HPG: Rêya gerîlatiya serketinê dan ber me

HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir û got, "Fermandarên me yên ku bi ruhê serketinê şer kirin û bi erka pêşengiyê rabûn, rêya gerîlatiya serketinê dan ber me."

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de têkildarî gerîlayên şehîd bûne ev agahî hatin dayin:

"Li herêma Zapê ku li dijî êrîşên dagirkeriyê berxwedaneke destanî heye, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê derba herî giran li dagirkeran dixin. Gerîlayên Kurdistanê bi ruhê fedaî yê Apoyî yê bilind şer dikin, bi dayina berdêlên gelekî giran destketiyên gelê me diparêzin. Ewladên leheng ên gelê Kurd Dogan, Karker û Rojda ku ji herêmên cuda yên Kurdistanê hatin û tevlî nava refên azadiyê bûn, bi vê têgihiştinê li dijî dijmin şer kirin û şehîd bûn. Van hevrêyên me yên hêja ji destpêka êrîşên dagirkeriyê ve bi fedakariyeke mezin têkoşiyan û tevlî gelek çalakiyan bûn, çalakî koordîne kirin ku derbên giran li dijmin hate xistin. Şehadeta van hevrêyên me wê ji bo me bibe hinceta mezinkirina berxwedanê, hilanîna tola wan û bicihanîna armancê wan.

Di serî de malbatên welatparêz ên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne, em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Dogan Jîrkî
Nav paşnav: Vedat Engîn
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Zarîfe-Aydin
Dem û cihê şehadetê: 11'ê Tîrmeha 2022 / Zap

Nasnav: Rojda Kotol
Nav paşnav: Menşûre Mûdîrzade
Cihê jidayikbûnê: Kotol
Dayik-Bav: Hûziye-Behroz
Dem û cihê şehadetê: 12'ê Hezîrana 2022 / Zap

Nasnav: Karker Serbest
Nav paşnav: Beşîr Akbaş
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Fatma-Îsmaîl
Dem û cihê şehadetê: 12'ê Hezîrana 2022 / Zap

DOGAN JÎRKÎ

Hevrêyê me Dogan li Colemêrgê ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz a ji eşîra Jîrkî bi dilsoziya bi nirxên civakî mezin bû. Ji ber welatparêziya eşîr û malbata xwe, têkoşîna azadiyê zû nas kir û çîrokên lehengiyê yên Apoyiyan di dilê wî de cih girt. Hevrêyê me Dogan bi jêhatîbûna xwe bû ciwanekî ku bal dikişand ser xwe. Li dibistanên dewleta Tirk heta lîseyê xwend, lê belê piştî demekê dît ku ev dibistan navendên qirkirinê ne û terikand. Hevrêyê me Dogan jiyaneke bi kedê ji xwe re kir esas û xebitî. Rewşa gelê Kurdistanê ji nêz ve dît, zext û zilm nas kir û di dil û mejiyê xwe de hêrseke mezin li dijî dewleta Tirk a qirker mêtinger mezin kir.

Mîna her Kurdekî bi rûmet û xwedî wijdan, wî jî dît ku ji bo têkoşîna azadî û hebûnê ya gel divê tiştekî bike. Li ser vê bingehê demekê ji bo Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê milîstî kir. Di karê milîstiyê de jî bi wêrekiyeke mezin, bi hunera xwe ya karê îllegal û dilsoziya xwe ya bi gerîla re bala hevrêyên xwe kişand ser xwe û di navbera wan de têkiliyeke xurt çêbû. Xwest ku vê hevrêtiya hêja li çiyayên Kurdistanê timî bijî û veguherîne şêweyekî têkoşînê. Li ser vê bingehê sala 2013'an hat çiyayê Kurdistanê ku careke din jê venegere.

Hevrêyê me Dogan bi kesayetiya xwe ya ji dil, bi coş û baldar, zû hînî jiyana gerîla bû. Diyar kir ku bi tevlîbûna li nava refên PKK'ê wî ziman, xweza, hebûn û xwe nas kir. PKK ji bo hevrê Dogan bû xwegihandina cewhera xwe, çiyayên Kurdistanê jî bû warê vê yekê. Di heman demê de li nava refên PKK'ê rastiya jinê nas kir, bi qalibên nêr ên kevneşop ê di mejiyê mirovan de hesiya, gihîşt wateya hevrêtiyeke azad û rast a bi jinê re. Bi vî rengî di kesayetiya xwe de guhertinên girîng kir. Piştî ku perwerdeya xwe ya destpêkê ya gerîla wergirt, li herêma Metînayê dest bi pratîka gerîlatiyê kir. Piştre jî ji Heftanînê heta bi Zagrosan li gelek qadan gerîlatî kir. Hevrêyê me Dogan bi jêhatîbûna xwe hewl da îdeolojiya Apoyî fêhm bike û bixe meriyetê. Ji bo vê armancê jî li Dibistana Operasyonê tevlî perwerdeyê bû. Hevrêyê me Dogan asta xwe ya pêşketinê bi îstiqrar bilind kir û bû milîtanekî Apoyî. Li ser bingeheke xurt a îdeolojî, di hunera leşkerî de bû hosta û her ku tecrûbe bi dest xist, ber bi fermandariyê ve gavên qewîn avêt. Hevrêyê me Dogan bi cidiyeteke mezin nêzî jiyana şoreşgerî û hunera leşkeriyê bû û zû bû fermandar.

