Bayik: Xwedîderketina li Rêber Apo xwedîderketina li azadiyê ye

Cemîl Bayik diyar kir ku dewleta Tirk ji bo ku têkiliya Rêberê Gelê Kurd Ocalan bi gel re qut bike tecrîd giran kir û got, “Xwedîderketina li Rêber Apo, xwedîderketina li azadî, demokrasî, gelan û nirxên mirovahiyê ye.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ku tevlî bernameya taybet a Stêrk Tv bû, li ser rojevê nirxandinên girîng kirin.

Bayik di derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivî û diyar kir ku dewleta Tirk bi sextekariya hiqûqî cezayên dîsîplînê li Rêber Abdullah Ocalan biriye. Bayik anî ziman ku dewleta Tirk tevî hemû zextan jî nikare girêdana di navbera gelê Kurd û Rêber Apo de bişkîne û diyar kir ku fikrên Rêber Apo roj bi roj zêdetir belav dibin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku berpirsyarê hemû komkujiyên li Dîlok û Dêrikê desthilatdariya AKP-MHP'ê ye û wiha got: “Ev qetlîam in, ne qeza ne. Divê gelê me van qatilan ku dema tên sersaxiyê qebûl neke û biqewitîne. Hem wê li her derê gelê me qetil bikin, hem jî wê bên sersaxiyê û gelê me jî wê qebûl bike. Ev ne rast e. Ev rewş berovajî welatparêzî, mirovahî û nirxên exlaqî ye.”

Bayik bal kişand li ser vê yekê ku gerîla li Zap, Avaşîn û Metîna bi zehmetiyên mezin têdikoşe û diyar kir ku divê gelê Kurd piştgiriyê bide gerîla. Bayik bi bîr xist ku dewleta Tirk tevî teknolojiya pêşketî jî li pêşberî gerîla xetimiye û destnîşan kir ku ev şer wê dawî li AKP-MHP'ê bîne.

Hevpeyvîna Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik a bi Stêrk TV re wiha ye:

RÊBER APO DI BIN TECÎD Û ÊŞKENCEYEK PIR GIRAN DE YE, LI GEL VÊ JÎ JI BER KU HÊZEKÎ PIR CUDA YA FIKRÎ, BÎRDOZÎ HEYE NIKARIN DERBAS BIKIN. ROJEV HEMÛ LI TIRKIYEYÊ DI DERBARÊ RÊBER APO DE YE. HÛN VÊ REWŞÊ ÇAWA ŞÎROVE DIKIN?

Di serî de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Strasboûrgê nobet berdewam dike, dîsa Sendîkaya Karkeran a Îngilistan, kampanyayek ji bo vê dane destpêkirin û dimeşînin. Li Tirkiyeyê bi sedan rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend û nivîskaran peyamek derxistin. Li cîhanê jî 70’ê mirovên navdar ên ku tên naskirin û bandorek wan hene, vane siyasetmedar in, rewşenbîr in, nivîskar in û hunermend in ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têdikoşin, bang dikin, li dijî siyaseta dewleta Tirk a qirker disekinin, li dijî şer disekinin û bi vê boneyê ez wan hemûyan silav dikim û hurmetên xwe ji bo wan diyar dikim. Bi rastî karekî pîroz dimeşînin. Ji ber ku xwedî derketina li azadiya Rêber Apo, xwedî derketina li azadiya demokrasiyê ye, xwedî derketina li gelan e û xwedî derketina li nirxê mirovatiyê ye.

Eger niha li ser Rêber Apo tecrîdê dimeşînin û her ku diçe vêya dişidînin, sedemên wê yekê hene. Ne tenê sedemek wê heye, gelek sedemên wê hene. Yek ji Rêber Apo ditirsin, naxwazin Rêber Apo xwe bigihîne gelê Kurd, gelê Tirkiyeyê û mirovahiyê. Ji ber ku Rêber Apo ger xwe bigihijîne gel wê bandorê çêbike, wê di wan de fikrê azadiya demokrasiyê xurt bike û çalakî wê li ser vî esasî xurt bibin. Naxwazin ev yek çêbibe. Ji ber vê yekê her ku diçe tecrîdê dişidînin. Sedema şidandina tecrîdê yek jî, ji ber 24 sal temam dibin. Ango nêzîkî 25 sal e Rêber Apo dîlgirtiye. Qanûnek a Ewropa heye, li gor vê qanûnê pêwîste Tirkiye ji nû ve, li ser girtîbûna Rêber Apo bisekinin. Yanî li ber çavan derbas bike. Heta Rêber Apo ji girtîgehê derbixîne. Ji ber ku li gor qanûnê Ewropa wiha ye. Lê Tirkiye naxwaze Rêber Apo ji girtîgehê derbixîne. Dixwaze heta dawiyê di girtîgehê de dîlbigire û heta dixwaze tune bike. Ji ber ku siyaseta li ser gelê Kurd dimeşîne, siyaseta tunekirinê û qirkirinê ye. Eger tu bixwazî gelekî tune bikî, tu wê Rêberê wê tune bikî. Ew siyaseta ku dimeşîne, di esasê xwe de li ser Rêber Apo dimeşîne. Yanî ji bo wê di aliyê hiqûqî de, tiştên sixte pêş dixin. Yanî dibêjin, sûcê disîplînê jiyan kiriye û li ser hev bi vê hincetê hevdîtin tên qedexekirin. Dixwazin li pêşiya serbest berdanê bigirin. Ji ber ku Ewropa li gor qanûnên xwe heta Îlonê wext daye, divê Tirkiye bersivê bide. Tirkiye jî naxwaze Rêber Apo berde, heta dixwaze îmha bike. Ji bo wê dixwaze pêş li vê ya bigire. Eger ku cezayên sixte pêş dixin û qilifek ê hiqûqî pêş dixin, sedem ew e. Divê gelê me, bi taybet parêzer vê ya baş fêm bikin û li ser vê cidî bisekinin. Yanî ew sixtekariya dewleta Tirk di aliyê hiqûq de pêş dixe, divê vala bêderxistin. Rêyek vekin û têkoşînek pêş bixin. 

