna Başûrê Kurdistanê çêbû. Mirov nikare bandorê berxwedana Bakur jê qut bike. Yanî her ku çû pêngava 15’ê Tebaxê rolê kesayeteke neteweyî girt û piştre jî wisa êdî aliyê xwe yê herêmî, herêma Rojhilata Navîn gav bi gav pêş ket. Ji ber ku li hemberî faşîzmê berxwedaneke şoreşgerî bû, berxwedaneke demî bû, ji ber wê jî wisa bandorek ava kir. Lê belê bandora wê ya li ser civaka Kurd girîng e. Yanî Bakurê Kurdistanê, nîvê Kurdistanê ye. Ger li Bakurê Kurdistanê derketineke wisa nebûya, bê guman wê li beşên din jî doza azadiyê lewaz bûya. Lê li Bakur ev rabûn hêz da civaka Kurdistan, hêz da neteweya rizgariya Kurdistan.

Dîroka têkoşîna çekdarî digihije salvegera xwe ya 40’emîn. Di sala 41’emîn de derbarê asta taktîk û performansa ku HPG’ê bi dest xistî, hûn çi dibêjin?

Destpêkê divê em vê bêjin, çend salên derbas bûyî bi hêsanî derbas nebûn, me gelek egîd, hevrê di vê têkoşînê de şehîd dan. Bi saya şehîdan ev 40 sal weke destanekê pêk hat û heya roja îro berdewam kiriye. Hevalê Ebas got, yekem care 40 salî bê navber berxwedanek li Kurdistanê dimeşe. Ev raste. Heman demî 4 sal in, yekem care, di heman sengerî de îro li Rojavayê Zap şer dewam dike. Ango dewleta Tirk weke hêzekî endamê NATO her cure çekên serdemê di dest de hene û hemû çek li hemberî gerîla bi kar tîne û çekên qedexe yên taktîk nukleer û cur be vane jî hemû bi kar anî, lê car din ev 4 sal in nikare Zapê bigire. Ev bê guman astek e. Yanî eger astek nebûya, ev 4 sal in ev qas teknîk tê karanîn. Dewleteke wisa têra xwe leşkerên xwe heye.