Hevrêyê me Dogan ji milîtaniya Apoyî ber bi fermandariya tîm, ji fermandariya tîm heta fermandariya yekîneyê di gelek astan de wezîfe kir. Bi têgihiştin û fêhmkirina xwe ya bi asteke xurt, xwedî wê hêzê bû ku yên fêhm dike bi hunereke mezin bixe meriyetê. Her karê ku dikir, her berpirsyariya dida ser xwe bi rengekî serketî bi cih anî. Wezîfeyên ku pêwîstî bi bawerî û hesasiyeteke mezin hebû, bi rengekî serketî pêk anî. Hevrêyê me Dogan bi vê hunera mirovî ya bilind û şoreşgerî, di nava hevrêyên xwe de bû fermandarek cihê hezkirinê. Ji bo tecrûbeya xwe ya mezin di akademiya leşkerî de li ser bingeha gerîlatiya modernîteya demokratîk binirxîne, bi hevrêyên xwe re parve bike û taktîka gerîla ya serdema bû bixe pratîkê, kûr bû. Piştî akademiyê taktîka demê kifş kir û bi baweriyeke mezin berê xwe da Zagrosan. Hevrêyê me Dogan li ser bingeha jinûve avabûnê ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, bi baweriya serketina gerîlatiya serketinê tevlî kar bû. Hevrêyê me Dogan bi hemû hêza xwe berê xwe da afirandina gerîlatiya serketinê, ji bo bicihanîna rê û rêbazên gerîlatiya serdema nû gelekî hewl da. Bi vê bawerî û biryardariyê li Zagrosan tevlî pratîkê bû.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê êrîş bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, hevrêyê me Dogan jî tevlî şerê giran bû. Bêyî ku cudahiyê bixe navbera wezîfeyan tevlîbûna li her asta vî şerê pîroz ji bo xwe weke rûmeteke mezin dît. Bi dilnizmî û şerkeriya xwe dihate naskirin û ji fermandariya tîm destpê kir, di pratîkê de heta endametiya fermandariya eyaletê gelek wezîfe bi cih anî. Wezîfeya xwe ya dawî endametiya fermandariya eyalewtê bû ku ev wezîfe jî bi heman cidiyet, bawerî û biryardariyê pêk anî. Li dijî operasyona dagirkeriyê ya ku 14'ê Nîsana 2022'an destpê kir, bi xwe tevlî gelek çalakiyan bû û çalakî bi rengekî serketî bi rê ve bir. Bi sekna xwe, wêrekiya xwe, hevrêtiya xwe ya ji dil bû yek ji fermandarên Apoyî yên bi mînak ên serdema nû. Hevrêyê me Dogan li Zagrosan di şerê giran de bi berxwedaneke destanî şehîd bû. Jiyana gerîla ya 9 salan a hevrêyê me Dogan, pratîka wî ya ji şervaniyê heta bi endametiya fermandariya eyaletê, bû nîşaneya şênber a bandora îdeolojiya Apoyî ya li ser mirovên Kurd. Hevrêyê me Dogan ku gerîlatiya modernîteya demokratîk weke fermandarekî ciwan, bi bawerî, biryar û serketî temsîl kir. Wê ji bo me hevrêyên xwe timî bibe mînak.

ROJDA KOTOL

Hevrêya me Rojda li nava malbateke welatparêz a li navçeya Kotol a bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû ku di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de gelek berdêl daye û her tim xwedî li têkoşînê derketiye. Ji ber welatparêziya malbatê û derdora xwe, tevgera me zû nas kir û sempatiya hevêya me Rojda ya ji bo partiya me PKK'ê jî vê demê destpê kir. Hevrêya me Rojda nirxên exlaqî yên rast ên ji civak û malbata xwe wergirtî, di her kêliya jiyanê de temsîl kir. Zexta rejîmê ya li dijî jinê û tunehesibandina jinê ya li nava civakê, bi hevrêya me Rojda re nakokiyeke mezin afirand. Hevrêya me Rojda şêweyê jiyanê yê ku sîstem ferz dike bi ti awayî qebûl nekir û kete nava lêgerîna li têkoşînê. Sala 2007'an piştî ku xalê wê şehîd ket, hevrêya me Rojda bi bandora vê yekê û hêrsa ji bo hilanîna tolê, biryar da têkoşînê dewam bike. Sala 2008'an tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû.