Niha dewleta Tirkiyeyê çi dike bila bike, yanî nikare bi vî awayî eleqeya Rêber Apo bi gelê Kurd, bi PKK’ê, bi gerîlayên PKK’ê, bi jin û mirovahiyê qut bike. Ev ne pêkan e. Rêber Apo êdî di dilê mirovan, gelan û bi taybet di dilê jinan de cih girtiye. Ne pêkan e ku ji dilê mirovan, jinan û gelan derbixin. Rêber Apo mezin qezenc kiriye û mezin jî dide qezenckirin. Ji bo wê Tirkiye çiqas bibêje ‘ez ê têkiliya di navbera Rêber Apo û PKK’ê, gerîla, jin, Kurd, gel û mirovahiyê qut bikim’ jî xwe dixapîn e. Ji ber her ku diçe fikrê Rêber Apo, felsefeya Rêber Apo belav dibe, hem di nav Kurdan de û hem jî di nav mirovahiyê de. Her ku diçe gelek ê ku ji bo azadiyê, demokrasiyê û sosyalîzmê têdikoşin li Rêber Apo xwedî derdikevin. Rêber Apo gotibû; ‘Parêznameyên min li kuderê bin, ez li wir im’. Niha parêznameyên Rêber Apo li cîhanê belav bûne. Felsefe û paradîgmaya ku Rêber Apo ji bo mirovahiyê pêş xistî, her ku diçe belav dibe. Her ku diçe her kesek dixwaze ferq bike û xwedî lê derbikeve. Wê çawa pêşî li Rêber Apo bigire? Wê çawa Rêber Apo di nav Kurdan, mirovahî û jin de tune bike? Ev yek ne pêkan e, xwe dixapîne. Ev rastî jî li ber çava ye. Ji bo wê jî divê ji her kesê zêdetir kadroyên vê tevgerê û welatparêz fikrên Rêber Apo zêdetir belav bikin. Çi qas belav bikin, li Rêber Apo xwedî derketin wê xurt bibe. Li Rêber Apo xwedî derketin, li gelê Kurd û azadiya gelê Kurd xwedî derketine. Li dijî faşîzm û qirkirina AKP-MHP’ê sekinîn e, ew têkbirin e. Vaye her diçe jî mezin dibe.

LI DÊRIK Û DÎLOKÊ DI VAN ROJÊN DAWÎ DE KOMKUJÎ PÊK HAT, DIGOTIN QEZA LÊ WEKE KOMKUJIYÊ BÛ. ME DÎMENÊ WÊ JÎ DÎT KU ÇAWA EW WESAYÎTÊN GIRAN Û MEZIN KETIN NAVA GEL. DI DAXUYANIYA WE DE JÎ DERBAS DIBÛ, WE GOT, ‘DIJMINATIYA TIRKIYE YA LI HEMBERÎ GELÊ ME, RÊ LI BER TIŞTÊN WISA VEDIKE.’ HETA ÎDIAYÊN WISAN JÎ KETIN RAGIHANDINÊ KU GOTIN, TIREKÊ SÊYEMÎN JÎ HEBÛ, YANÎ ÇALAKIYEK WEK YA DAÎŞ’Ê EGER YA DUYEMÎN MIROV NE KUŞTIBANA, WÊ YA SÊYEMÎN JÎ XISTIBANA DEWRÊ. HÛN VÊ YEKÊ ÇAWA ŞÎROVE DIKIN?

Tê zanîn ku dewleta Tirk gelê Kurd nas nake û li ser gelê Kurd siyaseta qirkirinê dimeşîne. Desthilatdariya AKP-MHP’ê siyaseta qirkirinê di astên bilind de dimeşîne, vê yekê bi awayek vekirî dike. Eşkere dibêje ku ‘ez ê koka Kurdan bînim.’ Her roj çiqas Kurd qetil dike. Vê yekê her roj di rojname û televîzyonan de jî belav dike. Ne tenê belav dike, kêyfxweşiya xwe jî diyar dike. Yanî di qirkirina Kurd de pêngavan pêş dixe û dixwaze encam jê werbigre. Wisan keyfxweşiya xwe jî ji bo her kesê diyar dike. Dewleta Tirk, desthilatdariya AKP-MHP’ê ne tenê dijminatiya PKK’ê dike, ne tenê dijminatiya Kurdên Bakur dike. Dijminatiya tevahîya Kurdan dike. Yanî dixwaze Kurdan ji holê rake, bi navê Kurd û Kurdistan tiştek di holê de nemîne. Şerê cîhanê yê 3’yemîn jî tê meşandin, vê yekê jî, ji bo xwe şans dibîne. Di vî şerî de dixwaze, ew armanca ku bi salan e li ser Kurdan dimeşîne temam bike. Ji bo wê hemû derfetên Tirkiye yên hundir û derve, xistiye dewrê. Bi temamî qedera xwe girêdayî tunekirina PKK’ê û qirkirina gelê Kurd kiriye. Ji bo ku li ser desthilatdariyê bimîne, dijminatiya li dijî Kurdan bê sînor pêş dixe. Yanî çawa ku DAÎŞ qetlîam dikirin, ev bi gelek şêwazan pêş dixist, dewleta Tirk jî wê dike. Çawa DAÎŞ wesayît, motosîklet diajot ser mirovan û qetlîaman çêdikirin, dewleta Tirk jî vê yekê dike. Yanî li Dîlok û Dêrikê jî qetlîamên mezin çêbûn, ev komkujî ne tesaduf in. Kes nikare bêje ev qeza ne. Ev bi zanabûn pêk tê. Bi vê minasebetê ez mirovên ku li Dîlok û Dêrikê jiyana xwe ji dest dane, di serî de ji bo malbatên wan hemûyan û tevahî gelê me sersaxiyê dixwazim. Ji bo yên birîndar jî şîfaya lezgîn dixwazim. Desthilatdariya AKP-MHP’ê li Dêrik û Dîlokê, bi şêwazê qezayê gelê Kurd dikuje. Li girtîgehan dibêje nexweş bû, mir. Yan qeza bû, mir. Her roj mirovan li girtîgehan dikuje û îdam dike. Ji bo ku kes fêm neke jî, weke din îfade dike.

