Li Êlihê deklarasyon hate eşkerekirin: Navnîşana çareseriyê Abdullah Ocalan e
Li Êlihê deklarasyona mîtînga 17'ê Mijdarê hate eşkerekirin. Di deklarasyonê de hate ragihandin ku yekane navnîşana çareseriyê Rêber Apo ye û divê Rêber Apo azad bibe.
Li Êlihê deklarasyona mîtînga 17'ê Mijdarê hate eşkerekirin. Di deklarasyonê de hate ragihandin ku yekane navnîşana çareseriyê Rêber Apo ye û divê Rêber Apo azad bibe.
Platforma Saziyên Demokratîk ji bo mitînga 17’ê mijdarê ya li Êlihê, deklarasyona “Demokrasî û Azadiyê” ragihand. Daxuyanî, li eywana Sendîkaya Petrol Îşê hate xwendni. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo welatekî demokratîk em meşa xwe ya azadiyê mezin dikin” hate hilgirtin.
Kurdiya deklarasyonê ji hêla aktîvîsta TJA’yê Havva Can ve hate xwendin.
Deklarasyona “Demokrasî û Azadiyê” wiha ye: “Di van demên dawî de li erdnîgariya me û cîhanê pêşketinên girîng ên siyasî pêk tên. Netew-dewletên herêmî û hêzên hegemon dixwazin li gorî berjewendiyên xwe erdnîgariya Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin. Qeyran û aloziya ku ji aliyê sîstema Modernîteya Kapîtalîst ve hatiye afirandin bandorek kûr li ser Rojhilata Navîn û cîhanê dike. Çerxa tundî û kedxwariyê ya pergalê gihiştiye asta têkbirina civak, xweza û tevahiya jiyanê. Di vê sedsalê de pergala netew-dewletan bi hemû sazî û pîvanên xwe îflas kiriye. Eşkere bûye ku qeyranên vê pergalê wek 3'yemîn Şerê Cîhanê li herêma me û cîhanê belav dibe. Modernîteya Kapîtalîst bi tundî, bi zext û qetlîaman bersivê dide daxwaza azadiyê ya gelan. Lê, tevî hewldanên vê pergalê bi tenê qeyranan kûr dike, tu encamên çareseriyê nade.
Îro Rojhilata Navîn ji ber nirxên xwe yên dîrokî, çandî û civakî bûye navenda şerê pergala Modernîteya Kapîtalîst. Hişmendiya netew-dewletî gelên ku bi hazar salane li ser vê erdnigariyê bi hev re dijîn aniye beranberi hev. Çerxa şer û îstîsmarê ya pergalê carek din nîşan daye ku tekane rêya çareseriyê ew e ku, gel pirsgirêkên xwe bi destê xwe çareser bikin. Di vê çarçoveyê de paradîgmaya Netewa Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk a birêz Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkên mirovahiyê şansekî mezin pêşkêş dike.
3'yemîn Şerê Cîhanê îro gihiştiye qonaxeke nû. Li aliyekê şerê Rûsya-Ukraynayê û li aliyê din şerê Îsraîl û Filistînê wekî encamên şênber ên 3’yemîn Şerê Cîhanê derketine holê. Bandorên şerê ku li ser xeta Îsraîl, Filîstîn û Lubnanê diqewime bandorek mezin li hemû hêzên herêmî û kûrewî dike. Polîtîkayên ret û înkarê yên netew-dewletên despotîk ji bo berjewendiyên siyasî ji hêzên hegemon re derfetan diafirîne. Meşrûiyeta van desthilatdarên despotîk êdî nemaye. Tevî îktîdarên vê pergalê êdî nikarin li ser piyan bisekinin.
Yek ji netew-dewletên ku ji ber polîtîkayên red û înkarê edî nikare pirsgirêkên xwe çareser bike jî Tirkiye ye. Pirsgirêka kurd di encama polîtîkayên red û înkarê de îro derketiye asteke kûrewî û çareseriyê li ser hemû hêzên herêmî û hegemon ferz dike. Êdî kes nikare meseleya kurd û Kurdistanê ji paşguh bike. Ji bo pirgirêka kurda bi rêya muzakereyan bigihîje çareseriyê, birêz Ocalan heya niha gelek caran îrade nîşan da. Lê, her car ev şens û derfet ji hêla dewletê ve vala hatin derxistin. Ji şûna çareseriyê polîtîkayên înkarê qeyranên heyî kûr kirin. Asta ku hatî heqîqeta meseleya kurd ligel hemû red, înkar, zext û komkujiyan îro car din pêwistiya çareseriyê aniye rojevê.