Her weke din ev qas kîmyesal bi kar tîne…

Kîmyesal, her cure rêbaz bi kar tîne. Bomberdûmana hewayî heye, topbarana bejahî heye. Yanî wisa hemû şer û teknîk dewleta Tirk dixwaze bimeşîne. Lê car din jî nikare têk bibe. Bê guman tarz û astek heye. Ev yek nîşan dide ku gerîla 40 sal in tecrube girtiye û asteke xwe heye. Di vê çarçoveyê de niha li Metîna, li rojavayê Zap berxwedaneke dîrokî heye. Ez hemû hevalên di vê berxwedanê de ne silav dikim û di van şer û berxwedanan de, şehîdên me yên herî dawî hene. Ez her du rêhevalên canfeda û heval Sîdar, berxwedanvanê Eyaleta Şehîd Delîl a Rojavayê Zap bi rêzdarî bi bîr tînim. Car din tevahî şehîdên Metîna, di şexsê rêheval Newal û Rusteman de tevahî şehîdên Xakurkê, di şexsê rêheval Bahoz Hewlêr de ku ji Kobanê ye, di şexsê van qehremanan de tevahî şehîdan ez bi rêzdarî bi bîr tînim û sozên me dayî wan car din dubare dikim. Yanî divê mirov vê bêje ku ev 4 sal bi rastî keda Rêber Apo bi berxwedana şehîdan wisa meşiyaye, dîrokek ava kiriye û tecrubeyek derxistiye holê. Ji xwe ez dikarim bêjim ev têkoşîna ku îro gihiştî vê astê, li ser sê lingan e. Yek felsefe, îdeolojiya Rêber Apo û felsefeya Apogerî, ev ruh li ser van hîman hate avakirin. Di keç û xortên Kurdan de kelecan çêbû, îradebûn û fedayîbûna pêş ketî yek bingehê xwe ev e. Ruhê fedayî, fedakirin û cesaret. Ya din jî tecrube ye. Tecrubeya 40 salî ye. Ji ber ku em li ser tecrubeya xwe perwerde jî dibînin. Yanî her hevalek nû tevlî bûye, weke 40 salî tevlî bûyî perwerde dibîne. Ya sêyem jî taktîk û afirînerî ye. Teknîk hakimiyet e. Bi rastî dibe ku em dereng man. Jixwe Rêber Apo di wexta xwe de têkildarî vê mijarê pir rexne jî kirine. bi rastî em dereng man, lê belê taktîk û afirînerî bi derengî be jî pêş ket. Ev asta niha heyî, performansa niha heyî, ger me 20 sal berê pêş xistiba wê rewşa me cuda ba. Hetta 10 sal berê jî eger me ev rêbaz û şêwaz, ev taktîk, çarçove û rewşa hêz, pisporî eger ku vana hemû bi hev re hebûna, dibe ku encam wê cuda ba. Weke me got yanî derengî jî be, îro astek çêbûye. Taktîk vekirin çêbû. Li hember êrîşên dijmin ên hewayî wisa pêşxistina şerê tîmên pispor ên nîv tevger û koordînekirî û piştre pêşxistina şerê binerd, wisa şerê binerd de cur be cur rêbaz û taktîk pêş xistin û car din pêşxistina pisporiya şervan û gerîla pêşxistin… Taktîk, afirênerî û kûranî vaye astek bi xwe re ava kir. Car din di teknîk de di astekî de kûranî çêbû û wisa teknîk ket bin xizmeta taktîk, vê jî taktîk hîn zêde dewlemend kir. Yanî wisa ez karim bêjim astek heye. Lê belê temame, na, hîna kême. Yanî kêmahiyên me hene. Wek min got, van tiştan bi hêsanî nabe, îro berxwedanên niha li Metîna, Zap û Bakur tê meşandin. Vaye her roj li Bakur şer diqewime. Yanî vaye bi hêsanî nabe. Em berdêlê û fatûraya wê didin. Ev fedayîbûn, zanebûn û kûraniyekê dixwaze. Ya girîng divê mirov demê rast fêm bike, li ser vî hîmê di me de wisa pêşveçûna tarz, pêşveçûna aqlê şer pêş ket. Hinekî pêş ket. Hîn ne temame. Lê belê niha, mirov wisa dikare bêje yanî êdî me li gorî xwe tarzek ava kiriye û wisa êdî tarzek hatiye pêşxistine, taktîk vekirin çêbûye û aqlê şer û doktirîn hatiye avakirin. Berxwedana niha tê meşandin, li ser vê hîmê tê meşandine. Ne wisa bûya, ti kesê nedikarî li hemberî ewqas êrîş, teknîk, ewqas leşker, bi hezaran leşkeran tînin, wisa yanî hem îrade û hem taktîk, afirênerî, hem tecrube di bingehê de heye. Li ser vî hîmê îro em wisa dikarin bêjin, êdî gerîlayên azadiya Kurdistan gihiştiye asta şerê sererd wisa bi afirênerî bimeşîne. Şerê binerd bimeşîne û şerê ezmanî yê hewayî bimeşîne, ev nû ye û wê jî hîn jî şerê hewayî pêş bikeve. Ya çarem jî şerê sîber. Kêmahiyên me di vir de hene. Lê belê wê pêş bikeve. Wisa li gorî rêbazên serdemê, di şer de nûbûn tevahî waran de bersivdayîn wê pêş bikeve û wisa Gerîlayên Azadiya Kurdistan, nûjenbûnê di xwe de çêdike û îradebûnê pêş dixe û felsefeya Rêber Apo di nava xwe de kûr dike û wisa dibe hêzekî nekeftî. Dewleta Tirk tim dibêje me ew tune kirin, hetta hinek Kurd, herhal PDK jî jê bawer dike ku lewma wisa beşdar bûye. Yanî ev asta ku îro Gerîlayên Azadya Kurdistan bi dest xistî nahêle dijmin encam bi dest bixe. ji ber ku hêzeke nekeftî çêbûye. Ya din jî em ne tenê refek in. Ne tenê li yek herêma Behdînanê, li her derê hene. li pişt me bi milyonan hene. ewqas ciwanên Kurd, keç û xortên Kurd hene. Yanî ev weke lehiyekê dimeşe û heta azadiya Kurdistanê wê ev lehî neyê sekinandin û ti bend nikarin li pêşiyê bibin asteng. Wê her nekeftî be û her tim bi ser bikeve.

Berê Wezareta Şer a Tirk her tim yekalî daxuyanî didan, her tim behsa windahiyên we û êrîşên dagirkeriyê dikirin, çend roj berê di daxuyaniya xwe de behsa daxuyaniya we kirin û we derewandin. Têkildarî vê mijarê hûn ê çi bêjin?