JIYANÊ JI BO KURDAN JI HOLÊ RADIKE

Dîsa li gelek cihan jin tên kuştin, herî dawî li Qilebanê, Şînowa û dîsa li Amedê bi şêwazekê hovane van kuştinan pêş dixe. Yanî dixwazin jin bi tirsînin û tevgera jin bi sekininîn. Eger ku wiha bi ser jinan de tên, tê wateya ku bi awayek hovane êrîşê jiyanê dikin. Ji ber ku jin, jiyan e. Van qetlîamên ku li ser jinan pêş dixin, ne tesaduf in. Ji ber ku li dijî jin in, li dijî jiyanê ne, li dijî gelê Kurd in û li dijî gelê Tirkiyeyê ne. Weke tê zanîn êrîşê xwezayê Kurdistanê jî dike û daran bi temamî dibirin. Yanî erdnîgariya Kurdistanê, bi temamî tahrîk dikin. Jiyanê ji bo Kurdan ji holê radike. Mesele ne tenê dar birîne, yanî bi vê ya jiyana hemû mirovan û jiyana hemû sewalan ji holê radike. Yanî wisa dikin ku kes nekare li wan deran bijî. Li Başûr, li Perexê mirovên Ereb ê ku çûyîn seyranê qetil kir. Beriya çend rojan li Hesekê çar zarok şehîd xistin, 11 û çendên din birîndar kirin. Ev zarok hemû jî, di şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de dê û bavê xwe winda kiribûn. Bi zanebûn tola DAÎŞ’ê radikin, yanî zarokên wan mirovan jî, ji holê radike. Yanî dibêje ‘dê û bavên we li dijî DAÎŞ’ê şer kir vê ya sûc e, divê hûn jî ji holê rabin.’ Yanî mirov li kuderê binêre, bi navê Kurdan çi heye dike hedef. Ne tenê PKK’ê di hedefa wan de ye. Kurd û Kurdistan li hemû cihan di hedefa wan de ye. Vê siyasetê dimeşîne. Ew qetlîamên li Dîlok û Dêrik jî pêk hatîn, bi temamî AKP-MHP’ê jê berpirsyar e. Vane ne qeza ne, vane qetlîam in, qetlîama Kurdan e. Yanî gelê me divê dema ew kujer hatin sersaxiyê qebûl nekin, wana biqewitînin. Hem dê komkujî pêk bînin û hem jî wê bên sersaxiya wan! Gelê me divê vê yekê ti carî qebûl neke. Ev helwestek ne rast e jî. Di ti taybetmendiyê mirovbûnê, welatparêzî, exlaqî û siyasete jî ev yek nayê qebûlkirin. Bi taybet Sûleyman Soylû yê ku her roj mirovên me dikuje, her roj vê ya radigihîne. Çawa em ê encam bigirin, vê ya diaxivin. Hemû çekan bi kartînin, şerê taybet dimeşînin. Şer nake tê cihê qetlîamê û tê serdana gelê me. Divê ew vê qebûl nekin. Li Kurdistanê dewleta Tirk her roj sûcan dike, yanî tu dikarî her roj serhildanan çêbikî. Ew jina ku li Qilebanê hatî qetilkirin, sedema serhildanê ye. Ya li Amedê sedema serhildanê ye, yê li Perexê sedema serhildanê ye, yê ku li Hesekê pêk hatî sedema serhildanê ye. Dar û ber tên qutkirin sedema serhildanê ye. Yanî ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo her kesê ku dibêje ez girêdayî nirxê mirovahiyê me, ez girêdayî azadî û demokrasiyê me, divê tiştên ku desthilatdariya AKP-MHP’ê dike qebûl nekin û li dijî wê rabin. Eger li dijî wê rabin vane nikarin vê siyasetê bidomînin. Eger ku berdewam dikin, sedema wê ew e ku li dijî siyaseta wan derketinek xurt çênabe. Her kesek tirsandine û her kesek dibêje ez zirarê nebînim. Lê li ber çavaye ku her kesek zirarek mezin dibîne. Ji ber ku dixwazin koka Kurdan bînin. Çawa wê şexs xwe biparêzin? Ev yek ne pêkan e. Ji bo wê divê her kesek hesabê şexsî neke, hesabê azadiyê bike. Hesabê demokrasiyê bike, hesabê welat û gelê xwe bike. Tu caran siyaseta ku li ser wana tê meşandin qebûl nekin û serhildanan bikin, ya rast ew e.

NIHA ÊRÎŞÊN ARTÊŞA DAGIRKER Û QIRKER ÊN LI KURDISTANÊ, BI AWAYEK HERÎ DIJWAR LI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ TÊN BERDEWAMKIRIN, JI BAKUR HETA BAŞÛR LI HEMBERÎ WAN JÎ GERÎLA BERXWEDANEK DESTANÎ DIMEŞÎNE. NIHA LI CIHÊ HERÎ ZÊDE ŞER LÊ GIRAN BÛYÎ ZAP, AVAŞÎN Û METÎNA YE. EZ Ê LI PEY VÊ DE BÎLANÇOYÊ JÎ BIPIRSIM, LÊ NIHA ME DÎMEN DÎTIN DI NAV BÎLANÇOYÊ DE JÎ HEYE JI 1500 CARAN ZÊDETIR ÇEKÊN KÎMYEWÎ BI KAR TÎNIN. WAN JÎ WEKÎ KU BÊ HEMD JÎ DÎMENEKÊ KU KÎMYEWIYÊ BI KAR TÎNIN NÎŞAN DAN, WEKÎ ÎTÎRAFEKÊ BÛ. LI GEL VÊ JÎ NIKARIN SEKN Û BERXWEDANA GERÎLA BIŞKÎNIN. NIHA REWŞA ŞER ÇAWA YE, HÛN ÇAWA DINIRXÎNIN?

