Bû xwedî jiyanek bi wate
Gerîla Jiyanda Laşer a ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji sala 2021'an û vir ve li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêş xistiye di eniyên pêş de şer kir, bi têkoşîna xwe ya li dijî dijmin bû xwedî jiyaneke tijî wate.
Gerîla Jiyanda Laşer a ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji sala 2021'an û vir ve li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêş xistiye di eniyên pêş de şer kir, bi têkoşîna xwe ya li dijî dijmin bû xwedî jiyaneke tijî wate.
Fatma Kaynak di sala 1995'an de li Colemêrgê ji dayik bû û di nava malbateke welatparêz de mezin bû. Ji ber hişmendiya welatparêzî ya malbata xwe û herêma lê dijî, di emrekî gelekî biçûk de PKK’ê nas kir. Êrîşên qirkirinê yên dijmin ên li ser gelê Kurd û rastiya dagirkeriyê çiqasî dît, ewqas sedema derketina PKK'ê jî fêhm kir. Vê rastiyê di dibistanên pergalê ên ku hebûn, nasnameya Kurdbûnê û ziman qebûl nake, bi awayekî zelal dît. Ji ber dijmin koledariyê li ser gelê Kurd ferz dike û îradeya jin jinedîtî ve tê, hêrsa Fatma hê bêhtir mezin bû. Têgihişt ku jiyaneke di bin zext û zilmê de koletiye û jiyaneke ku divê neyê jiyîn e.
Fatma ji gerîlayên ku li dijî dewleta Tirk a dagirker bi awayekî fedaî parastina gelê xwe dikin hez kir û ji destanên lehengiyê yên gerîla ku ji aliyê derdora xwe ve dibihîst, gelek bi bandor bû. Fatma tevî ku temenê xwe yê biçûk jî wê demê ji dayik û bavê xwe re dibêje, “Dema ez mezin bibim, ez ê bibim gerîla û kincên Apoyî li xwe bikim." Fatma di zarokatiya xwe de siberoj û armanca xwe wiha pênase dike. Mînak dikarîbû mîna gelek zarokan ew jî bigota dixwaze bibe bijîşk, mamoste, endezyar, parêzer û hwd. Lê ji ber rastiya welatê xwe pir baş dizanîbû, xeyala wê bûyîna gerîlayek Apoyî bû. Fatma her ku mezinbû girêdana wê bi xeyala zaroktiyê re mezintir bû, di ciwantiya xwe de tevlî xebatên ciwanan bû. Bi tevlîbûn û şêwaza xwe ya çalak a di nava xebatan de, di rêxistinkirina jinên ciwan û mêr de di tevlîbûna wan li nava refên têkoşînê de, roleke girîng lîst. Fatma ya ku ji aliyê hevrê û gel ve dihat heskirin, dixwast xeyala xwe ya zarokatiyê di zûtirîn demê de pêk bîne.
Şerê ku di sala 2015'an de li Kurdistanê rû da, êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li hemberî Kobanê û Şengalê û şehîdbûna bi sedan ciwanan di van êrîşan de, bandoreke mezin li Fatma kir. Fatma piştî ku şoreşgeran nas kir, gerîlaya ewil a ku dîtiye Laşer (Koksal Çabuk) bû. Bi saya hevrê Laşer tevgera Apoyî bêhtir nas dike û girêdana wê xurtir dibe. Hevrê Laşer yek ji wan kesan bû ku rêya azadiyê nîşanî Fatma da. Ji bo vê jî dema hîn dibe ku Laşer li Cîloyê şehîd bûye, biryar dide ku tevlî nav gerîla bibe û çeka Laşer li erdê nehêle. Fatma ya ku dizane girêdana bi şehîdan re bi hilgirtina çek û navên wan ve girêdayî ye, sala 2015'an li ser vê bingehê tevlî nava refên gerîla bû û navê Jiyanda Laşer hilda.
7 SALAN LI AVAŞÎNÊ TÊKOŞÎN MEŞAND
Gerîla Jiyanda Laşer a ku ewil derbasî herêma Cîlo û piştre jî derbasî herêma Avaşîn bû, perwerdeya xwe ya destpêkê li Avaşînê wergirt. Gerîla Jiyanda ku di demeke kurt de hînê jiyana çiyê û gerîlatiyê dibe, bi perwerdeyên leşkerî û bîrdozî xwe bêhtir bi pêş dixe. Piştî perwerdeya xwe ya şervanên nû, li herêma Avaşînê tevlî xebatan bû û heta sala 2021'ê li Avaşînê têkoşîn meşand. Hevrê Jiyanda dema ku cara pêşî xewna xwe ya zarokatiyê pêk tîne û kincên gerîla li xwe dike hestên xwe bi van hevokan pênase dike ''Dema ku cara pêşî min ev cil li xwe kirin, min xwe weke endameke artêşeke fedaî hîs dikir.'' Gerîla Jiyanda ku li herêma Avaşînê di gelek çalakiyên li dijî artêşa Tirk a dagirker de cih girt, di çalakiya sala 2018’an de birîndar bû, lê tevî vê di demeke kurt de baş dibe û têkoşîna xwe dewam kir.
Hevrê Jiyanda ku bi qasî 7 salan li herêma Avaşînê gerîlatî kir, di jiyana çiyayên Avaşîn û Zagrosan de bû xwedî cihekî gelekî girîng. Gerîla Jiyanda piştî ku bi salan li Avaşînê têkoşîn meşand, ji bo hîn bêhtir di aliyê bîrdozî û leşkerî de xwe bi pêş bixe, derbasî Akademiya Şehîd Îbrahîm bû. Ji bo gerîla Jiyanda, Rêber Apo û şehîd tê wateya jiyana watedar. Tevlîbûn û axaftinên wê her tim li ser vê bingehê bû. Girêdana bi Rêber Apo û şehîdan re bi van hevokan tîne ziman: "Bi naskirina Rêbertî re ez zelal bûm. Ji ber felsefeya Rêbertî bi gerdûnî bû ez gelek bandor bûm. Ji bo min wateya xwe perwerdekirinê, hîn bêhtir nêzî Rêbertî û şehîdan bûyîne. Eger em di xeta Rêber Apo de bimeşin, em ê bibin PKK'ê."
Hevrê Jiyanda piştî pêvajoya perwerdeyê weke gerîlayek YJA Starê ya xurt û bi biryardar berê xwe da qada pratîkê, têkoşîna xwe di tîmên gerîla yên nîv bi tevger de dewam kir. Gerîla Jiyanda ku ji sala 2021'an û vir ve li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşînê di eniyên pêş de şer kir, li Zap û Metîna di gelek çalakiyên li dijî dijmin de cihê xwe digire. Hevrê Jyanda di 7'ê Nîsana 2024'an de tevî hevrêya xwe Berfîn Zîlan dema diçû ser erka xwe û hewl dida ava Zapê derbas bike, ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê ber avê çû û gihîşt şehadetê. Hevrê Jiyanda ya ku berxwedanî û qehremaniya 9 salan diyarî gelê xwe kir, têkoşîna wê ya bêhempa weke mîrate ji hevrêyên wê re ma.