Raste derbarê şerê niha heyî de, yanî hem wezareta parastinê yanî wezareta şer hem jî ya hundirîn daxuyaniyan didin. Bi taybet ev wezareta şer bi hefteyî daxuyaniyan dide, weke din jî nahêle ti kes li Tirkiyeyê di çapemeniyê de qala tiştekî din bike. Yanî ji bo kontrol li ser çêke, di çarçoveya şerê psîkolojîk de bi rêve bibe wisa daxuyaniyan didin. Daxuyaniyên wezareta parastinê ya Tirk ji sedî 95’ê derew in. Nerast in. Mesele niha daxuyaniya herî dawiyê de dibêje ku ji 1’ê Çileya 2024 heta demê daxuyanî dayî yanî heta dawiya Tîrmeha 2024’an dibêje me 1652 kes kuştin. Yanî ji me kuştine. Bê guman tenê qala Başûr û Rojava dike. Yanî Bakur derveyî vê ye. Ev derewe. Em yên xwe dizanin, mesele yê me di van 7 mehên derbas bûyî de, ango ji 1’ê Çileyê heta Tîrmeha 2024’an hem li Bakur hem li Başûr şehîdên me 99 heval in. Weke din nînin. Yanî ev jî raber dike ku ev wezaret, wezareta şerê psîkolojîk e, derewan dike, heta me ji Rojava jî pirsî, dibêjin me windahî nedan, heta me gelek derewandin, lê piştre me dest jê berda. Çima? Dixwazin di raya giştî de weke ku tim li wir şer dikin, xwe wisa nîşan bidin. Jixwe derbarê me gerîla de jî agahiyên bi vî rengî didin, lê ev agahî ne rast in. Weke min got, weke şerê taybet vê wisa dimeşînin. Ya din jî jixwe piştî ku sicîlên şehîdên me hatin, em eşkere dikin. Belkî heman rojê em eşkere nakin, lê piştî wê demekê em eşkere dikin. Yanî em şehîdên xwe îlan dikin, piştî wê demekê tu dinêrî çapemeniya Tirkiyeyê, di TRT’ê de daxuyaniya Wezaretê Hundir derdikeve, dibêje MÎT’ê operasyoneke pir girîng li ser PKK’ê pêk aniye. MÎT’ê ew şopandiye û piştre jî operasyon kiriye û filan kes şehîd kiriye. Lê halbûkî berê mehekê me ew îlan kiriye û ew ne li wir bû. Yanî derew e. Bi eqlê civakê dikenin vana. Rastî jî yanî dihesîbînin ku civakê wan qet çapameniya me guhdar nake. Ji bona vê yek alî derewên wisa diweşînin. Yanî civaka me divê bi van derewên dijmin bawer neke. Em bixwe jî wek şoreş tiştekî em naveşêrin. Wek min got bi derengî be jî ji ber dokûman her tim dest me de hazir nabin em rastiya şoreşgerî her tim bi gelê xwe û raya giştî re parve dikin.

Êrîşên desthilatê AHP-MHP’ê li hember çanda Kurdan berdewam dike, ciwan û jinên Kurd ji ber govend digerandin hatin girtin. Gelek ciwan hatin girtin, gelek jin hatin girtin. Vê mijarê mirov çawa binirxîne û li hember vê divê çi bê kirin?

Niha civakekê hinek taybetmendiyên xwe hene. Van taybetmendiyane rumeta civakê ne. Dewleta Tirkiye dixwaze rûmeta civaka me xera bike. Ji bo vê mêze bikin mesela dayîkên emrê xwe 83 salî digire dike zindanê. Kalên 75 salî, 80 salî dixe zindanê. Goristanên me hene, êrîşî goristanan dike û tasfiye dike. Tahamûla xwe nîne. Mesela hevalên zîndanê de nexweşin li ber şehadetê ne bernade bi qestî bernade. Yanî kînek xwe heye. Û wisa dixwaze rûmetên civakê xera bike. Heman tişt di mesela çandê de jî wisa ye. Yanî her çiqas dibêjê me TRT Kurdî vekiriye, nizanim me ziman serbest kiriye, lê bi esasî dixwaze ji holê rake, heta bi riyê TRT Kurdî jî vê karî dixwaze bimeşîne. Yanî wisa Kurdê azad Kurdê çandê serbixwe pêş dixe, çanda Kurdî dixwaze tune bike. Ji bo vê mesela piştre ji bo trafîkê nivîsandina Kurdî xerab dike, qedexe dike. Heta êdî daweta Kurd jî li Wanê, walîyê Wanê niha bi destûrê ve girêdaye. Yanî vaye Kurd êdî bi serê xwe nikarin daweta xwe jî bikin. Ji govenda Kurd acizin. Ji zimanê Kurdî acizin. Sedemê xwe çi ye, siyaseta dewletê ji bo Kurd siyasetê tunekirinê ye. Ango qirkirin e. Ji ber vê lazime civakê me xwedî li van nirxên derkeve. Di vê mesele her kes mala di xwe de li her derê bi zimanê Kurdî biaxive û Kurdî binivîsîne. Yanî ciwanên hêja divê temaşe bikin, ez Tirkî jî baş dizanim. Çima vê li vê derê daîmî bi Kurdî diaxivim. Vaye sedemek xwe heye. Berê carekê hinekan got ji Tirkî hez nakin, ne ku ez hez nakim. Ez ji Tirkî hez dikim, feqet li ser zimanê me siyaseta qirkirinê heye. Divê em zimanê xwe çanda xwe lê xwedî derkevin û bidin pêş. Her kes divê têkildarî vê xisûsê baldar be. Li erka netewî xwedî derkeve. Cardin govend, niha nimûneyekê Afrîkaya Başûr heye. Li Afrîkaya Başûr li hember rejîma nîjadperest a Apartheîd berxwedana gel a civakî hebû. Weke serhildanan jê re dibêjin. Wê çaxê reksakî wan hebû. Ji vê re dibêjin; tayî tayî. Wisa di cihê xwe de dilîzin. Rejîma Aparteîd ji vê pir aciz bû. Yê ku wisa dikir hinek înfaz dikirin. Gukê berda wan. Wana jî di vê de israr kir. Bi ew reksa toyî yoyî serhildana xwe geş kirin, mezinkrin va piştre jî ew rejîma nîjatperest a Apartaîd têk birin. Niha divê em jî li govenda xwe xwedî derkevin. Em jî bên tawu tawu li her derê bidin govendê. Li her derê em govenda Kurdî bigerînin zimanê Kurdî biaxivin, li her derekî. Cardin mesela hinek mehkemê wan dirûşmeyan ‘Bijî Serok Apo’ wekî azadiya fikir girtine dest û gotin, ev dirûşme ne tawan e. Ango ne sûc e. Ruxmî wê polîs digire, ciwanan digire. Çi ye dibêje we dirûşme avêtiye. Ev dirûşme ne sûc e. Feqet ruxmî vê jî digirin. Yanî bixwe hiquqa xwe binpê dikin. Wê çaxê em li derê divê Kurdî biaxivin. Li her derê divê govendê bigerînin û bêjin tew tew û li her derê divê bêjin ‘Bijî Serok Apo’. Em meşru bikin. Rewa bikin vana. Yanî wisa divê em wê nêzbûna dewleta ku dixwaze rûmeta civaka me xera bike, ji çav bixîne, bênasnamebûnê pêşbixîne, divê em li hemberî wê wek helwesteke civakî netewî van tiştan li her derê bidin pêş.

