Malbatên girtiyan: Em ê xwedî li girtiyan derkevin

Malbatên girtiyan gotin “Li vî welatî edalet û hiqûq tune. Em ê xwedî li girtiyan derkevin.”

Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ên Amedê ku bi mebesta berdana girtiyên nexweş û girtiyên cezayên wan qediyane dabûn destpêkirin, di roja 387’an de li ber Edliya Amedê berdewam kir. Federasyona Komeleya Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya 78'an, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê Gulistan Atasoy û Zeyad Ceylan, endamên HDP û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Amedê jî ji bo piştevaniya malbatan tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de xwişka girtiyê nexweş Hamdûsena Ada, Reşahat Ada axivî û diyar kir çalakiya wan salek derbas kiriye û ketine sala duyemîn. Reşat Ada got “Bila girtiyên ku cezayê wan qediyane, berdin. Bila li gor heq, hiqûq û edaletê tevbigerin. Bila nexweşên girtî tedawî bikin. Bila bi destên kelepçekirî zarokên me nebin nexweşxaneyê. Zarokên me dema destên wan kelepçekirî be, wê bijîjk çawa tedawiya wan bike? Daxwaza me ew e ku zext û zordarî li ser girtîgehan neyê meşandin. Em vê zilm û zextê tu carî qebûl nakin. Me raporên nexweşên giran ên girtiyan bir Enqereyê. Bila xwedî li zarokên me derbikevin. Bila xwedî li sozên xwe derbikevin. Dema ku mirov soz dide, divê mirov wî sozê bih cih bîne. Li welatekî heke edalet nebe, li wî welatî jiyan jî tuneye. Heke edalet nebe, li wî welatî heq û hiqûq jî tune ye. Em wekhevî, aştî û azadiyê dixwazin. Em dayikên Nobeta Edaletê ne. Em şer naxwazin. Bila tu dayik negirîn. Êdî bes e. Serokkomar êdî bes e, destên xwe ji xwîna Kurdan bikişîne. Ev zilm û şer wê heta ku derê bidome? Wê ev kesên leheng, xwişk û birayên me li ber xwe bidin. Berxwedana wan dê bibe ronahî.”

EMRÊ DAYIKAN LI BER GIRTÎGEHAN DERBAS BÛ

Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Zekî Baran jî anî ziman ku ji destpêkê heta îro êşên herî giran û mezin dayikan kişandine û têkoşîna dayikan ku saleke didome silav kir. Baran, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dayikên Kurd, dayikên ku êşa herî giran jiyane, li ber deriyê hefs û zindanan emrê xwe derbas kirine. Dayik ev zêdetirî salekê ye nobetê digirin. Daxwazên wan, daxwazên mirovî û wijdanî ne. Divê girtî bên tedawîkirin an jî bên berdan. Saziyên lijneyên çavdêriyê ku weke notirvanên AKP-MHP’ê tevdigerin, bi biryarên siyasî nahêlin girtiyên ku cezayê wan qediyane werin berdan. Divê girtî demek beriya demekî bên berdan. Heke rayedaran guh bida dayikan, niha girtî hatibûna berdan. Lê çav û guhên xwe lê girtine. Ji bo piştevaniya bi dayikan re çi ji destê me were em ê bikin.” 

JI MEŞÊN DI 11 Û 12'Ê KANÛNÊ DE BANG HATE KIRIN

Di berdewamê de Baran bal kişand ser meşên ku wê di 11’ê Kanûnê de li Amedê û di 12’ê Kanûnê de li Wanê bên lidarxistin kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev çalakî wê bibin weke fînala çalakiyên dayikan. Di wan rojan de her kesê ji xwe re dibêje ez mirov im, divê tev li meşan bibe. Ji bo ku bi hawara qêrînên dayikan biçin, ji bo ku zilm û zordariya li zindanan bi dawî bibe divê her kes tev li bibe. Em çalakiya dayikan pîroz dikin ku ji bo hemû dayikan têdikoşin. Ev zilm wê bi dawî bibe û gelê mazlum bi bi ser keve.” 

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû.