HPG: 7 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate rûxandin

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de; 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, çeperek hat rûxandin û dronek jî hate xistin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Gerîlayê Azadiya Kurdistanê bi zanebûna berpirsyariyên xwe yên dîrokî tevdigere û bi berxwedana xwe planên dagirkeran têk dibe, di pozîsyona astengiya herî mezin de ye. Bi nîşandana îradeyeke mezin û dayîna berdêlan, li hemberî her cure êrîşên bêexlaqî yên artêşa Tirk a ku para xwe ji mirovahiyê negirtiye, disekine. Arteşa Tirk di pêvajoya 5 mehan de bi hezaran sûcên şer kirin, gelek teqemeniyên cur bi cûr, bombeyên nukleer ên taktîkî, çekên kîmyewî û hemû amûrên teknîkî di destê xwe de seferber kirin û bi kar anîn, lê nekarî îradeya Apoyî ya qawîm û biryardariya bilind a hêzên me bişkîne.

Di çalakiyên tîmên me yên bi tevger de; 7 dagirker hatin cezakirin, çeperek hat rûxandin û dronek hate xistin. Artêşa Tirk a dagirker; 11 caran bi teqemenî, bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî, 30 caran bi helîkopterên êrîşê, 10 caran bi balafirên şer, bi dehan caran jî bi obus û hawanan Qadên Berxwedanê bombe kiriye. Artêşa Tirk a dagirker bi kepçeyên beran dişkîne û kepçeyan hewl da çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê yên Werxelê û Şikefta Birîndara birûxîne. Di heman demê de li ber çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Werxelê agir berda madeyên plastîk û lastîkên wesayîtan û bera dûmanên jehrê ya jê derdiket arasteyê çeperên şer kir.

Agahiyên li ser çalakî û êrîşên hatine kirin wiha ne;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

26’ê Tebaxê saet 18:50’î li Qada Berxwedanê ya Çemço li dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ve bi pêş ve biçin, bi çekên ferdî û bombeyên destan hatine xistin û derb li wan hatiye xistin.

26’ê Tebaxê di saet 19:20’an de li derdora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Saca bi taktîka sûîqestê li dagirkeran hatiye xistin û dagirkerek hatiye cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

25’ê Tebaxê saet 11.00’an tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Botan a li herêma Ermûş a Xakurkê dane. Di vê çalakiyê de herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate rûxandin.

Êvara 25’ê Tebaxê tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li herêma Girê Karker a Xakurkê dane. Hat diyarkirin ku di vê çalakiyê de 3 dagirker hatine cezakirin.

Di 26’ê Tebaxê de li herêma Girê Şekîf a Xakurkê dronek a dagirkeran ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hate hedefgirtin, xistin û hate îmhakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş de;

Di 26’ê Tebaxê saet 16:30’an de dagirkerên ku xwestin kameraya mobeseyê li derdora çeperên şer ên Qadên Berxwedanê ya Girê Cûdî bi cih bikin, bi taktîka sûîqestê hatin hedefgirtin û dagirkerek hate cezakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî;

Di 26’ê Tebaxê de çeperên şer ên Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Werxelê, Şehîd Adil û Şikefta Birîndara 8 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Di 26’ê Tebaxê de çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Çemço 3 caran bi teqemenî û çekên kîmyewî bi balafirên keşfê hatin bombekirin.

Artêşa Tirk a dagirker ku tevî hemû derfetên xwe yên teknîkî û çekên qedexekirî nekarî berxwedana dîrokî ya hêzên me yên li Qadên Berxwedanê yê Werxelê û Şikefta Birîndara bişkîne, di 26’ê Tebaxê de bi kepçeyan hewl da çeperên şer hilweşîne.

Di 26’ê Tebaxê de dagirkeran li ber çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Werxelê agir berdane madeyên plastîk û lastîkên wesayîtan û berê dûmana jehrî ya jê derdiket arasteyê çeperên şer kirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi obus, hawan, helîkopter û balafirên şer;

Di 26’ê Tebaxê de li Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Cûdî û Girê FM’ê tevgera balafirên keşfê hate dîtin.

Di 26’ê Tebaxê de Qadên Berxwedanê yên Kurojahro, Girê Hakkarî, Girê FM’ê, Girê Amediyê û Girê Cûdî 30 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Di 26 û 27’ê Tebaxê de herêma Golka ya Metîna û Qadên Berxwedanê yên Saca û Sîda 10 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di 26’ê Tebaxê de Qadên Berxwedanê yên Girê Hakkarî û Şehîd Adil û Geliyê Lolanê, Girê Kovî û Şêxzade yên herêma Xakurkê bi dehan caran bi obus û hawanan hatin bombekirin.”