Ji roja ku tevlî bû û heta şehîd bû, bi têkiliyên hevrêtiyê jiya. Hevrêya me Rojda kîn û nefreta xwe ya li dijî dijmin bi îdeolojiyê re kir yek û xwe xurtir kir. Hevrêya me Rojda li Herêmên Parastinê yên Medyayê li gelek qadan tevlî kar bû û her wezîfe û berpirsyariya xwe bi rengekî serketî bi cih anî. Tevlîbûna wê ya li jiyanê ya bi fedakarî û kedkariyê, kir ku di nava hevrêyên xwe de bê hezkirin. Li ser artêşbûna jinê û taybetmendiyên gerîlatiya profesyonel kûr bû, tevlî perwerdeyên pisporiya leşkerî bû û ev perwerde bi serketî qedand. Weke gerîlayeke ku xwedî taybetmendiyên fermandariyê, li her qadê ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve rê nîşanî hevrêyên xwe da û ew perwerde kir. Hevrêya me Rojda ku bi rola pêşeng a jinê tevlî nava jiyanê bû, bi van taybetmendiyên xwe ji aliyê hevrêyên xwe yên jin û mêr ve her tim hate hezkirin û bû cihê hurmetê. Dilsoziya xwe ya bi Rêbertî û şehîdan re bi xwendin û fêhmkirina Felsefeya Rêbertî hewl da li ser bingeheke îdeolojîk bide rûniştandin û sekna xwe ya li nava jiyanê jî li ser vê esasê bû. Hevrêya me Rojda meşa li ser xeta Zîlan ji bo xwe kir esas û bi van pîvanan tevlî her kêliya jiyanê bû. Li ser xeta YJA Star û PAJK'ê xwe kûr kir û di nava şert û mercên herî zehmet de jî bû milîtanek û fermandareke YJA Starê ya pêşeng. Ji bo Îdeolojiya Azadiya Jinê ya Rêber Apo fêhm bike û bixe meriyetê, gelekî hewl da, ji bo hevrêyên xwe yên jin li ser vê bingehê bigihîne û fermandarên jin biafirîne, pêşengî kir. Bû yek ji wan fermandaran ku li herêma Zapê li refên herî pêş bersiv da êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker. Di gelek çalakiyan de ku bi pêşengiya YJA Starê hatin lidarxistin û derbên giran li dijmin hatin xistin hevrêya me Rojda bi erka pêşengiyê rabû, ala milîtaniya jinê ya pêşeng a PKK'ê heta şehîdbûnê bi serbilindî hilda. Bi sekna xwe ya li nava jiyanê, bi wêrekî û biryardariya xwe ya di şer de bû fermandareke YJA Starê ya serdema nû û milîtaneke mîna a xeta PKK û PAJK'ê. 


KARKER SERBEST

Hevrêyê me Karker li Hezexê, di malbateke welatparêz a ji eşîra Harûnî de û li gundê Bafê hatiye dinê. Vegera tevgera me ya li welat û pêkanîna Pêngava 15’ê Tebaxê bawerî dabû gelê herêmê û ji zû de tevgera Apoyî hembêz kirin. Gelê me yê herêmê ku dizane azadî bê berdêl nabe, bi dehan zarokên leheng û qehreman mezin kirin û rûmeta tevlîbûna Têkoşîna Azadiya Kurdistanê jiya. Ligel gelek polîtîkayên zext û çewisandinê yên dijminê qirker ên mêtînger jî ji welatparêzî û rûmeta xwe tawîz nedan. Piştî her şehadetê tevlîbûnên nû çêkiriye û xwedî li mîrateya xwe derketiye. Ji bo vê jî gundê Bafê bû xwediyê xeleka şehîdan û li nirxên xwe xwedî derketiye û her tim wefadariya xwe ya bi şehîdên xwe re parastiye.

