BI DÎMEN

PKK tevgereke vejînê ye

Gerîlaya YJA Starê Çarçella Cîlo anî ziman ku PKK tevgereke vejînê ye û destnîşan kir ku bi saya PKK'ê wan hebûn û nasnameya xwe nas kirin û fedakariya ji bo gel destpê kir.

SALVEGERA DAMEZRANDINA PKK'Ê

Gerîla Seydo Destîna, Brûsk Şêrawa û Çarçella Cîlo bi wesîleya salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê ji ANF'ê re axivîn.

Gerîlayê HPG'ê Brûsk Şêrawa anî ziman ku PKK gerdûneke û got, "Bi rabûna Rêbertî û vir ve li Rojhilata Navîn gelek tişt guherîn. Ji hemû gelan û beşên civakê mirov hene. Di nava PKK'ê de her tişt hewldana ji bo vegera li cewhera xwe ye. Armanca me hemûyan ev e. Ji xwe ya ku mirovan bi hev re dihêle jî ev e. Afirandina civakeke demokratîk, pêkanîna azadiya Rêbertî û tinekirina mêtingeriyê. PKK ne tenê ji bo gelê Kurd e, ew ji bo tevahiya gelên cîhanê ye. Divê ti carî neyê jibîrkirin ku PKK tevgereke tolhildanê ye. Em ê teqez ji zaliman tolê hilînin."

HÊZ JI BERXWEDANA LI ÎMRALIYÊ TÊ WERGIRTIN

Gerîlayê HPG'ê Seydo Destîna salvegera damezrandina PKK'ê li hemû gerîlayên li çeperan pîroz kir û bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Apo û êrîşên ji her alî ve têne kirin Gerîla Seydo Destîna got, "Berxwedana Rêbertî li her cihî belav bû û bû malê gelê Kurd. Me rêya vê berxwedanê mezin kir. Weke gerîlayên Rêber Apo bi hêza ji berxwedana Rêber Apo em ê berxwedanê mezin bikin. Dewleta Tirk şerekî bi exlaq nameşîne. Çekek nema ku li dijî gerîla bi kar neanî; ti pîvanên mirovî nas nake. Em ê tolê ji dagirkeran hilînin. Berxwedan wê mezin bibe û gelê Kurd wê bi ser bikeve."

MÎNA ROJÊ LI SER GELÊ KURD HILAT

Gerîlaya YJA Starê Çarçelal Cîlo jî diyar kir ku PKK tevgereke vejînê ye; bi saya PKK'ê wan nasname û hebûna xwe nas kirin û fedakariya ji bo gel destpê kir. Gerîla Çarçella Cîlo got, "Rêbertî gavek avêt, ji bo gelê Kurd gaveke nû avêt. Mîna rojekê li ser gelê Kurd hilat. Cihê jinê li gel Rêbertî her tim cuda bû û wê bandora xwe hîn jî dewam dike. Têkoşîna me ya azadiya jinê li her derê belav bûye, navê xwe li tevahiya cîhanê belav kiriye. Her kes niha hêz, çavkaniya sûdwergirtinê ji YJA Starê, tevgera jinê û jinên PKK'yî werdigire. Jin bi têkoşîn, şer û îradeya xwe Tevger hîn bêhtir xurt kirin. Fikrê Rêber Apo li tevahiya cîhanê balê dikişîne, têkoşîna gelên cîhanê xwedî dike, bandorê lê dike. Fikrên Rêbertî exlaqî ne, polîtîk in, azadî û wekheviyê ji xwe re dikin esas. PKK ji damezrandinê û vir ve bi dilsoziya bi şehîdan re mezin bû û bi ser ket."