Ji bo pirsîna qatilê Zekî Çelebî li Silêmanî çalakiya rûniştinê hat lidarxistin

Malbat û hevalên Mihemed Zekî Çelebî yê 100 roj li ser qetilkirina wî re derbas dibe, bi armanca bîranîn û pirsîna qatilê wî li Baxê Giştî yê Silêmanî çalakiya rûniştinê lidar xistin.

Malbat û hevalên Mihemed Zekî Çelebî yên li Bexçeyê Giştî hatin ba hev, careke din pirsa qetil li kûderêne kirin û çalakiya rûniştinê lidar xistin.

Di çalakiyê de Endamê Komeleya Karkerên Mezopotamya Meşruk Çîftçî axivî û diyar kir ku ji berî 100 rojan Zekî Çelebî hate qetilkirin û wiha got: “Mihemed Zekî Çelebî ji berî 100 rojan li kolana Bextiyarî ya qelebalix li ber deriyê dikana xwe ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin. Weke tê zanîn em panaberên siyasî yên Bakur li Başûrê Kurdistanê jiyan dikin. Li gorî yasayên navneteweyî û di çarçoveya yasayên Herêma Kurdistanê de, em jiyana xwe berdewam dikin. Berpirsyartiya jiyana me li ser milê hikûmeta Başûrê Kurdistanê û rêxistinên weke Neteweyên Yekbûyî ne. Mixabin ji roja ku em li Başûrê Kurdistanê bi cih bûne ve, em rastî gef û zextên dewleta Tirk a dagirker tên. Bi vê re namîne, dewleta Tirk li hemberî me êrîşên çekdarî yên sekvanî û terorê berfireh dike. Di çarçoveya van êrîşan de hevalê me Mihemed Zekî Çelebî qetil kirin. Hevalê me yê bi navê Ferhat Başkondû bi tesedûfî sax filtî.”

Welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê û xwediyê restoranta Denîz, Mihemed Zekî Çelebî şeva 17’ê Gulana 2022’yan li taxa Bextiyarî ya bajarê Silêmaniyê rastî êrîşeke çekdarî hatibû û 18’ê Gulanê li Nexweşxaneya Şar a bajêr jiyana xwe ji dest dabû.