Hevrêyê me Karker ji kevneşopî û kokeke wiha hat ku di zarokatiya xwe de tevgera me nas kir. Hevrêyê me Karker ku xalê wî û apê wî şehîd ketine, bi bîranînên wan mezin bû. Hevrêyê me Karker ê ku heta lîseyê xwendiye, pê dihese ku dibistanên pergala faşîst û dagirker, cihên dûrxistina ciwanên Kurd ji nirxên wan ên bingehîn in. Ji bo vê jî li şûna ku li dibistanên dagirkeran bixwîne, tercîh dike ku di nava têkoşîna azadiya gelê xwe de be û beşdarî xebatên ciwanan dibe. Bi vê xebatê re li ser esasê bîrdozî û felsefeya Rêber Apo dest bi xwe rêxistinkirinê dike. Mîna her ciwanê Kurd ê ku di nava xebatên ciwanan de zane dibe, hevrêyê me Karker jî dibe hedefa rejîma faşîst. Tevî hemû gefên dijmin jî di nirx û têkoşîna xwe de israr dike. Salek di zindanên rejîma faşîst de dimîne. Di dema ku di zindanê de maye, zindan wek qada perwerdeyê bi kar anî, xwe zêdetir pêş xist û zêdetir girêdana wî bi doza hebûn û azadiya gelê Kurdistanê çêbû. Piştî ku ji zindanê derket, demekê bi awayekî aktîf beşdarî xebatan bû û biryar da ku tev li têkoşîna herî dijwar a gerîla bibe.

Hevrêyê me Karker ji bo parastina mîrateya xalê xwe û apê xwe yên di salên 90’î de şehîd ketine û ji bo mezinkirina têkoşîna wan a bi rûmet tevlî nava gerîla bû. Ji destpêkê ve pê hesiya ku PKK’ê Partiya Şehîdan e û her hevrêyekî me yê ji bo azadiyê şehîd ketiye têkoşîna me ya azadiyê berfirehtir dike. Di pêvajoyên piştre de jî li ser vê bingehê tevlêbûna xwe domand. Ji roja ewil ve bi tevlîbûna xwe ya fedaî û bê hesab zehmetiyên jiyana gerîla derbas kir û bi tevlîbûna xwe ya kurt bû mîlîtanek mînak. Hevrêyê me Karker ê ku di jiyanê de hem hîn dibe û hem jî hîn dike, bi nêzîkatiya xwe ya bi rêz a li hember hevrêyên xwe bûye mirovekî hezkirî û rûmet. Hevrêyê me Karker ku ji bo perwerdehiya bîrdozî di jiyanê de pratîk bike, kedeke mezin dide, bi pêşengiya hevrêyên xwe yên jiyanê ji bo bibe fermandarekî gerîla gavên xurt davêje. Di sala 2017’an de li dijî operasyona dagirkeriyê ya artêşa Tirk a dagirker a li ser girê Xeregolê yê Zapê, li eniya şer xwedî roleke girîng bû. Di vê berxwedanê de hevrêyê me Karker ji destê xwe birîndar bû. Hevrêyê me Karker ku birîna xwe ne weke paşveçûnekê lê weke zemîneke mezinkirina têkoşînê dibîne, li qada Zapê bi biryardariyeke mezin û îradeyeke bênavber li ber xwe da. Di çalakiyên li dijî dijmin ên li Zapê de roleke pêşeng lîst. Hevrêyê me Karker ê ku xwe di warê leşkerî de pêş xist, bi ser ket û bû fermandarekî pêşeng.

Herî dawî hevrêyê me Karker ê ku fermandariya yekîneyê dikir, di pêkanîn û pêşxistina taktîkên gerîla yên serdema nû de xwedî kedeke mezin bû. Di wê baweriyê de bû ku doza me ya azadiyê wê bi pratîkkirina gerîla ya serketî bigihêje armancên xwe. Dewleta Tirk a dagirker di salên 2021 û 2022’an de jî di operasyonên dagirkeriyê yên li Qadên Avaşîn û Zapê dabû destpêkirin de, cardin li eniya şer bersiv da dagirkeran û di çalakiyên ku derbeyên giran li dijmin de hatin xistin de cih girt. Hevrêyê me Karker ku timî li ser taktîka lêdana dijmin dihizirî, di pratîkê de bi ser ket. Hevrê Karker ku yek ji fermandarên pêşeng ên berxwedanê ye ku pêşî li pêşdeçûna artêşa Tirk a dagirker li herêma Zapê digire, bi hêza xwe ya lêxistinê, cesaret û biryardariya xwe wê ji bo me her dem bibe mînak û em ê teqez xeyalên wî pêk bînin.

Hevrêyên me Dogan, Rojda û Karker yek ji fermandarên me yên ku li eniya şer li herêma Zapê li dijî operasyona dagirkeriyê ya artêşa Tirk a dagirker ku li qada Zapê dabû destpêkirin û nehiştin dagirker derbas bibine. Bi berxwedaneke dîrokî bersiv dan dijmin û bi ruhê fedayî, hêza xwe ya lêxistinê û cesareta xwe ya bilind derbên herî giran li dijmin xistin. Van fermandarên ku bi ruhê serketinê şer kirin û pêşengtî kirin, rê li ber me vekir ku em bibin gerîlayekî serketî. Em soz didin ku em ê ala hevrêyên me Dogan, Rojda û Karker ji me re hiştine hilgirin û xeyalên Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad pêk bînin."