 Rêber Apo digot, ‘Teknîka herî mezin mirov bi xwe ye.’ Ji ber ku yê ku hemû teknîkan çêdike û bikar tîne mirov e. Ji bo wê teknîkek mezin, bi mejiyê mirov derdikeve. Niha ew axaftinên Rêber Apo, mirov li Zap, Avaşîn û Metînayê baş dibîne. Dewleta Tirk a qirker hemû çekan bikar tîne. Çekên nukleer, çekên fosfor ên termoborîk ên kîmyewî, balafirên keşfê, her roj 10, 15 balafirên keşifê li ser wê qadê digere. Balafirên bomberdûmanê, helîkopter, tank, top, fuze yanî çi di destê wan de heye hemûyan li dijî gerîla bikar tînin. NATO’yê alîkariyê dike, Barzanî ji her alî ve alîkariyê dike û çeteyan jî bi kar tîne. Her roj van çekan hemûyan bi kar tîne. Lê dîsa jî nikarin encam bigirin. Ev rastî çi dide diyarkirin, yanî gerîla teknîka mezin bi xwe ye. Gerîla ji her alî ve xwe li gor teknîka Tirkiyeyê amade kiriye. Ji bo wê derbên mezin li dewleta Tirk dide. Her roj derban dixwe. Vana wisan plan kiribûn ku yanî wê çend hefteyan de wan herêman bi tevahî bi dest xwe bixin, wê gerîla ji holê rabikin. Plana ku pêş xistin li ser vî esasî bû. Lê îro ji 4 mehan zêdetir, nikare gavekê pêş ve bavêje. Ne ku gerîla ji holê rabikin, ew nikarin gav pêş de bavêjin, xitimîn e. Gelek pirsgirêkan dijîn. Ji bo ku kes fêm neke jî cenazeyên xwe jî bombe dikin, lê di nav gel de jî propagandayên cuda pêş dixe. Çawa derbe li gerîla dixe, çawa dawî li gerîla tîne, şerek bi vî awayî derûnî û taybet jî di meşîne. Ji aliyekê ve jî çawa pêş dikevin, çawa encam digirin, vê propagandayê jî pêş dixin. Li wê derê gelek leşkerên wan dimirin, vane yekê jî eşkere nakin. Pir kêm eşkere dikin, ji ber ku eger vê jî nekin wê gel bi temamî baweriya xwe pê qut bikin. Ji bo baweriyê bi temamî qut nekin, dibêjin hinek leşkerên me mirine. Hejmarek pir kêm tê diyarkirin, yanî hem gel baweriya xwe bi wan qut neke û hem jî bikarin siyaseta xwe bi vî awayî bikin. Ji bo wê gelek kêm dikin, wek din cenazeyên xwe ji holê radikin. Ji bo ku kes nebîne û pê ne hese. Di destê gerîla û hevalan de cenazeyên leşkerên Tirk hene. Hevalan navên wan jî diyarkirin, heta ku her kesek pê bawer bike tiştên wan jî hevalan ragihandin, bang jî kirin gotin bila malbat bên cenazeyên xwe bigirin. Hinek malbatan bersiv jî dan, yanî dewleta Tirk ketiye vê rewşê. Nikarin li cenazeyên xwe jî xwedî derkevin, nikarin eşkere jî bikin. Li ser her tiştî re digire ku kes nezane dewleta Tirk li vir çi jiyan dike. Dewleta Tirk bi temamî xetimiye, têk çûye, winda kiriye. Eger ku ev qas çekên qedexe û hemû teknîkê bi kar tîne, vêya îspata windakirinê ye. Eger ku wek wan gotî di şer de encam bigirtiban, her roj van çekane bi kar nedianî. Vê ya jî rewşa şer diyar dike. Yanî dewleta Tirk di çi rewşê de ye.

GERÎLA DI ŞERTÊN PIR ZEHMET DE VÊ TÊKOŞÎNÊ PÊŞ DIXIN

Ez gerîlayên YJA-Star û HPG’ê pîroz dikim. Bi rastî kerametên gelê Kurd di astên cuda de dijîn, didin jiyandin. Ji bo wê canê xwe didin. Yek canê xwe hene û girêdana xwe bi Rêber Apo, bi şehîdan, bi gel û bi azadiyê hene. Felsefe û îdeolojiya Rêber Apo ji bo xwe esas digirin, aşiqê gel in, aşiqê azadî û demokrasiyê ne, aşiqê xaka xwe ne, aşiqê nirxên mirovahiyê ne û hevaltiyek pir mezin dijîn û bi vê ya li dijî dewleta Tirk disekinin. Qehremantiyên mezin bi vî awayî didin jiyandin. Ji bo wê vana ne tenê qehremanên gelê Kurd in, yên mirovahiyê ne. Ji ber ku vana li dijî faşîzmê, li dijî qirkirinê têdikoşin. Ji wê divê her kesek li gel gerîla yekîtiya xwe xurt bike û çalakiyên xwe jî xurt bike. Ne tenê bar li ser gerîla bihêlin li Zap, Avaşîn û Metînayê bihêlin. Ji xwe evane erkên xwe di astên bilind de pêk tînin. Mînakek wek wê nîne, şerekî pir mezin dimeşîne. Hem jî NATO’yê li pişt dewleta Tirk e ji her alî ve alîkariyê dike, Barzanî li gel e û hemû çekan bikartînin. Li dijî wan qehremantiyên mezin tên nîşandan. Wek tê xwestin divê her kesek wê ruhê ji bo xwe esas bigire, bi vê ruhê li kuderê be erka xwe pêk bîne. Niha çalakî çêdibin, lê vana kêm in. Divê zêdetir çalakî bên kirin, ew hevalên ku li Zap, Metîna û Avaşînê têdikoşin, di şertên pir zehmet de vê têkoşînê pêş dixin. Dibe ku bi rojan xwarinê jî nexwin, dibe ku bi mehan nekarin banyo jî bikin û çekên ku di destê wan de jî heyî, çekên ku tên zanîn in, ne çekên ku wisa pir mezin in. Bi vî şeklî roj û şev li dijî vê teknîkê disekinin, derbên mezin lê dixin. Ji bo wê divê her kesek viya bibîne, evane di wan şertan de vê têkoşînê dimeşînin. Em jî dibêjin em hevalên wan in û erkên xwe pêk neyînin, em li wan ters dikevin. Divê her kesek vêya baş fêm bike. Gerîlayên YJA-Starê û HPG’ê taktîka ku dimeşînin, taktîkek nû ye. Di şerê şoreşger û gerîla de taktîkek nû dimeşînin. Taktîka ku dimeşînin bi temamî li dijî teknîka dewleta Tirk dimeşîne ye. Ji bo wê gerîla derbên mezin lê dide, ji bo wê ew teknîkên wan zêde encam nagirin. Vê ya em nabêjin, lê yên di hêzên taybet ên Tirk de berê kar kirine û hîna hinek kar dikin, hem jî yekê ku di astên bilind de kar kirî çi dibêjin, dibêjin ‘gerîla xwe nû kiriye di gelek aliyan de xwe pir xurt kiriye û em nikarin encam bigirin.’ Vê rastiyê îtîraf dikin. Ji bo wê dibe ku tiştên em dibêjin, hinek mezin bibînin, lê dijmin vêya bi xwe dibêje. Ev tê wê wateyê ku di vir de abarti nîne, di vir de rastiyek heye. Ji bo wê divê her kes vê rastiyê bibîne û li gor wê jî çi erk dikeve ser milê wan, pêk bîne. 

