PDK li Başûrê Kurdistanê polîtîkayên dewleta Tirk birêve dibe

Nûnerê Girtiyên Behdînanê Seîd ragihand ku PDK’ê Hunermend Bilind Nebî Amêdî ji ber muzîka 30 saniyeyî ya ji bo girtiyên Behdînanê çêkir ji bo cara duyem girt.

Nûnerê Girtiyên Behdînanê Eyhan Seîd da xuyakirin, piştî ku Hunermend Bilind Amêdî bi muzîkek 30 saniyeyî tevlî kampanya ji bo azadiya girtiyên Behdînanê bû, di 1’ê Tebaxê de ji aliyê asayîşa PDK’ê ya Dihokê ve hate girtin û piştî hefteyekê bi mercê ku bêdeng bibe hate berdan, lê ji ber ku bêdeng nebû careke din hate girtin.

Nûnerê Girtiyên Behdînanê Eyhan Seîd her wiha ev agahî parvekir: “Humerned Bilind Amêdî ji ber ku li hemberî ew zilma lê hatiye kirin, bêdeng nebû, dubare dezgeha ewlehiyê ya PDK’ê di roja 9’ê Tebaxê de bi awayek ne şaristanî revandin û ber bi asayîşa giştî ya Hewlêrê ve dibin. Êşkence li wî mûzisyenî kirine û heta niha rê nadin ti kes wî bibîne. Heta rê nadin parêzerê wî jî hebe. Ev jî li dijî yasayê ye. Di nava wê girtîgehê de rê nadin terorîstan ku parêzerên wan hebin, lê rê nade hunermendek Kurd bibe xwedî parêzer.”

Hunermend Bilind Nebî Amêdî di heman demê de kesek astengdare. Berê tevlî kampanya ji bo azadiya girtiyên Behdînanê bûbû.