YPS'ê wesayita zirxî xist kemînê û teqand

Tîma Bersivdanê ya Şehîd Serxwebûna YPS'ê ragihand ku li Agiriyê wesayiteke zirxî xistine kemînê û teqandine.

Di daxuyaniya Tîma Bersivdanê ya Şehîd Serxwebûna YPS'ê de hate gotin, "Tîma me ya bersivdanê 21'ê Tebaxê li nêzî Şehîdgehê ya li Agiriyê agir dada û dijmin xist xefikê. Piştî demekê, wesayiteke zirxî ya rejîma faşîst a dewleta Tirk ku li dewriyeyê digeriya, ji bo kontrolkirinê hat ber êgir. Tîma me ya bersivdanê jî teqemeniya ku berê li qadê bi cih kir, bi wesayitê de teqand."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku çalakî ji bo bîranîna Heval Evîndar û Heval Eylem hate lidarxistin ku li Tendurekê şehîd bûn.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Weke tîmên bersivdanê yên YPS-YPS JIN, li pêşberî sekna Rêberê me ya li Îmraliyê, em ê bibin bersiv ji pêvajoyê re û derbên mezin li rejîma faşîst bixin."

Daxuyanî bi vê biryardariyê bi dawî bû, "Em ê ne li ti cihî bin, lê em ê li her cihî bin. Em ê nehêlin ku bêhn bê ber polîs, saziyên cemaweriyê û ajanên rejîma faşîst a dewleta Tirk kuk civakê bi jehrê dixin. Em ê bi şerê gel ê şoreşgerî li Kurdistanê dawî li rejîma faşîzan a AKP û MHP'ê bînin."