Berxwedana li Xelfetiyê: Xwedîderketin mezin dibe

Platforma Şaxên Dîlokê ya KESK'ê serdana nobeda li dijî darbeya qeyûm a li Xelfetiyê kir.

XWEDÎDERKETINA LI BERXWEDANÊ

Endamên Platforma Şaxên Dîlokê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) serdana nobeda li navçeya Xelfetî ya Rihayê kirin ku li dijî darbeya qeyûm tê meşandin. Li gel pêkhateyên platformê Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar, rêveberên DEM Partiyê yên bajarê Rihayê û rêxistina navçeyê û Hevşaredarê Curnê Reş Serhan Paydaş jî serdana çalakiyê kirin.

Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan destpêkê axivî û diyar kir ku berxwedan wê dewam bike.

Berdevkê Demê yê Platforma Şaxên Dîlokê ya KESK'ê Omer Parlakçi jî diyar kir ku şertê bingehîn ê demokrasiyê hurmeta ji bo îradeya gel e û destnîşan kir ku eger li vî welatî wê qala hiqûq, edalet, wekhevî û demokrasiyê bê kirin divê qeyûm neyê tayînkirin.

Her wiha destnîşan kir ku weke KESK'ê ew bi îradeya gelê Xelfetiyê re ye.

Piştî axaftinan heyet tevlî nobeda li ber şaredariyê bû.