Gazên ku polîs avêtin taxa Êlihê bandor li zarokan jî kir
Li Êlihê polîsan bi dijwarî bombeyên avêtin taxa ku bûyer lê tine bû. Gazên hatin avêtin bandor li ser zarokek 5 salî kir.
Li Êlihê polîsan bi dijwarî bombeyên avêtin taxa ku bûyer lê tine bû. Gazên hatin avêtin bandor li ser zarokek 5 salî kir.
Çalakiyên li dijî desteserkirina Şaredariya Êlihê didomin. Polîsan bi dijwarî bombeyên gazê avêtin taxên ku çalakî lê hatin lidarxistin. Her wiha polîsan bombeyên gazê avêtin taxa Baglarê ku çalakî lê tine bû.
Gaza ku hat avêtin bandor li ser zarokek 5 sal kir. Malbata zarokê bertek nîşanî vê rewşê da. Malbatê wesayîta zirxî ya di rê de derbas dibû rawestand, bertek nîşan da û got, "Êdî bes e, li kolanan kes nema, hûn çima gazê diavêjin."
Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Heval Onkol jî ji ber gaza zêde bi bandor bû wê rakirin nexweşxaneyê. Hat hînbûn ku rewşa Heval Onkol baş e.