Di herêmê de gelek  qeyran, alozî û pêşketin heye. Di vê gengeşiyê de dewleta Tirk jî di aliyê neyinî de rola katalîzor dilîze. Dewleta AKP-MHP bi vê nêzîkatiyê dixwaze çi bike. Stratejiya dewleta Tirk a herêmê çi ye?

Niha roja îro û şerê cihanê ya sêyem bi şêwazekê diqewime. Navenda vî şerî Rojhilata Navîn e. Kurdistan e û Fîlîstîn e. Her çiqas niha li Ûkraynayê jî şer hebe, lê belê navend Rojhilata Navîn e. Ji ber ku pirsgirêkên herî giran û girîng li vê herêmê diqewime. Niha şerê Fîlîstînê bêhtir wek çapamenî vekirî tê meşandin. Lê yê Kurdistanê ji çapameniyê re girtiye. Li ser Kurdistanê jî şerekî dijwar heye. Lê sansur ser heye. Tenê em dibêjin yek alî dibêjin. Yanî ji bo wê pir ji raya giştî re nabe mal. Mixabin ê li Kurdistanê niha wisa ye. Li Fîlîstînê yanî wek qetlîaman şer dimeşe. Yanî kujerî heye, qetlîman hene. Herî dawî qeyran hîn zede bû û wisa gumanê ku şerekî herêmî pêşbikeve çêbû. Vaye herî zêde dewleta Tirkiye dixwaze. Yanî Tayîp Erdogan bi şêwazekî birastî pir durî wisa her du aliyan dilîze. Dixwaze şerê herêmî çêbe. Çima? Ji bo ku aliyên ku bi şer bikevin, lewaz bibin. Ew bi xwe xurt bibe. Yanî diyare wisa her du aliyan dilîze û di vê navberê de dixwaze hêzên li ser Kurdistanê serwer di navbera wan de dij doza Kurd dij tevgera me wek îttîfaqê pêş bixe. Armanca xwe ev e. Dibêje divê em paktekî ewlekarî çêkin. Wisa yanî dixwaze ji zeyiftiyên hêzên herêmê îstîfade bike. Ew dixwaze xwe wisa xurt bike ji bo karibe siyesetê xwe ya li ser herêmê pêk bîne. Niha li pirsgirêkên li herêmê bi kuştin, bi qetlîam çareser nabe. Ne gelê Fîlîstînê bi qetlîaman kuştinan, ne jî Kurdistan. Çare ne vaye. Çare çareya mayînde perpektîfê Rêber Apo ye. Divê gelên herêmê heqîqeta hevdû bipejirînin, qebûl bikin û wisa bi diyalog hevbeş çawa tevbigerin, jiyan bikin, li rêya wê bigerin. Çare di wir de ye. Ji bo wê yekê em piştgirî didin vê hewldana agirbestê. Şerekî herêmî wê ne berjewendiyê gelan de be. Kesên firsetçî weke AKP-MHP, dixwaze ji vê îstîfade bike lê belê divê mirov rê nede vê. Ew bi vî awayî dixwazin pêşiya xwe vekin. Ji bo armanca xwe li ser herêmê pêş bixînin wisa tehrîq dikin û bi rastî jî dixwazin şer çêbibe. Lê belê pirsgirêkê herêmê bi şer çareser nabe. Herî dawî alî mecburin diyalog çêkin û wisa karibin biçin çareseriyek.

Stratejiya esasî yê herêmê çi ye?

