Di êrîşa dewleta Tirk de ciwanek Êzidî şehîd bû
Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê de ciwanê bi nave Kerîm Hecî Şero şehîd bû.
Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê de ciwanê bi nave Kerîm Hecî Şero şehîd bû.
Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a bombebarkirî êrîş bir ser wesayitek ji Şengalê diçû Serdeşta Çiyayê Şengalê. Di encama êrîşê de ciwanê bi navê Kerîm Hecî Şero şehîd bû.
Kerîm Hecî Şero xelkê Tilizêrê ye, mala wî li Sinûnê ya Şengalê ye.
Cenaze îro êvarê ji nexweşxaneya Sinûnê hate girtin û ji bo lêkolînê şandin Tiba Edlî ya Mûsilê.