Cîhan Eren: Êrîşên li ser Elewiyan bi gelek armancan têne kirin

Endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Cîhan Eren diyar kir ku êrîşa li ser Elewiyan, serdan û nîşandana nêzîkbûnê hem dîzayneke siyasî ya hundirîn e, hem jî peyamek ji dewletên Şîa re ye.

Endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Cîhan Eren, êrîşên li ser Elewiyan ji ANF'ê re nirxand û anî ziman ku êrîş timî li Elewiyan dihate kirin, lê belê êrîşên di dema Yasi Mûharrem a derbasbûyî de hate kirin, xwedî wateyeke cuda ne. Cîhan Eren got, "Ev êrîş ji zext, tirsandin û tepisandina Elewiyan jî wêdetir e. Êrîşên li ser Elewiyan timî ji ber siyaset û mejiyê senteza Tirk-Îslamê hatine kirin. Di dîrokê de yên êrîşî Elewiyan kirine her tim serwerên Tirk bûn. Selçûkiyan, Osmaniyan û laîkperestên neteweperest ên Kemalî timî Elewî qetil kirin. Êrîşên dawî jî pêwendiya xwe bi bûyerên li Rojhilata Navîn diqewimin, hene."

Cîhan Eren wiha dewam kir, "Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê dixwaze êrîşa qirkirinê ya li ser Kurdan temam bike, dagirkeriya li Bakurê Kurdistanê mayinde bike û vê dagirkeriyê li Rojava û Başûr jî belav bike. Ji bo vê jî dixwaze piştgiriyê ji hêzên herêmî werbigire, bi taybetî ji dewletên Îran, Iraq û Sûriyeyê. Ji bo vê jî peyamê dide van dewletan. Bi rêya Elewiyan hewl dide nîşan bide ku ew ji Ehlî Beyt hez dike û peyameke bi vî rengî bide van dewletan. Di vir de dikare bê pirsîn, ku çima êrîş li Elewiyan tê kirin? Êrîşên li ser Elewiyan ji bo vê ye. Di mejiyê senteza Tirk-Îslamê de Misilmanbûyîn tê wateya dij bi çepgiriyê, dij bi komunîzmê. Ji aliyê olî ve jî tê wateya dij bi Şîa û dij bi Elewîtiyê. Em zanin bê ev ji bo Şîa û Elewiyan çi difikirin. Lewma nayê payin ku rêxistiniyeke faşîst olperest a mîna AKP'ê, bazirganekî olî yê nexweşê desthilatdariyê yê mîna Erdogan, bêyî hincetekê biçe gel Elewiyan, têkiliyên bi Elewiyan re çêbike. Ji bo vê têkiliyê pêwîstî bi hincetekê heye. Êrîşên hatin kirin jî ji bo afirandina vê hincetê bûn. Dixwazin sûdê ji atmosfera van êrîşan werbigire û nîşan bide ku nêzî Elewiyan e, çawa Elewiyan diparêzin û xwedî lê derdikevin."

Cîhan Eren ragihand ku senteza Tirk-Îslamê bêhincet û bêsebep têkiliyê bi Elewiyan re danayne û got, "Ji bo têkilîdanîna polîtîk a bi Elewiyan re hincetên hîn mirovî, civakî, çandî, baweriyê dikarin bêne peydakirin. Lê belê olperestî û faşîstiya van tenê bi kuştina Elewiyan hinceta ji bo têkilîdanînê diafirîne."

Cîhan Eren diyar kir ku Erdogan serdana Elewiyan kiribe jî bi esasî peyam da Îranê ji bo di qirkirina Kurdan de piştgiriya wan bike û got, "Peyam da Şîayên Iraqê jî. Peyam da hikumeta Sûriyeyê jî. Xweset bibêje 'Ez ne dijminê we me, tenê li dijî Kurdan im, min çav bernedaye xaka we, karê min kuştina Kurdan e'. Atmosfera êrîşa li dijî Elewiyan bi rengekî eşkere bi vî rengî bi namerdî bi kar anî. Lewma dikeve hişê mirovan û mirov dipirse; gelo ji bo van gotinan bibêje çû cemxaneyê, yan jî ji bo biçe cemxaneyê ev êrîş da kirin?

Ji bûyerên ku qewimîn mirov dikarin bigihêjin wê encamê jî ku dewleta Tirk dixwaze Elewiyan ji bo polîtîkaya xwe ya li Rojhilata Navîn bi kar bîne. Piştî ku polîtîkaya xwe ya Neo Osmanî bi ser neket, argûmana li ser xeta DAÎŞ'ê bi ser neket, vê carê jî dibe ku dixwaze bi bikaranîna nirxên Elewiyan xwe bigihîne qada Şîa. Divê mirov vê yekê bişopîne û bibîne. Dibe ku armanceke xwe ya bi vî rengî jî hebe. Karên ku têkildarî Elewiyan li Wezareta Karên Hundir a Tirk têne meşandin belasebep nînin."

Cîhan Eren destnîşan kir, Tirkiyeyeke ku pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên demokratîk çareser nekiriye, timî dijminê Kurdan û Elewiyan e û wiha dewam kir, "Em ji bîr nekin, ev dewlet dixwaze qirkirina Kurdan temam bike. Vê dewletê kengî Kurd qebûl kir, wê hingî dest ji wê nêzîkatiya xwe berde ku her kesî bike Tirk-Haneîf-Sûnî. Wê hingî Elewiyan nas bike û dawî li polîtîkaya qirkirinê bê anîn. Di rewşeke bi vî rengî de divê Elewî jî di nava tevgera demokrasiyê ya Tirkiyeyê de weke hêzeke girîng têbikoşe. Divê Elewî piştgiriyê bide gava HDP'ê ya welatîbûna azad û tevlî bibe. Hin daxwazên bingehîn ên pêkhateyên Tevgera Elewî ya Demokratîk hene. Ev daxwazên hevpar dikare Welatîbûna Wekhev jî bixe nava xwe. Bi vî rengî wê bersiv ji êrîşan re bê dayin û encam bê wergirtin."