Bi stranên xwe dengê azadiyê bilind kirin

Yek ji du gerîlayên ku li çiyayên Avaşînê bi stranên xwe dengê azadiyê bilind kirin şehîd Amara Botan bû. Herdu gerîlayên jin, ji bo hilanîna tola welatê xwe yê dagirkirî heta kêliya dawî li dijî dijmin li ber xwe dan.

Li ser serê çiyê, 2 gerîla bi stranên xwe dengê azadiyê bilind dikin. Ev der Avaşîn e. Yek ji van gerîlayan jî şehîd Amara Botan e. Du jin, du hevrê, du şervan bi hev re distirên. Yên ku bi şert û mercên wan nizanin wê bibêjin ku herdu gerîla di nava aramiyê de distirên. Lê belê rastî ew e ku dewleta Tirk a qirker bi teknîka herî pêşketî 24'ê Nîsanê (Salvegera Qirkirina Ermenan) 2021'ê dest bi êrîşa dagirkeriyê kir. Dema ku vê êrîşê destpê kir, van herdu hevrêyan ji bo hêrsa xwe ya li hemberî dijmin nîşan bidin û tola welatê xwe yê dagirkirî hilînin, di çeperan de bûn.

Bi strana xwe jî baweriya bi şikandina dagirkeriya li Avaşînê anîn ziman. Baweriya wan belasebep nebû. Dijmin îro li Zap, Avaşîn û Metînayê xitimî ye. Difikire bê çawa xwe ji çiravê rizgar bike. Lê belê ne hêsan e ku ji destê gerîla rizgar bibin. Gerîla dibêje 'Divê dewleta Tirk derseke mezin li van çiyayan werbigire'.

Ev herdu gerîla wê rojê ji bo hilanîna tolê ji dijmin ketibûn çeperê. Cihê ku ev stran lê hate gotin, di encama bombardûmana dewleta Tirk de hilweşiya ye. tehtên ku herdu gerîla li ser rûniştibûn di encama êrîşê de şikestin. Lê belê ev herdu hevrê di nava van şert û mercan de çawa dikarin bistirên? Ev wêrekiyeke çawa ye? Gelo dilê wan ji çi çêbûye?

Jinên ku di nava civakê de ditirsin ku çend gavan biavêjin, çawa dibe ku li nava PKK'ê ji balafiran, leşkeran, çekê, tank û topan natirsin? Ev kesayetên ku mirovan dikin heyranê xwe çawa ava dibin?

Tenê pirsek di hişê mirovan de dimîne; ev dilekî çawa ye?

Gotinên stranê:

Fermandar Erdal Heval e,
Ew Şopdarê Dara ye
Asmîn bû mêvanê te
Govend bû evîna te
Avaşîn sembola rojê
Dişkîne dagirkeriyê
Rukenên te mînaka vê
Silav dide rûyê rojê
Avaşîn tu bîr neke
Qêrîna wan hevalan
Tu pênûsa jiyanêyî
Te dîrok nivisand xwînê
Avaşîn sembola rojê
Dişkîne dagirkeriyê
Rûkenên te mînaka vê
Silav dide rûyê rojê.