BI DÎMEN

Cenazeyê şehîd Kerîm birin Sinûnê

Cenazeyê ciwanê bi navê Kerîm Hecî Şero ku duh di encama êrîşa dewleta Tirk de li Şengalê şehîd bû, wê li şehîdgeha Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş were veşartin.

Duh di seatên piştî nîvro de dewleta Tirk a dagirker êrîş bir ser wesayîteke xelkê Şengalê û di encamê de ciwanê bi navê Kerîm Hecî Şero şehîd bû.

Ji ber lêkolîna cenaze rakiribûn Tipa Edlî ya Mûsil , piştî wê cenaze anîn nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê û ji wir jî ber bi mala wî ya ku li Nahiya Sinûnê ye ve bi karwanekî wesayîtan hate rêkirin. Wê li mala Şehîd bi rê û rismên olî cenaze ber bi Şehîdgeha Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş ve were rêkirin û li wir jî bê veşartin.