Koçerên li Bradostê ji ber bombardûmanê zozanan diterikînin

Ji ber bombardûmana dewleta Tirk a dagirker a li ser Başûrê Kurdistanê, koçerên li herêma Bradostê zozanan diterikînin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên xwecihî, ji ber êriş û bombardûmana dewleta Tirk a dagirker koçerên li herêma Bradostê ya Hewlêrê zozanan diterikînin.

Di dîmenan de jî diyar dibe ku koçberên herêmê mal û dewarên xwe kom dikin û herêmê ber didin.

Hêjayî gotinêye ku li gel dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û valekirina bi dehan gundan, di encama êriş û bombebaranên artêşa Tirk de, bi dehan şivan û koçerên li zozanên sînorê Hewlêr û Dihokê şehîd û birîndar bûne.