Dewleta Tirk di van deh salên dawî de ji bo xwe stratejiyek nû esas girt. Ev girîng e. Yanî di salên 2014’an de şerê li dijî DAÎŞ’ê pêş ket û Kurd tê de derketin pêş. Şoreşa Rojava bêriya wê çêbûbû. Jixwe li Başûr statuya Kurd heye, li Bakur HDP’ê wisa dengekî bilind wergirt, ji sedî 13 deng girtin. Dewleta Tirk ji van pêşveçûnên Kurd tirsiya. Wê Tirkiye parçe bibe. Wê Tirkiyê biçûk bibe. Ji bo Tirkiye biçûk nebe divê em mudexele bikin, em şer bikin. Û Tirkiye wek berê nabe, divê em Tirkiye mezin bikin. Li ser vî esasî di nava pergala dewletê de hêzên heyî ango wekî AKP-MHP, Ergenekon, Vatan Partîsî, Avrasyacî hemû jî bûn yek. Û Erdogan wekî koordîne ji bo xwe bijartin. Yanî qebûl kirin. Ji ber Erdogan derfetê xwe heye. Civaka heye. Wisa li ser vê bûne yek. Berê hemû dijî hevbûn. Mesela MHP dijî AKP’ê bû. AKP û Ergenekon dijminê hevbûn. Ma ne Ergenekoncî hatibûn girtin. Vana yanî hemû hatin gel hev gotin tu xeter ser Tirkiye divê em bibin yek, wek bê em bi hişmendiya Osmaniya nû em tevbogerin. Em xwe di vê serdemê de mezin bikin. Ango xwe di herêmê de bikin bikin dewleteke herêmî, emperyal. Ji bo vê jî mîsaq-i mîllî em dagir bikin, em Suriye, Iraq wisa bixin bin hîmaya xwe. Ji ber van ferasetan wan niha leşkerê xwe di Iraqê de, Suriyê de leşker şand Lîbya şandin. Heta Somalî, Nîjer şandin îşte Azerbeycan yanî dewleta Tirk stretejiyake nû wek konseptek ji bo xwe pejirand û li ser vî esasî ev desthilat niha çebûye. Tiştê di vir de xerab statuya Kurd azadiya Kurd ji bo xwe xeter dibîne. Ev dixwaze siyaseta qirkirinê, tunekirinê li ser civaka Kurd bimeşîne wisa xwe mezin bike. Yanî Osmaniya nû bi esasî hişmendiya xwe Turanîzm e. Dixwaze Tirkçîtiyê pêş bixe. Dixwaze wisa xwe mezin bike. Biryar û stratejiya dewleta Tirk a nû ev e.

We stratejiya dewleta Tirk nirxand. Gelo piştevaniya PDK’ê û vê stratejiyê, mirov çawa şîrove bike?

