Xizmên windayan cara 707’an hatin cem hev

Xizmên windayan aqûbeta Osman Buluttekîn ê di sala 1995'an de ji mala xwe ya li nêzî qereqolê hatibû destgîrkirin û careke din agahî jê nehat girtin, pirsîn.

Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 707’emîn de çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizndin” ku her hefte li dar dixin, li ber Birdariya Mafê Jiyanê ya li Parqa Koşûyolûyê ya li navçeya Rezan a Amedê li dar xistin. Di çalakiya ku wêneyên windayan hatin hilgirtin de, vê hefteyê aqûbeta Osman Buluttekîn ê ku di 23'ê Tebaxa 1995'an de ji aliyê 4 kesên çekdar ku xwe weke polîs dan nasîn ji malê hate girtin û careke din agahî jê nehat girtin pirsîn.

Endamê Şaxa Amedê ya Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Firat Akdenîz dema çîroka Bûlûttekîn xwend, diyar kir ku Bûlûttekîn ê li Yeşîlkoya navçeya Qulpê ya Amedê ji dayik bûye, piştî gundê wî ji aliyê leşkeran ve hat şewitandin koçî navenda navçeyê kir. Akdenîz da zanîn ku di şeva 23'ê Tebaxa 1995'an de ji ber pevçûnê ketin û derketina navçeyê hatibû qedexekirin û kesên bi çekên giran ku xwe weke polîs didin nasîn bi ser mala malbata Bûlûttekîn ya ku 100 metre dûrî Qereqola Cendermeyan û Qeymeqamtiya Navçeyê ye de girtin û got: “Bi gotina ‘em ji emniyetê tên û kêmek karê me bi te heye’ Osman Bûlûttekîn bi zorê ji mala wî birin. Di serdegirtinê de kabloyên telefonê yên malê ji aliyê polîsan ve tên birîn. Osman Buluttekin ê 35 salî ku li emniyetê dixebitî bi rengekî ku tenê pîjama li ber kiribû û şimik li pê kiribû, bi darê zorê ji malê birin.”

Akdenîz ku yek ji cîranên ku şahidiya serdegirtina malê kiribû anî ziman ku “Osman Bûlûttekîn li wesayîtekê siwar kirin û birin girekî nêzîk ku ji aliyê polîsan ve wekî noqteya kontrolê tê bikaranîn.” û got malbata wî ya xwest biçe cihê hat diyarkirin lê bi hinceta “herêma qedexe ye” hatin astengkirin.

Akdenîz bi bîr xist ku malbata Osman Bûlûttekîn diyar kiriye ku 3 meh beriya Osman bê wendakirin, piştî salek û 2 mehan ku di girtîgehê de mabû ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê tê berdan, timî li ser telefonê gef lê tê xwarin û malbatê serî li Midûriyeta Emniyetê ya Qulpê û Fermandariya Cendirmeyan daye. Akdenîz ragihand ku li Emniyetê ji dayika Karîban Bûlûttekîn re gotine, “Me negirtiye, lê em soz didin we, em ê wî bibînin.”

Akdenîz diyar kir ku hemû hewldanên malbatê encam negirtine û anî ziman ku piştî dîroka windakirinê careke din ji Osman Bûlûttekîn agahî nehatiye girtin.

Piştî çîrok hate xwendin xizmên windayan çalakiya rûniştinê pêk anîn.