Ciwanên HDP’yî piştgirî dan çalakiya Nobeta Edeletê ya Malbata Şenyaşar

Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê tevlî çalakiya Nobeta Edeletê ya Malbata Şenyaşar bûn û gotin, “Kujer diyar in, yên ku wan diparêzin jî diyar in. Bila êdî edalet pêk were.”

Emîne Şenyaşar ku li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14'ê Hezîrana 2018'an de hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, nobeta ededaletê didomîne. Nobeta ku 9'ê Adara 2021'ê li ber edliyeya li Rihayê destpê kir, îro di roja xwe ya 536’emîn de dewam dike. Dayik û kurê wê di saetên serê sibê de hatin ber derê Edliyeya Rihayê. Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê jî tevlî çalakiya malbatê bûn.

‘KUJER DIYAR IN, YÊN KU WAN DIPARÊZIN JÎ DIYAR IN'

Yek ji ciwanên HDP’î Senem Erîş bal kişand ser têkoşîna Emîne Şenyaşar û wiha got: “Dayîka Emîne tevî hemû zext, tundî, destgîrkirin û çewisandinê jî li vir têkoşîna xwe didomîne. Weke ciwanên HDP’ê em li ba dayika Emîne ne. Em rastiyê dizanin. Têkoşîna dayika Emîne têkoşîna me ye. Em îro ji bo mezinkirina têkoşîna dayika Emîne hatin vir. Kujer diyar in, yên ku wan diparêzin jî diyar in. Em jî di nav de hemû kes vê rastiyê dizane. Em dixwazin êdî kesên bersûc bên cezakirin. Bila êdî edalet pêk were. Heta ku edalet pêk bê em ê jî bi dayika Emîne re li vir bin.”

Malbatê li ser hesaba xwe ya medya dijîtal ev parvekirin kir: “Li hemberî hiqûqa serdestan, daxwaza heqîqetê mafekî rewa û demokratîk e. Dilê dayîkan naşibe tu tiştê, heta ku edelet pêk be mala min wê ber deriyê qesrê be.”