Ev mijarek pir balkêş e. Niha destpekê wexta dewleta Tirk ev konsept û stratejî ji bo xwe qebûl kir em pê hesiyan. Em dişopînin. Me wê çaxê xwest bi aliyê Kurdî em parve bikin, bi gelek rêxistinan re me parve kir. Ango dewleta Tirk wisa gihîştiye konsepteke nû û xeternak. Ev ji bo tevahî Kurdan xetere, divê em jî li hemberî vê xwe bikin yek. Stretejiyeke neteweya Kurd hebe. Ev xeteriya ji Tirkiye tê em çawa vala derxînin, li ser vê me guftugo meşand. Wê çaxê di salên 2015-2016’an ez bixwe du caran çûm e gel rêveberiya PDK’ê, van mijaran me bi wan re nîqaş kir. Wê çaxê me nîqaş kirî de, digotin rast e wisa ye. Em bi hev re bin. Me biryar digirt ku îşte divê komîsyon çêbin ji bo pirsgirêkan çareser bikin fîlan. Piştre komîsyon neketin meriyetê. Her du car jî yanî ruxmî biryarê civînê hebû, lê neket meriyetê. PDK’ê xwe wisa paş de girt. Temaşe kir. Piştre di sala 2017’an de ew Referandûm hate pêşxistin. Di pêşengtiya rêveberiya PDK’ê de jî ew bû. Dema Referandûmê dewleta Tirk adeta dujin kir. Çû bi Îranê re hevdîtîn kir, Iraqê re hevdîtîn kir. Leşkerên Iraqê anî Silopî. Got, em ê bi hev re mudaxile bikin. Yanî dijberiya xwe baş aşkere kir. Esas ev kiryarê Tirkiye ev gotinê me piştrast kir yanî. Mesela me hêvî dikir ku bi vê yekê PDK van rastiyan bibîne belkû em nêzî hev bibin. Lê belê me dît PDK çû teslîmî Tirkiye bû. Wisa ye, mirov dikare beje teslîm bû. Ji ber ku Tayîp Erdogan bixwe got ez ê we birçî bihêlim, her tişt got. Lê belê piştre çûn ber Tayîp Erdogan û pêşîya wî sekînin. Ev teslîmiyete esas. Niha nimune ev di dîrokê de jî heye. Yanî mesela ji salên 1830 û 32’yan û şûn ve wê çaxê dewleta Osmanî pir lewaz bûye. Li Kurdistanê, îşte li Rewandûz, mîr muhamed Rewandûz pir xurt e. Car din li Botanê îşte mîr Bedîrxan Beg hîn nû ciwan e. Wisa xurt dibe ye. Pêşerojek ji bo xwe dibîne. Heger ku her du bibin yek dikarîn dewlet îlan bikin. Yanî tu kesekî wisa pêş wan astengekî mezin çêke nîne û quwetê xwe zêde xurt bibine. Lê çi dikin? Mîr Mihemed Rewandûzî êrîşî Botanê dike. Dixwaze hêzê Bedirxan Beg têk bibe. Car din heman deme êrîşî Şengalê dike, jixwe ferman li ser gelê me yê Êzidî rakir. Bi hezaran kes di wê fermanê de hatin qetilkirin. Yanî wisa xwe bi xwe li hev xistin. Ê çi bû, Mîr Mihemed Rewandûzî têk çû. Yanî ne di wî şerî de, piştre ji hêz hat xistin. Dewletan ew têk bir. Piştre jî dewleta Osmanî bi piştevanî bi teşwîqê Îngîlîz, Fransî hate ser Bedîrxan Begê. Ew jî tesfiye kir. Wisa ev derfet ji dest çû. Ê niha jî wisa ye, eynî ye. Yanî bi vî rengî dixwazin derfet ji dest me bibin. Divê em rê nedin vê. Teqez divê em wek Kurd wek welatparêz di vê serdema 21’an de em nehêlîn dîrok xwe dubare bike. Doza azadiya Kurd em bilind bikin, bi ser bixînin. Yanî du stratejî li holê hene. Yek stratejiya azadiya Kurd yek jî stratejiya Osmaniya nû ya dewleta Tirk e. Armanca wê tunekirina Kurd e. PDK çû gel stratejiya Tirkiye de cih girt. Yanî bi rastî ev wê çawa bê îzahkirin. Pir balkêş e yanî. Ji ber ku ew xwe jî dibêjin em Kurd in. Bi navê Kurditî tevdigerin. Başe evna jî dixwazin Kurd ji holê rakin. Stratejiya wan va ye. konseptê wan xistiye bin biryarê ya MHP, Ergenekon e. Ev nîjatperest in. Evane hebûna Kurd ji bo xwe xetereyeke netewî dibînin. Naxwazin statuya Kurd hebe. Kurd hebin. Lê niha, niha beşekê vê stratejiyê PDK ye. yanî birastî vaya mijarekî pir girîng û rewşekî muhtacê îzahê ye. Ew lazime îzah bikin. Li gorî me di alî Kurditî de îzaha vê nîne. Îzaha vê nîne. Ev eşkere ye. Evana dixwazin ev tevahî destkeftiyên gelê Kurd ji holê rakin. Mesela piştî wan piştî ev konaxê Referandûmê Tirkî wisa ew kir. Yanî ji bo ku tu derketin û tevgerên derveyî kontrolê nebin biryar girt ku deverên Başûrê Kurdistan ê stratejîk dagir bike. Eynî biryar ser Suriyê jî girt. Ser Rojavayê Kurdistanê jî girt. Kêngê ev girt. Piştî 2017’an. Çima? Ji Referandûmê tirsiyan ji bo car din tiştek nebe, serxwebûn tiştek wisa îlan nekin, xwest bixwe were têkeve. Niha dibêje ji bo PKK’ê hatiye. Ya ne ji bo PKK ye. Biryar girtin biryar. Va dewletê karar girtiye ji bo ku tiştek dervayî kontrolê pêk neyê, lazimê Başûrê Kurdistan, deverê stratejîk bigire. Lê geriya hincet çi kir. Hincet wek PKK raber kir. PKK nebûya wê hincetek din biditina. Wê bigotana mesela Tirkiye Tirkmenên li Kerkûkê xeterê de ne em ji bo wan tên. Wê tiştekî din bidîtana. Yanî ya esas dewleta Tirk biryar girtiye ku Başûrê Kurdistan û Rojavayê Kurdistan, destpêkê fermî wek tampon dagir bike, dirêjî esas mîsaq-i mîllî dagir bike. Misaq-i mîllî veşartiye. Resmî zimanê resmî nabêjin lê wek Bahçelî dibêjin, nivîskarên wan dibêjin, şîrovekarên wan dibêjin. Feqet Tayîp Erdogan bi xwe qala mîsaq-i mîlî nake. Berê behsê kiriye. Di ew ê wan, stratejiya wan de Misaq-i Milî heye. Wisa li ser Iraqê jî çêkirina hikûmraniyê. Lê belê tiştê eşkere qal dikin ma di civîna Neteweyên Yekbûyî de Tayîp Erdogan xerîte raber kir. Wê çaxê wê Rojava re wer kir. Lê ya esas min wê çaxê jî got ev ji bo Başûr jî derbasdar e. Ev dixwazin tampon çekin. 30-40 kîlometre. 30-40 kîlometre ku çêkin Başûr mesela yanî sedî 15’î xwe diçê. Yek jî deverê herî stratejîk diçin. Yanî Tirkiyê vê xistiye bin biryarê. Lê belê ruxmî vê jî PDK alîkariya wan dike. Li kêlekê wan cih digire. Ji bo vê min got îzaha vê tune ye. yanî di vir de PKK hincet e, nizanim vana ne wergaye. Vana wê hincetekî din jî bidîtana. Ez vê jî bêjim dewleta Tirk ew cihên ku dagirkirin, qet û qet jê dernakeve. Jixwe yekî bişopîne dibîne ev rê çêdike, ev mesrifê lê dike, ev sengerê ku ava dikin ne ji bo 10’an salan e. Ji bo mayînde bimîne. Xwe hîn fireh bike. Ma va çawa nayê dîtin. Divê ev bê dîtin. Lê em dinêrin tevgerîn cuda ye. ji bo vê ez li vir dixwazim bangê gelê me bikim. Gelê me yê Başûrê Kurdistan, di serî de gelê me yê Behdînan. Ew bixwe bi çavên xwe van tiştane dişopînin, dibînin. Me destpêkê de biryar girt me got em ê berxwe bidin. Em ê biparezin. Ji bo parastina axa Başûrê Kurdistan axa pîroz çi ji dest me hat heya niha me kiriye. Û me bedel daye em dewam dikin û em ê dewam bikin. Niha ew dixwazin mesela Garê bigirin. Garê bigirin çawa dibe? Garê wekî girê raserî Musilê ye. di ortê Hewler û Duhokê de ye. dilê herêmê de ye. Em rê nadin vê. Em ê li berxwe bidin. Li dijî dagirkerî em şer bikin. Ne vê re alîkar bin. Ne jî ber birevin. Em narevin. Heya niha me 4 salin çi raber kir, ji vir û wê ve jî em ê wê raber bikin. Ji bona gelê me piştavaniya me bike. Em karekî welatparêzî dikin. Û em dijmin encex bi berxwedan ji bê derxistin. Û dikarin derxin. Berxwedana me yê 4 salan heya niha hatî kirin raber dike, ger piştevanî hebe em dikarin derxin. Ji bona vê banga min ji bo hemû gelê me yê Başûrê Kurdistanê bi taybet eşîrên Kurdistanê ye, hinek wisa Kurdîtiya xwe parastine, hemû eşîr yanî pir dejenere nebûne. Welatparêzî heye em piştevaniya gelê xwe dixwazin û em ne ji bo pereyan şer dikin ne jî em ji kesî re girêdayîne. Em serbixwe ne. Em Kurdin Kurdistanî ne. Em şoreşger in. Me soz daye ku em ê vê axê biparezin. Em ê parastinê berdewam bikin. Lê em dixwazin welatparêzên Kurdistan, çi partî dibin çi eşîr dibin çi sazî sîvîl dibin piştevaniya me bikin ji bo ku em vê planê dijmin têk bibin. Dagirkerî ji holê rakin. Planê dijmin têk bibin, dagiriyî ji holê rakin, vî welatî biparezin. Banga me ji bo gelê me ev e.

