Dîmenê çalakiya li Girê Hakkarî hat weşandin

Gerîla TV dîmenê çalakiya li dijî dagirkerên ku bi bombeyên nukleerî yên taktîk û çekên kîmyewî çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bomberdûman dikin, weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyê ev agahî parve kir:

Dagirkerên ku bi bombeyên nukleerî û çekên kîmyewî yên taktîkî çeperên şer ên Girê Şehîd Zemanî yên li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bombebaran kirin, ji aliyê hêzên me ve hatin kontrolkirin.

10’ê Tebaxê saet 09:40’î tîmên me yên bi tevger, van dagirkerên ku li çeperekî kom bûn kirin hedef û li wan xistin. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate rûxandin.