Li Pîranşarê 2 kasibkar hatin destgîrkirin

Hat hînbûn ku 3 roj beriya niha hêzên Îttîlaatê ya Îranê li bajarê Pîranşarê du kasibkarên Kurd destgîr kirine.

Hate zanîn ku 3 roj beriya niha li bajarê Pîranşar a Rojhilatê Kurdistanê 2 kasibkarên Kurd ên bi navê Kerîm Ebûbekrî (36) û Îsmaîl Ebûbekrî (29) ji aliyê hêzên îdareya Îttîlaatê ya Îranê hatine destgîrkirin.

Her wiha têkildarê her du kasibkarên Kurd ên piştî destgîrkirinê birine girtîgeha bajarê Neqede hatiye gotin ku ji bo bikarin bi awayeke demkî serbest bên berdan divê 3 milyar tûmen pere razînin.

Têkildarê sedemê destgîriya wan ti agahî nehatiye bidestxistin.