Ji MAK'ê li Amedê çalakiya sabotajê
Milîsên MAK'ê ragihandin ku li Amedê çalakiyeke sabotajê kirine û agir berdane qemyonekê. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wan 'Pêngava silavkirina sala 46'an a PKK'ê û mezinkirina şerê azadiyê' dane.

Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê (MAK) ragihand ku li Amedê çalakiya sabotajê kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, çalakî şeva 9'ê Mijdarê li taxa Bagcilar a navçeya Baglar a Amedê hatiye kirin kirin.
Li gorî daxuyaniyê, milîsên MAK'ê agir berdan qemyoneke marketên ŞOK'ê û şewitandin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li hemberî gelê Kurd êrîşên giran têne kirin û hemû saziyên dewleta faşîst ku aboriya şer li ser piyan dihêlin wê bibin hedefa wan.
MAK'ê got, bi vê çalakiyê re ew salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê pîroz dikin û diyar kir ku pêngava silavkirina sala 46'an a PKK'ê û mezinkirina şerê azadiyê dan destpêkirin.