Berxwedanê dorpêçî şikand

Heyeta ku ji bo tevlî meşa li Êlihê bibe ji Amedê bi rê ket li pêşiya Êlihê ji aliyê leşkeran ve hate rawestandin. Ji ber ku heyetê dest ji berxwedanê berneda, leşker neçar man dawî li dorpêçiyê bînin.

BERXWEDANA LI DIJÎ QEYÛM

Heyeta ku ji bo tevlî meşa li Êlihê ya li dijî darbeya qeyûm bibe ji Amedê bi rê ket, li pêşiya Êlihê ji aliyê leşkeran ve hate dorpêçkirin. Hevserokên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê û Hevşaredarên Navçeyan jî di nav de heyet li ber Qereqola Sînan a li pêşiya bajêr ji aliyê leşkeran ve hate rawestandin.

Li hemberî vê astengiya bêsebep, şandeyê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Ji ber ku şandeyê dest ji çalakiya rûniştinê berneda, leşker neçar man dorpêçiyê bi dawî bikin. Heyetê berê xwe da Êlihê û bi rê ket.

Piştî ku heyet gihîşt bajêr, li Êlihê meşê destpê kir.