Cenazeyên 2 şehîdan ji aliyê malbatên wan ve hatin wergirtin

Cenazeyên gerîlayê HPG'ê Nadîr Bûdancer (Alan Malazgirt) û gerîlaya YJA Starê Leyla Aykût ji aliyê malbatan ve hatin wergirtin.

CENAZEYÊN ŞEHÎDAN

Cenazeyên Leyla Aykût û Nadîr Bûdancer ên ku tê îdîakirin di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûne, di 21’ê Hezîranê de anîbûn Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.

Piştî mînakên DNA'yê yên malbatan weke hev derketin, cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan kirin.

Cenazeyê Leyla Aykût wê li navçeya Elkê ya Şirnexê, Cenazeyê Nadît Bûdancer jî li gundê Toraka yê navçeya Malazgîr a Mûşê bên veşartin.