Li Xelfetiyê berxwedan di roja 7'an de ye
Li Xelfetiyê ku şaredariya wê hatiye desteserkirin, berxwedan di roja 7'an de ye. Li hemberî gefên êrîşên yên polîsan jî gel li ser berxwedanê bi biryar e.
Li Xelfetiyê ku şaredariya wê hatiye desteserkirin, berxwedan di roja 7'an de ye. Li hemberî gefên êrîşên yên polîsan jî gel li ser berxwedanê bi biryar e.
Li dijî desteserkirina şaredariya Xelfetiyê ya Rihayê berxwedan di roja 7'an de ye. Xelkê navçeyê di saetên zû yên serê sibehê de hate pêşşiya şaredariya dorpêçkirî û li qada nobetê pankartên “Li dijî xespkirina îradeyê em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Ne qeyûm demokrasî” daliqandin. Polîsan jî bi hinceta biryara qedexeyê ya walîtiyê û pankartên hatine daliqandin gefa êrişê li girseyê xwarin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekir Karakeçîlî got ku biryara walîtiyê hiqûqî nîne û dê berxwedana xwe bidomînin. Welatiyekî bertek nîşanî gotina polîsan a “Hûn mecbûr in li gorî biryarê tevbigerin” da û got: “Qeyûm xespkirina îradeyê ye.”
Welatiyekî ji polîsan re got ku kesên hatine binçavkirin îşkence lê hatiye kirin. Polîsekî jî pirsa “Rapora derbkirinê li ku ye?” kir. Li ser vê yekê Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram wiha bersiv da: “Çendek roj berê we em derb kirin. Şopa wê hêj li ser destê min e.” Bayram, piştre jî li ber pankarta polîsan dixwestin rakin rûnişt.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar jî bertek nîşanî gefa polîsan a êrişê da û ev tişt anî ziman: “Em hêza xwe ji gel û mafdariya xwe digirin. Şaredariya me hatiye xespkirin. We ev cade girtiye û esnaf nikare bixebite. Hêzên ewlekariyê sûc dikin. Em ê li dijî xespkirin û mudaxilekirina îradeyê li ber xwe bidin.”
Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekir Karakeçîlî jî anî ziman ku saziyên cewaweriyê qanûnan nas nakin. Karakeçîlî bang li waliyê Rihayê kir û wiha got: “Hûn ne nûnerê partiya siyasî ne. Vê biryara xwe ya derhiqûqî û derwijdanî betal bikin. Bi dorpêçkirina me hûn wê nekarin me bêzar bikin. Em tenê yek kes jî bimînin dê mafê xelkê Xelfetiyê biparêzin.”
Welatiyan jî gotin ku dê berxwedana xwe ya li pêşiya şaredariyê bidomînin.