Bikaranîna çekên kîmyewî divê bê cezakirin

Serokê berê yê Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê Îsmaîl Akbulut û siyasetmedar Musa Çîftçî diyar kirin ku divê agahiyên ku dewleta Tirk gelek caran li dijî PKK'ê çekên kîmyewî bikar aniye bê lêkolînkirin û gotin, "Divê bikaranîna çekên kîmyewî bê cezakirin."

Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî gerîlayên PKK’ê nerazîbûn weke li Kurdistanê, li tevahiya cîhanê dewam dike.

Serokê berê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Colemêrgê Îsmaîl Akbulut û siyasetmedar Musa Çîftçî têkildarî bikaranîna madeyên kîmyewî ya dewleta Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî gerîlayên PKK’ê ji ANF’ê re axivîn.

Serokê berê yê Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê Îsmaîl Akbulut, diyar kir ku di şerê 30 salan de li Kurdistanê bikaranîna çekên kîmyewî ne diyardeyeke nû ye. Akbulut, anî ziman ku wê demê weke ÎHD'ê der barê bikaranîna madeyên kîmyewî li herêmên cuda bi taybetî li bejahiya Colemêrgê lêkolînên cuda hebûn û diyar kir ku wan raporên li ser vê yekê beriya niha bi raya giştî re parve kiribûn.

Akbulut bi bîr xist ku wê demê li Geliyê Kazan a navçeya Çelê ya Colemêrgê di encama pevçûneke dijwar de 36 gerîlayan di encama çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dan û wiha got: “Weke parêzvanên mafên mirovan em ên pêşî çûn. Li herêma ku pevçûn lê qewimî, em rastî hinek nîşaneyan hatin, me ev tesbît bi raya giştî re parve kirin. Di wê demê de heyetek ji Zanîngeha Elmanya hat Colemêrgê, li cihê bûyerê tesbîtên xwe kiribû û hinek nîşane ligel xwe birin. Di encama lêkolînan de derket holê ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Li herêma me her tim çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Gerîllayên PKK'ê bi taybetî di dîmen û belgeyên dawîn de parve kirine ku li Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî hatine bikaranîn. 

Wê demê dema me anî ziman ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn, der barê me de biryara destgîrkirinê û girtinê hat dayîn. Tevî ku zext û zordarî hatin kirin jî, ev rastiyek e ku di şerê artêşa Tirk de ya li dijî PKK'ê gelek caran çekên kîmyewî hatine bikaranîn û ev rastî derketiye holê. Dîsa hat dîtin ku di pêvajoya pevçûnên dawî de çekên kîmyewî bikar aniye. Em wisa difikirin ku divê li vir raya giştî ya cidî bê avakirin û hêzên navneteweyî di zûtirîn demê de mudaxele bikin. Divê pispor biçin vê herêmê û cihê sûc lêkolîn bikin. Artêşa Tirk tim çekên kîmyewî bikar tîne, ev sûcê mirovahiyê ye. Divê raya giştî li hemberî bûyerê hesasiyeteke cidî nîşan bide."

DEWLETA TIRK LI HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ DERBÊN GIRAN XWAR

Siyasetmedar Musa Çîftçî diyar kir ku dewleta Tirk ev demeke dirêj e şerê qirêj ê li dijî mirovahiyê dike, hem hiqûqa xwe hem jî hiqûqa navneteweyî binpê dike. Çîftçî, anî ziman ku di demên berê de cînayetên kiryar nediyar, şewitandina gundan, valakirina gundan û înfazên sivîlan hebûn û destnîşan kir ku ev şerê qirêj ê dewleta Tirk derketiye holê û hemû cîhan ji vê yekê agahdar bûye.

Çîftçî diyar kir ku di şerê dawî yê li Herêmên Parastinê yên Medyayê de dewleta Tirk derbên giran xwarin û wiha got: "Berê jî ji ber vê yekê çekên kîmyewî dihatin bikaranîn. Di demên dawî de dewleta Tirk bi taybetî di qada şer de çekên kîmyewî yên gelekî giran bi kar anî. Şerekî dijmirovî pêk anî, hiqûqa cîhanê binpê kir. Delîlên bikaranîna çekên kîmyewî diyar in, bi taybetî jî dewleta Tirk nikare vê înkar bike. Divê rêxistinên navneteweyî werin vir lêkolînê bikin. 

Dewleta Tirk ji bo mijara kîmyewî neyê lêkolînkirin û dengê ku derdikeve biçewsîne, li dijî parêzvanên mafên mirovan êrîşek daye destpêkirin. Bi vî awayî hewl didin sûcên xwe veşêrin. Îro komîsyoneke ku ji aliyê Hikûmeta Navendî ya Iraqê ve hatiye avakirin wê biçe û li wir lêkolînê bike. Divê ji Ewropayê jî heyetek ji bo lêkolînê were vir. Divê ji ber sûcên şer ên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine kirin, bi awayekî herî giran bên darizandin û cezakirin. Ev êrîşeke nemirovî û bêexlaqî ye. Bikaranîna çekên kîmyewî jî li gorî hiqûqa navneteweyî sûc e. Divê kesên ku ev sûc kirine bên cezakirin."

ARMANC DESTKEFTIYÊN KURDAN JI HOLÊ RAKIRINE

Çîftçî diyar kir ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ji bo li ser desthilatdariyê bimîne û di hilbijartinê de winda neke, her cure lîstikên bi xwîn û qirêj dilîze û got, "Ji bo di vê mijarê de destekê ji neteweperestan bigire, li tevahî cîhanê konsepta tasfiyekirina destkeftiyên hemû gelê Kurd xistiye dewrê. Di çarçoveya vê konseptê de li dijî Rojava dest bi êrîşan kir. Li gel ku rêveberiya herî aştiyane ya li Rojhilata Navîn û cîhanê ye jî, Rojava herêmeke ku hemû gel, hemû bawerî û reng di nava aştî û aramiyê de bi hev re dijîn, di bin êrîşên dewleta Tirk de ye.

Her çiqas ti têkiliya êrîşa Taksîmê bi Kurdan re tunebe jî, bloka faşîst a AKP-MHP'ê li ser vê yekê êrîşî Rojava dike û dixwaze destkeftî, îrade û Rêveberiya Xweser a gelê Kurd ji holê rake. Ev êrîş bi tevahî nayên qebûlkirin. Ji bo vê jî timî Başurê bombebaran dike. Ji ber êrîşên dewleta Tirk bi sedan gund hatin valakirin, bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan jî birîndar bûn. Li Rojava gundên Kurdan bi êrîşên hewayî tên bombekirin. Di vê mijarê de ne ji Ewropa û ne jî ji cîhanê qet deng dernayê. Ev yek cesaretê dide dewleta Tirk. Divê hemû dewletên cîhanê bertek nîşanî van pêkanînên dijmirovî yên dewleta Tirk bidin.”