Ez dubare gerîlayên YJA-Star û HPG’ê pîroz dikim. Bi rastî evane qehremantiyek mezin ji bo mirovahiyê pêş dixin, dibin mînak. Her kesek dixwaze wateyekê bide. Çawa dewleta Tirk bi hevkariya Barzaniyan nikare li hemberî gerîla encam bigire û ji gerîla derbên giran dixwin, dixwazin vê ya fêm bikin. Niha taktîka ku gerîla dimeşîne tunel û tîm in, va ye her du hevdû temam dikin. Ji ber ku hev dû temam dikin hem dewleta Tirk derbe dixwe û hem jî teknîk û taktîkên wan. Wek wan plankirî encam nade. Ji bo wê xetimîne. Wê çawa xwe der bixin, li ser vê disekinin. Ji bo dixwazin li hin cihên din şer mezintir bikin, lê di vir de jî nikarin encam bigirin. Her ku dixwazin xwe ji xetimandinê der bixin û encam bigirin  zêdetir dixetimin, zêdetir derban dixwin, zêdetir ber bi ketinê ve diçin. Ji bo wê şerê ku tê meşandin şerekî pir mezin e, ev şer e wê dawiya AKP-MHP’ê bîne. Wextê ku yek li dijî faşîzmê ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşe, divê vê rastiyê ji bo xwe esas bigire û têkoşîna ku gerîla dike, têkoşîna xwe bibîne û li ser vî esasî jî erka xwe pêk bîne. Eger erka xwe pêk bîne, ew desthilatdarî wê têk biçe. Kî dixwaze vê desthilatdariyê li ser piyan bihêle jî bê feyde ye.

WE JÎ BEHSA DİJWARİYA ŞER KİR, GERÎLA BÎLANÇOYEK AŞKERE KİR. EV Bİ SALAN E EM DİŞOPÎNİN. VA Dİ ÇAR MEHAN DE Bİ QASÊ HİNEK SALAN ŞER DİJWAR BÛYE. MÎNAK; 1871 DAGİRKER ROJA BÎLANÇO HATİYE AŞKEREKİRİN, HATİBÛN CEZAKİRİN, VÊGA HERHALDE, NÊZÊ DU HEZARÎ BÛYE. 84 GERÎLA ŞEHÎD BÛNE. 1532 CARAN GAZA KÎMYEWÎ, JEHRÎ HATİYE BİKARANÎN. 5478 CARAN JÎ ÊRÎŞÊN HEWAYÎ ÇÊBÛNE Û EWQAS JÎ YÊN ZÊDETİR JÎ BEJAHÎ ÇÊDİBİN Û Dİ VÎ ŞERÎ DE JÎ HETA VÊGA 7 HELÎKOPTER HATİNE XİSTİN Jİ ALİYÊ GERÎLA VE. Bİ RASTÎ JÎ WEKÎ WE GOT MÎNAKÊN VÊ BELKÎ Dİ CÎHANÊ DE JÎ KÊM BİN. HÛN VÊ ÇAWA ŞÎROVE DİKİN?

Yanî qerargehên me, zaten daîm bîlançoyan didin. Rojane dide. Hefteyê carekê dide. Mehê carekê dide. Du mehan, sê mehan, dawî jî çar mehan bîlanço da. Li vê bîlançoyê, mirov asta şer dikare fam bike. Yanî şerekî çawa tê meşandin, di wî şerî de çi tên jiyîn, di aliyê me de jî û di aliyê dijmin de jî, yanî her kesek dikare, li wan bîlançoyan binihêre, şerê ku tê meşandin, fam bike. Yanî derbên ku dewleta Tirk xwarine pir mezin in. Gerîla jî şehîdên xwe hene. Lê wextê ku mirov, qiyas bike, şehîdên gerîla li gor şerê ku tê meşandin kêm in, ev rastiyek e. Ew jî girêdayê çi ye? Taktîkên ku li dijî taktîk û teknîkên dijmin dimeşînin e, ew encama wê ye. Hem gerîla kêm şehadetan jiyan dike, hem jî derbên mezin li dijmin dixe, teknîkên wan vala derdixe. Yanî mirovahî, bi taybetî yên ku têkoşîna azadiya demokrasiyê dimeşînin, ên bindest dikarin şerê ku niha li Zapê, Metîna, Avaşînê tê meşandin, gelek encaman ji bo xwe werbigirin. Lazim e wek berê şer nekin, têkoşînê nekin, eger wek berê bikin, nikarin netîce wergirin, lê ku li Zapê, Metîna, Avaşîn netîceyan derbixin, li ser wê xwe perwerde bikin, rehet dikarin li dijî dagirkeriyê, desthilatiyê têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê bimeşînin û dikarin netîce jî wergirin, yanî rewş, ne wek rewşa berê ye. Sîstema modernîteya kapîtalîst, di aliyê teknîk-taktîkê de guhartin bi pêş xistin, bi teybetî li dijî gerîla ev bi pêş xistin, gerîla ji quwetê azadiyê derbixin, gerîlayên ku bi navê YJA-STAR, HPG, li Zap, Metîna wan deran şer dikin, di xwe de li gor teknîk û taktîkên dijmin, nûbûn çêkir. Ew taktîkên klasîk ên gerîla êdî nameşin, bo wê, dewleta Tirk, bi alîkariya NATO’yê, bi alîkariya Barzaniyan, hemû çekan jî dişuxulîne, nikare netîce wergire, derbên mezin jî dixwe. Ev, netîceya wê ye. Bo wê mînak e bo her kesekî. Ew hevalên ku li wan qadan şer dikin, ne bi tenê ji bo vê hereketê, ne ji bo gelê Kurd, ji bo tevahî, insaniyetê, mînakan bi pêş dixin. Belkî di şertên pir zor û zehmet de, di nav bêderfetiyan de, vê têkoşîna dimeşînin, lê ew jî bi zanebûn vê têkoşînê dimeşînin, yanî dizanin ku bo PKK’ê, ji bo gelê Kurd, ji bo insaniyetê, ji bo gelên bindest, ji bo jinan, çi dikin baş dizanin. Eger ku di zanebûna wê de nebûna, îradeyeke xurt, hevaltiyeke xurt, têkoşîneke xurt, nedimeşandin. Kes nikare rojekê jî li vê derê bijî, ne ku şer bike. Nikare bijî. Îro gerîlayên YJA-STAR, HPG’ê ji çar mehan zêdetir têkoşîneke bêhempa dimeşînin. Ji bo mirovatiyê, têkoşîneke mînak dimeşînin, ê çawa di wan şertan de, di wan bêderfetiyan de, vê têkoşîna destanî dimeşînin, îdeolojiya Rêber Apo ye, felsefeya Rêber Apo ye û dîsa li ser vî esasî hevaltiyeke xurt bi pêş xistine. Di partîbûna Rêber Apo de, rêgezeke esas heye. Hevaltî. Tu hevaltiyê bijî, mezin jî bide jiyîn, tiştê ku li Zap, Metîna, Avaşîn pêk tê ew e. Ew hevaltiya xurt nebe, îradeya xurt nebe, baweriya xurt bi Rêber Apo, bi xeta Rêber Apo nebe, wer aşiqê azadî û demokrasiya gel, mirovatiyê, erdê xwe nebin, ne mimkûn e, li vê derê vî şerî bimeşînin, nikarin rojekê bile bijin, ji bo wê, gerîla di aliyê xwe de, çi dikeve ser milê wî, pêk tîne. Him jî bi qehremanî pêk tîne, kes nikare di vir de ji bo gerîla tiştekî bibêje a ku ji her kesî tê xwestin çi ye? Ew têkoşîna ku ew di wan şertan de dimeşînin, fam kirin e. Li ser wî esasî jî erkê xwe pêkanîn e.