Li gorî xuya dike li qadê em jî dişopînîn Iraq jî tevlî wê stratejiyê bûye. Di vê mijarê de hûn ê çi dibêjin?

Rast e, yanî ev siyaseta hikûmeta Iraqê 4 salên dawî dimeşîne, di dema Kazimî de demê niha de siyasetekê ne li gorî berjewendiyê gelê Iraqê ye. Yanî yek dikare ji min re bêje ma hûn berjewendiyê Iraqê dizanin, yanî ew bixwe nizanin?  Heqîqet li ber çav e. Dewleta Tirk çavê xwe berdaye Iraqê. Yanî hesabê xwe heye, mesele li Başîka leşkerên Tirk hebûn. Ebadî dema ku wê demê serokwezîr bû xwest ev leşker ji Başîka derkevin. Lê Tirkiye derneket û hîn leşker jî zêde kir. Çima? Hesabê xwe heye. Hinek aliyê Tirkmen dixwaze tevger bike, hinek aliyê Ereb-Sunî dixwaze tevger bike, hinek aliyê Kurd tevger bike û vana niha dikeye jî. Li Başûr û Iraqê pir dişixule. Ango hesabê hişmendiya Osmaniya nû li ser Iraqê û Başûrê Kurdistanê heye. Yanî ev siyaseta niha ya Iraqê, ji siyaseta Osmaniya nû re rê vekir. Niha dibe ku ev serokwezîr, hikûmet, hinek aliyê xwe yê xişîm hebin, tecrube kêm be. Dibe pirsgirêkên wisa hebin, lê belê esasê desthilat em dizanin ku rêveberiya çarçoveya hemahengî ye. Rêzdar El-Malikî, Hadî Amirî, Qeysî Elî, Ebadî evane çawa vê rewşê nabînin û erê dikin û wisa pêşiya Osmaniya Nû vedikin. Bi rastî jî mirov wate naditê. Li gorî me ev yek wê ji bo dahatiya Iraqê bibe xeteriyeke mezin. Êdî Iraq nikare destê Tirkiyeyê ji nava xwe bikişîne û di serdema me de wisa hikûmranî, tenê leşkerî nabe, bi aborî, siyasî, çandî û leşkerî dibe. Niha Tirkiye lingê xwe yê siyasî jî çêdike û dixwaze bi aborî jî destwerdanê bike. Tirkiye hesabê xwe li ser Iraqê heye. Vê siyaseta ku niha Iraq dimeşîne, ji destdirêjiya Tirkiyeyê re derî vedike. Ji bo wê jî li gorî me ev yek ne di berjewendiyên gelên Iraqê de ye.