Di vê çarçoveyê de ev demek e, desthilatdariya AKP-MHP’ê bi awayek yek alî behsa meseleya kurd dike. Ji ber çi sedemê be bila bibe, nîqaşên ku li ser çareseriya pirsgirêka kurd hatine destpêkirin erênî û girîng in. Divê tevî hêzên siyasî û civakî bi awayek erênî nêzî vê nîqaşê bibin û piştgirî bidin. Di çareserkirina pirsgirêka kurd de rola rêzdar Abdullah Ocalan bingehîn û esasî ye. Bi vê armancê daxuyaniya Rêzdar Ocalan a ‘Tecrîd berdewam dike. Heke şert û merc çê bibin; ez xwedî wê hezê me ku pêvajoyê ji zemîna tundî û şer derbasî zemîna siyasî û hiqûkî bikim’ xwedî wateyek mezin û dîrokî ye. Wekî ku tê zanîn, di pêvajoyên beriya niha yên agirbest, diyalog û muzakereyan de birêz Ocalan roleke mezin lîst û bandora ewe ya li ser çareseriyê nîşan da. Îro jî gelê kurd xwe dispêre siyaset û teorîya birêz Ocalan û dibêje ‘Birêz Ocalan muxatabê çareserî û aştiyê ye.’ Her niha siyaseta kurd bi hemû pêkhateyên xwe diyar kir ku ji bo çareseriya mayînde muxatab birêz Ocalan e û divê her hêzên siyasî berpirsyariya xwe ya civakî bi cih binin.
Li hemberî helwesta gelê kurd divê desthilatdarî nîşan bide de ku di warê çareseriya pirsgirêka kurd de çiqas jidil e. Û heke jidil be divê gavên şênber bavêje. Weke ku di mînakên cîhanê de jî tê dîtin; ji bo çareseriyê bawerî û piştgiriya gelan xwedî roleke mezin e. Lê belê hikûmet li aliyekî ve qala aştiya navxweyî û biratiyê dike; li aliyê din jî polîtîkayên şer û înkarê dimeşîne.
Ev helwesta hikûmetê ji aliyê gelê Kurd û derdorên civakî ve wek rewşeke ne jidil tê pêşwazîkirin. Li aliyekê êrîşê hemû perçeyên Kurdistanê dike, li aliyê din bi polîtîkên qeyûman, bi polîtîkayên ret, înkar û îmhayê îradeya gelê kurd tune hesab dike. Bi van pratîkan hikûmet ne dikare gelê kurd û ne jî dikare civaka Tirkiyeyê qaneh bike. Bi înkarkirina îradeya gelê kurd, çareserî pek nayê. Divê neyê jibîrkirin ku; gelê Kurd jî li hemberî van polîtîkayan tu caran serî natewîne. Ji ber vê yekê jî divê desthilatdarî demildest ji van polîtîkayên qeyûm û şîdetê berde.
Em baş dizanin ku; qeyranên civakî, siyasî û aborî yên bi polîtîkayên ewlekariyê wê teqez dawî li desthilatdariyê bîne. Îro gelê kurd û gelên Tirkiyeyê; li bendê ne ku desthilatdariya AKP-MHP'ê li ser nîqaşên pirsgirêka kurd jidil û zelal be. Rêya vê yekê jî ew e ku hikûmet li gorî destûra bingehîn û normên hiqûqî yên gerdûnî tecrîda îmraliyê rake, şert û mercên tenduristî, ewlekarî û azadiyê yên birêz Ocalan misoger bike. Her wiha divê derfet bên avakirin ku birêz Ocalan ji çareseriya demokratik bikeve nav liv û tevgerê.
Li ser vê esasê, bi armanca pêşxistina rê û rêbazên çareseriya demokratîk em ê di 17’ê Mijdarê de li Êlihê mitîngekê lidar bixin. Li hemberî siyaseta qeyûman, li hemberî pergala ku aştî û demokrasiyê dîl digre, li hemberî polîtîkayên monîst roj roja mezinkirina têkoşîna azadiyê ye. Bi vê mebestê em tevî jin, ciwan, kedkar û gelên bindest vedixwînin Mitînga Demokrasî û Azadiyê. Werin em bi hev re li dijî vê zilmê dengê xwe bilind bikin û têkoşîna azadiyê geş bikin.”