BI DÎMEN

Dr. Yadgar Mihemed: Divê her kes li gorî derfetên xwe li ber dagirkeriyê rabe

Hiqûqnas Doktor Yadgar Mihemed diyar kir ku mafê Tirkiyeyê tune ye ku sînorê Kurdistanê derbas bike û got: "Armanca Tirkiyeyê çi dibe bila bibe ne rewa ye, ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve nayê qebûlkirin."

Dewleta Tirk a dagirker êriş û dagirkeriya xwe ya li ser başûrê Kurdistanê didomîne. Têkildarî vê yekê hiqûqnas û mamosteyê zanîngehê Doktor Yadgar Mihemed ji ANF’yê re axivî.

Doktor Yadgar Mihemed da xuyakirin ku êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker nehiqûqî û nerewa ye û got: “Mafê Tirkiyeyê heye ku sînorên xwe biparêze, lê mafê wê tune ye ku sînorên welatekî din derbas bike û dagir bike, ev binpêkirina statûya dewletan e û di peymana Neteweyên Yekbûyî de tê gotin ku hemû dewlet ji aliyê statûyê ve wekhev in, tu dewlet nikare statûya dewleteke din binpê bike.

Ev erka dewleta Iraqê ye ku divê van operasyonan rawestîne, ji ber ku başûrê Kurdistanê beşek e ji dewleta Iraqê û di çarçoveya statûya Iraqê û desthilata giştî ya Iraqê de ye, loma divê Iraq bi rêya dîplomasî û hiqûqê bersiva Tirkiyeyê bide. Armanca Tirkiyeyê çi dibe bila bibe, ne rewa ye, ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve nayê qebûlkirin. Çênabe ku Tirkiye sînorên welatan derbas bike ji bo bidestxistina armancên xwe.”

'SÛCEKÎ DIN Ê TIRKIYEYÊ XERAKIRIN Û JINAVBIRINA JÎNGEHA KURDISTANÊ YE'

Doktor Yadgar Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de ameje pê kir ku dewleta Tirk a dagirker tenê bi dagirkirinê nasekine, her wiha jîngeh û gundan jî xerab dike û bi vî awayî berdewam kir: “Sûcekî din ê van operasyon û vê dagirkeriya Tirkiyeyê jî xerabkirina jîngehê û jinavbirina gundan û ziyangihandina ajal û rez û bostanan e, ev hemû tişt sûc in, di hiqûqa navneteweyî de hatine nivîsîn. Erka dewleta Iraqê ye ku wan hemwelatiyên xwedî nasnameyên Iraqî yan jî bi awayekî hiqûqî li Iraqê niştecih in, biparêze. Eger dewleta Iraqê ev erk bi cih neanî, wê demê mafê hemwelatiyan heye ku daxwaza qerebûkirinê bikin û paşê Iraq jî dikare li Neteweyên Yekbûyî giliyê li hember Tirkiyeyê bike. Armanca dewleta Tirk tenê jinavbirina mirovan nîn e, her wiha armanca wê xerabkirin û jinavbirina siruşt û jîngeh û gundên Kurdistanê ye jî, ji ber ku ev hemû saman û serweteke mezin a vê herêmê ne.”

'DIVÊ KELÛPELÊN TIRKIYEYÊ BÊNE BOYKOTKIRIN'

Doktor Yadgar Mihemed da zanîn ku mafê her mirovî heye ku xwedî xwarin û xizmeta tenduristiyê ya guncaw be û got: “Yek ji mafên destûrî û hiqûqî yên mirovan mafê tenduristiyê ye ku di dema serdana nexweşxaneyan de dermankirina guncaw ji wan re bê kirin. Divê sîstemeke xwarinê ya guncaw hebe, ne ku xwarin û dermanên ku dema wan derbas bûye ji wan re bên dayîn. Erka desthilatê ye ku çavdêriyê li ser kompanyayên derman û xwarinê bike.

Divê dewleta Iraqê û Herêma Kurdistanê, sazî û hemwelatî li hember êriş û dagirkariya Tirkiyeyê helwestekê bigirin û kelûpelên Tirkiyeyê bi kar neynin. Ev yek çekek ji çekên medenî ye ku dikare li dijî her sûcekî bê bikaranîn. Di dema operasyonên Tirkiyeyê de min ev gotin kir ku hin amûr di destê me de hene ku em dikarin li dijî Tirkiyeyê bi kar bînin, hemû amûrên hiqûqî û medenî ne, bo nimûne boykotkirina kelûpelên Tirkiyeyê û vegerandina konsulê Tirkiyeyê ji Iraqê û anîna konsulê Iraqê ji Tirkiyeyê. Mixabin ji vê hêlê ve çavdêriyeke cidî tune ye û em hêvîdar in Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê êdî rê nedin van tiştan."

'SEROKÊ HIKUMETA HERÊMA KURDISTANÊ BI PEYVEKÊ JÎ DAGIRKERÎ ŞERMEZAR NEKIRIYE'

Doktor Yadgar Mihemed amaje bi wê yekê kir ku divê helwesta gelê Kurd hebe li dijî hemû êriş û dagirkeriyên ku li ser axa wan tên kirin û got: “Erka kes û partî û aliyan e ku li dijî van operasyon û dagirkeriyan helwesteke wan a eşkere û hiqûqî hebe, mixabin Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku nûnertiya gelê Herêma Kurdistanê dike, me nedît ku bi peyvekê jî dagirkerî şermezar kiribe, berevajî wê, jê re hinceteke nerewa tîne.

Ev sûc e li hember Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê, mixabin hemû ev tişt ji ber valahiyekê ne ku valahiya parlementoyê ye. Eger niha li Herêma Kurdistanê parlementoyeke xwedî rûmet û îrade hebûya, me dikarî ji parlementoyê şermezarkirina operasyonên Tirkiyeyê bikira, me dikarî bi biryarekê Hikûmeta Herêma Kurdistanî li dijî van dagirkariyan erkdar bikira.”

Doktor Yadgar Mihemed di dawiya axaftina xwe de bang li gel kir ku li hember van êriş û dagirkariyên dewleta Tirk a dagirker bêdeng nemînin û got: “Her kes dikare li gorî çarçove û pozîsyona xwe helwesta xwe nîşan bide. Ez mamosteyê zanîngehê me, ez helwesta xwe bi zelalkirin û ronîkirina aliyê hiqûqî yê sûcê Tirkiyeyê tînim ziman. Sazî dikarin bi civînan helwesta xwe nîşan bidin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê divê bi daxuyaniyeke fermî helwestê nîşan bide."