Niha, tevahî gerîlayên YJA STAR, HPG’ê, ên ku li Metîna, Zap, Avaşîn, di kîjan şertan de, di kîjan îmkansiziyan de, ew têkoşîna destansî ku dimeşînin em dizanin, feqet bi teybetî jî, ên ku di tunelan de dimînin, derdikevin derve derbe li dijmin dixin, mewziyên xwe diparêzin, dîsa dikevin tûnêlan, dijmin gelek teqînan çêdike, gazan diavêje, dawî kepçe anîne, devê şikeftan xerabe dike, dixwaze ku bê nefes bihêle, wan hevalan hemû şehîd bixîne, di wan şertan de, ew heval wesfê xwe yê dîrokî pêk tînin, wesfê xwe ji bo Rêber Apo, ji bo hevaltiyê, ji bo şehîdan, ji bo gel, ji bo insaniyetê pêk tînin. Bo wê jî em ji bo wan hevalan, tek vêya dibêjin; em ê çawa layiqê wan hevalan bibin, em ê çawa wan hevalan, têkoşîna wan hevalan daha bilind bikin. Em li ser vê disekinin, wek îlke li pêş me armancek nîn e, em li wan hevalan dinihêrin, bi rastî em ê çawa layiqê wan hevalan bibin, em bi roj û şev li ser wê, xwe sual dikin, em ji bo wan hevalan, çi bikin jî em nikarin deynê xwe bidin. Em, deyndarê wan hevalan in. Ji ber ku ew wesfekî dîrokî ji bom e, ji bo gelê me, ji bo mirovatiyê pêk tînin, him jî di şertên pir zehmet de, di nav bêderfetiyê de, qehremaniyên mezin pêk tînin. Eger ku ew di wan şertan de, vê qehremaniyê pêk tînin em li derve ne lazim e em daha zêde bi wî ruhî, bi wê îradeyê vê têkoşînê bimeşînin, layiqê wan hevalan bibin, temamî hevalên ku li derve, li ser vê disekinin. Ew bi têkoşîna xwe ruhekî didin me, moralekî didin me. Menewiyata me jî bilind dikin. Ji bo wê em deyndarê wan hevalan in. Bila heval bizanin ku em ê deynê xwe di çi şertan de dibe bila bibe, em ê pêk bînin, em ê li ser wî esasî bimeşin. Bila heval bizanin ku dijmin çiqas propagandayên şerê taybet ê psîkolojîk dimeşîne jî wenda kirine, deha mezin jî wenda bikin. Li ser van esasan careke din ez hemû gerîlayên YJA-STAR, ên HPG’ê pîroz dikim. Mineta xwe ji bo wan diyar dikim. Di van hefteyan dawîn de bûyerên gelek giring qewimîn.

PİŞTÎ CİVÎNA NATO’YÊ Û HEVDÎTİNA ERDOGAN-PÛTÎN A Lİ SOÇİYÊ ÊRÎŞ Lİ SER KURDAN PİR ZÊDE BÛN, DERKETİN ASTEKE JORTİR. HÛN VAN HEVDÎTİNAN, PLAN Û POLÎTÎKAYÊN HÊZÊN NAVNETEWEYÎ YÊN QİRKER DAGİRKER ÇAWA ŞÎROVE DİKİN?