Planên dewleta Tirk a dagirkirina Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê tê zanîn, ji bo vê hûn çi dibêjin?

Niha dewleta Tirk ne ku dixwaze Rojavayê Kurdistanê dagir bike. Dixwaze Rojavayê Kurdistanê ji holê rake, tune bike. Jixwe nimûneya vê li Efrîn, li Serêkaniyê heye. Niha dixwaze vê ku eger ji destê wî were, li Kobanê û Cizîrê jî pêk bîne. Yanî dixwaze 30 km dagir bike, dewleta Tirk cihê dagir dike bi zanebûn Kurdan jê derdixîne. Mesele berê di dema xwe de aliyên Kurd jî şaştî kirin, yanî nimûne li Efrînê bi xwe gel derket. Ev di rastiyê de bêyî di ferqê de be, ji stratejiya Tirk re bû alîkarî. Dixwazin Kurd derxin şûna wan Ereb bi cih bikin, yanî demografiyê biguherînin. Yanî Kurd hebin, sedî 20 sedî 25 dibe hebin, ji bo çi? Ji bo bingehê sosyolojîk ê xweseriyê ji holê rabe. Yanî niha Tirk herî zêde ji statuya xweserî ditirse. Dixwaze bingehê xweserî yê sosyolojîk, tasfiye bike. li Rojava jî vaye pêkan e. Çima? Dibêje ez ê 30 km tampon çêbikim. Eger 30 km bikişîne, jixwe Rojavayê Kurdistanê namîne. Yanî mirov dikare bêje, eger dewleta Tirk ji destê wî were, xwedî du armancan e. Yek tasfiyekirina Rojava, ya duyem jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tune bike. Yanî tenê ne ji bo Kurd, hedefa xwe heye. Ji bo Ereb, Asûr û Suryan hedefa xwe heye. dixwaze rêveberiya wan tasfiye bike û kontrol bike. Dixwaze bi vî awayî rejîmê çareser bike. Yanî nêzîkatiya dewleta Tirk wisa ye. Divê mirov wisa bibîne. Ne dagir e. Ev qirkirin e. Ruxmê ku ev heqîqet li berçav e, em dinêrin hinek ji bo xwe dibêjin em jî Kurd in, em siyasetmedar in, em ENKS ne û nizanim çi ne, li Enqereyê ne. Bênamûs, dixwaze welatê te tune bike, gundê te ji holê rake. Tu li wir çi digerî? Werin nav gelê xwe, di nava gel de tevger bikin. Vaye berxwedêr hene, piştgirî bidin berxwedêran. Hevdû bigirin, tifaq çêbikin. Belkû wisa mirov bikare dijmin têk bibe. Weke din rê tune. Hûn li wir bi dijmin re zilamcitiyê dikin, ev we rizgar nake. Ev stratejiyeke wane, dixwaze Rojavayê Kurdistanê tune bike. Ji Efrînê nimûne li berçav e. Dixwazin Kurdan belav bikin. Lewma divê hemû Kurdên welatparêz di vî demî de yekîtiya xwe çêbikin.

Di dawiyê de ez dixwazim ji bo tevahî Kurdistanê jî banga yekîtiya neteweyî bikim. Bi wesîleya salvegera pêngava 15’ê Tebaxê, bi rastî îro li ser Kurdistanê giştî xeteriyek heye. Dibe ku hinek alî, neyên yekîtiya neteweyî, li aliyê dijmin cih bigirin, Lê belê hemû saziyên welatparêz, partî, tevger, yên welatparêz, rewşenbîr, hozan, hunermend, hemû kes di vê hewldanê yekîtiya neteweyî pêş bixîne û di vê serdema dîrokî û girîng de, teqez divê em Kurd ji bo her çar parçeyan stratejiyek hevbeş ava bikin û li ser vê tevbigerin. Derfetê em bi ser bikevin, heye. Ger ku em van derfetan bi kar neyînin, vaye dijmin dixwaze tifaqê li ser me çêkin û vê derfetê ji bo azadiya Kurd hatî avakirin tune bike. Lemwa ez bang li her kesê welatparêz dikim ku di vê serdema dîrokî de divê em yekîtiya netewî ava bikin. Ez di dawiyê de bi vê bangê dixwazim dawî bînim û ez car din cejna Vejînê li tevahî gelên me û hevalan pîroz dikim û di sala 41’emîn a pêngava 15’ê Tebaxê de ji bo her kesê serketinê dixwazim.