Yanî li Îspanyayê civîna NATO’yê çêbû. Di vê civînê de, ji bo deh salan bernameyek ji bo xwe dan diyarkirin. Endamên nû wergirtin ji bo NATO’yê. Ê, ji bo ku wan endaman wergirin jî daxwazên Tirkiyeyê qebûl kirin. Daxwazên Tirkiyeyê çi ne? Lazim e NATO aliyê Tirkiyeyê bike û Tirkiye li dijî PKK’ê, li dijî Kurdan şerê qirkirinê, tesfiyekirinê dimeşîne. NATO, lazim e alîkariya vê bike li dijî vê nesekine û ji her aliyî ve jî ji bo ku Tirkiye bikare netîce wergire, çekan bide Tirkiyeyê. Tirkiye çi dike jî lazim e kes li dijî wê dernekeve, …. ku hatine wergirtin li ser wî esasî ne, Tirkiye li ser wî esasî jî dimeşe. Quweteke Tirkiyeyê nîn e ku li dijî PKK’ê li dijî Kurdan şer bike, wan tesfiyeyan, qirkirinan bi pêş bixe. Ev him siyaseta nav Tirkiyeyê ye. Siyaeta qirkirinê li Lozanê hat bipêşxistin. Tirkiye jî vê pêk tîne û eger ku Tirkiye hinde di tesfiyeyê de, qirkirinê de israr dike li pişt wê jî alîkariya NATO’yê heye. Ji bo wê israr dike. Ji bo wê vê siyasetê dimeşîne. Bi vê minasebetê banga min ji bo NATO, lazim e nebe şirîkê siyaseta dewleta Tirkiye ya qirkirina Kurdan. Eleqeya xwe bi Tirkiyeyê re dikare bimeşîne lê lazim e bi Tirkiyeyê re li ser Kurdan siyasetê nemeşîne. Di qirkirina Kurdan de alîkariya Tirkiyeyê nekin. Ev sûc e. Tirkiye ku aşkere qirkirinê dimeşîne, dibêje ez ê bimeşînim jî. Her roj jî zaten mînakên wê her kesek dibîne li Bakur li Başûr li Rojava. Eger ku ev wek ku dibêjin işte em demokrasî, azadiyê, mafê mirovan, gelan esas digirin, em edaletê esas digirin, em li dijî dîktatoriyê ne, em li dijî zilmê ne, lazim e alîkariya dewlet Tirkiyeyê nekin, heta li dijî siyaseta Tirkiye ya qirkirinê bisekinin. A ku ji wan tê xwestin ew e. Eger vê nekin, ew tiştên ku dibêjin hemû xapandin in, belkî heta niha Kurd xapandine lê êdî Kurdan nikarin bixapînin. Kurd êdî ne Kurdên berê ne. Kurdan êdî biryar daye ku ji bo xwe bin. Ji bo wê hemû bedel jî dane ber çavan. Lazim e her kesek vê bizane. Kes nikare were li ser Kurdan, ser qirkirina Kurdan li berjewendiyên xwe dewam bike.

Niha li Tehranê civîn çêbû. Tirkiyeyê dixwest ku him Rûsya him Îran daxwazên Tirkiyeyê qebûl bikin li pişt wê bisekinin. Daxwaza Tirkiyeyê çi bû? Tesfiyeya PKK’ê, qirkirina Kurdan. Bi teybetî jî ketina Rojava, dagirkirina cihên nû ye. Zaten ketiye, tê de heye. Feqet Tirkiye dixwaze cihên din jî bi dest xwe bixe. Yanî statuya Rojava ji holê rake ku Kurd li wê nebin xwediyê çi heqî.

AKP-MHP li Tehranê ew xwest, lê ew nehat qebûlkirin. Feqet ev nayê wê maneyê ku di vê civînê de tiştek nehat qebûlkirin. Hinek tişt hatin qebûlkirin. Yanî ku Tirkiye bi Sûriyeyê bikeve eleqatê. Ku Sûriye li Rojava desthilatiya xwe bi pêş bixe. Ji bo wê di aliyê îstixbaratê de, îstixbaratê bidin hevdu, bi hev re kar bikin. Li ser van esasan hinek qerar hatin wergirtin. Feqet daxwaziya Erdogan ne ew bû. Bo wê jî çû Soçiyê, Pûtin dît. Xwest ku li vê zêdetir, hinek tiştan ji Pûtin wergire. Wexta ku ji Soçiyê zivirî ku bê Tirkiyeyê, Erdogan çi got? Got em û Rûsya em ê pêkve li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bisekinin. Em ê pêkve kar bikin. Ev daxuyanî her tiştî dide xuyakirin. Diyar dike li Soçiyê hinek tiştên din jî wergirtine. Yanî Rûsya hinek sozên din dane. Çi ye ew? Piştî Soçiyê pratîka ku tê meşandin li ber çavan e. Mirov dikare jê netîce derbixe. Yanî li ser çi esasî pêk hatine. Gerek e seheya hewayî gotine em ji bo we vedikin. Em nagirin. Ji ber ku gel dibêje bila seheya hewayî bê girtin. Gelek partî û saziyên Rojava jî vê dixwazin. Feqet Rûsyayê gotiye em sehayê nagirin. Çikû di pratîkê de mirov wê dibîne. Eger qerarekî wiha nebûya. Wextê ku Tirkiye di aliyê hewa de êrîş bi pêş xistin, şehadet çêbûn, ew ê sehaya hewayî bigirtana. Em dibînin nagirin, dengê xwe jî nakin. Yanî hûn dikarin bikujin. Hûn çiqas dikarin bikujin, bikujin. Tirkiye jî wê pêk tîne. Di aliyê îstixbaratê de, îstixbaratê pêkve parve dikin. Ev jî diyar e. Ji bo wê Tirkiye piştî Soçiyê hicûm li ser Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê zêde kirin. Li Rojava û Bakurê Sûriyeyê şer tu car nesekiniye. Şer berdewam e û wer îşqal jî nesekinîne. Dagirkerî û êrîş pêkve dimeşin. Eger ku Rûsya ew rê venekirana, Tirkiye nedikarî vê bike. Ev aşkere ye. Tirkiye hinde insanan dikuje. Çi şervan, çi zarok bin, çi jin bin, çi extiyar bin yanî ne tek Kurdan gelên ku li wir dijîn hemûyan, dawiyê mesela yên Asûrî jî hinek kuştin. Ji ber ku dijminê gelan e, dijminê mirovatiyê ye, dijminê demokrasiyê ye. Ji bo wê her kesekî dike hedef. Eger ew rê ji bo wan venekirana nikaribûn ew bikin, Ji van kuştinan, van şehadetan, van qetilaman, him Emerîka him Rûsya berpirs in. Gelê me yê Rojava jî vê dibêje. Dibêjin ew ji van berpirsiyar in. Rast e. Ji bo wê gelê me li dijî van êrîşan gav bi paş de naavêje. Dibêjin em erdê xwe bernadin, heta dawiyê jî bedelê wê çi dibe bila bibe em ê berxwedana xwe bikin. A rast jî ew e. Derveyê berxwedanê çi ji bo gelê me nîn e. Ancax bi berxwedanê dikare bijî. Wekî din derfetên jiyanê nehiştine. Tiştên ku bidin gelê me jî nîn in. Va ye yên ku didin qetilam e, dagirkerî ye, koçberî ye, zilm e, guhartina demografiyê ye. Yanî rakirina ji holê ya Kurdan e. Siyaseta ku di Şerê Cîhanê yê Yekê de bi pêş xist Lozan, resmî kirin dewam dike. Di vê siyasetê de guhartinek nîn e. Heta di wê siyasetê de guhartin çênebe, qirkirina Kurdan wê dewam bike. Lazim e gelê me vê bizane. Ji bo wê li xwe xwedî derkeve. Kesekî wan bide jiyan kirin nîn e. Her kesek mirina wan dixwaze û pêk tîne. Gelê me ji bo wê gerek çi bike  ji bo xwe bike. Baweriya xwe bi xwe hebe. Bo kesekî lazim e hêviyan neke. A rast ew e. Niha diyar e ku siyaseta ku dimeşînin, li ser Sûriyeyê zextê dikin, bi Tirkiyeyê re eleqetê bi pêş bixe. Ji Tirkiyeyê re jixwe gotine bi Sûriyeyê re eleqetê bi pêş bixe. Tirkiye di wî aliyî de gavan diavêje. Lê  eleqeta Sûriye û Tirkiyeyê ne wer rehet bi pêş dikeve, ne wer zû jî bi pêş dikeve. Pirsgirêkên pir mezin hene. Li Idlibê hikûmeta islamî heye. Li pişt wê hikûmetê dewleta Tirkiyeyê heye. Her kes bi vê dizane. Ê çawa pêk bên.

DIVÊ GELÊ KURD ERDÊ XWE TERK NEKIN

Dîsa Tirkiyeyê gelek cih dagir kirine û çete bi çek kirine. Artêşên sexte çêkirine. Ê çawa pêk bên. Yek jî ya tewre muhîm wezîrê Erdogan daxuyaniyek da. Wezîreke jin e. Di ragihandinê de jî gelek nîqaş jî çêbûn. Çi got? 'Got me bi zanebûn gelê Sûriyeyê kişand Tirkiyeyê. Koçberiyeke mezin a bi milyonan me pêk anî. Ji ber ku armanceke me hebû. Ji bo ku em armanca xwe pêk bînin me bi milyonan mirov kişandin. Me ji bo wan xizmet kir. Em ne aşiqê çavên wan bûn yanî ku em bidin jiyîn. Me ji bo wê nekir. Me ji wan gelek feyde dît. Me Ewropa teslîm girt. Me gelek pere jî wergirtin. Me ew li Tirkiyeyê bi erzanî şuxulandin. Me gelek qazanç kir. Me bi wesfê wan hemû kargehên Sûriyeyê anîn Tirkiyeyê. Me ew qezenç kir û me di nav wan de gelek çete bi pêş xistin. Va ye ji bo wan me artêş ava kirin. Em li her cihekî dişuxulînin. Ê niha jî em dixwazin wan careke din li Sûriyeyê bi cih bikin. Him jî mintiqeyên Kurdan. Yanî ku me ew anîn, ku me hinde xizmet ji bo wan bi pêş xistin, ne ku em aşiqê çavên wan bûn ji bo ku em nehêlin li Sûriyeyê Kurd bibin xwedî statu. Ku em pêşiyê li vê bigirin vê ji holê rabikin. Ji bo vê me kir. Niha îşte ku em dixwazin koçberan bişînin jî ji bo wê dixwazin bişînin.' Eşkere got. Ê bi salan e, Emerîka, Ewropa pere dide Tirkiyeyê ji bo wan koçberan. Alîkariya siyaseta Tirkiyeyê dikin, xizmeta qirkirinê dikin. Aşkere got em siyaseta qirkirinê dimeşînin. Ji bo wê me ev penaber anîn. Niha jî em ê cih bi cih bikin. Em ê siyaseta qirkirinê bimeşînin. Ê ew jî bi salan e xizmeta vê dikin. Lazim e vê bibînin.

Dîsa Rojava, gelê Rojava, şervanên Rojava, li dijî DAÎŞ’ê şer kirin. Derba mezin li DAÎŞ’ê dan. Insaniyet ji belayeke mezin xilas kirin. Insaniyet deyndarê Rojava ye. Gelê Kurd e. Feqet em dibînin dewleta Tirk her roj wan miovan dikuje, qetîlaman li ser wan dimeşîne. Dawî zarokên ku li dijî DAÎŞ’ê sekinîbûn, dê û bavên wan şer kirin, şehîd ketin, bê dê û bav man, di dibistanekê de çûn ew şehîd xistin. Lazim e Ewropa, Emerîka vê bibîne. Mirovayetî lazim e vê bibîne û vê qebûl neke. Alîkariya dewleta Tirk nekin. Madî, menewî nebin şirîkê qirkirinê. A ku em dixwazin ew e. Gelê me jî lazim e bizane ku siyaseteke pir gemar li ser wan tê meşandin, niha dixwazin gundan vala bikin, gel koçber bikin, ji bo wê li gundan didin dayîn, li mirovên me didin. Sebeb ew e, kes lazim e bedel çi dibin bila bibin gundê xwe erdê xwe terk nekin. Terk bikin siyaseta dewleta Tirkiyeyê wê pêk bê.

Yek jî dixwazin ê rêveberiya, kadroyan, ji holê rabikin, hereketê wer zeîf bikin ku bikarin li dijî wan çi têkoşîn, şer nebin. Niha vê taktîkê dimeşînin. Yanî him gel zeîf bikin, quwetên leşkerî zeîf bikin, pêşengiyê zeîf bikin ku ew gel nikaribe têkoşîna xwe ya azadiyê bimeşîne, piştre jî mimkûn e hicûmine nû ji bo hinek cihan bi pêş bixin, hinek cihên nû dagir bikin. Ji ber dixwazin ku Erdogan li ser desthilatiyê bimîne. Ê çawa li ser desthilatiyê bimîne? Ancax bi şer, ancax bi kuştina Kurdan, bi qetlîama Kurdan. Gelê me lazim e vê ji bîr neke ji bo wê jî xwe ji her aliyî ve amade bike. Ku kî dijminiyê bike li dijî wî jî têkoşîna xwe bimeşîne. A rast ew e. Ê ku vî gelî bide jiyîn ew e.