Taşdemîr: CPT bûye şirîkê sûcê êşkenceyê

Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr anî ziman ku CPT, Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekîtiya Ewropa (YE) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi erêkirina tecrîd û êşkenceya li Îmraliyê bûne şirîkê vî sûcî.

Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr têkildarî sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê û helwesta saziyên hiqûqî yên navneteweyî yên li dijî êşkenceya tecrîdê ji ANF'ê re axivî.

Taşdemîr anî ziman ku sîstema tecrîdê ya Îmraliyê bi hevkariya NY, YE, DMME, CPT dewam dike û got, "Îmrali li dijî hiqûqa Tirkiyeyê û navneteweyî ye. Ya rast, sîstemeke li dijî hiqûqê û kêfî ye. Lewma bêdengiya van saziyan nîşaneya piştgiriyeke wan a neyekser e. Hiqûq bi rengekî şênber tê binpêkirin. Wezareta Edaletê êşkenceyê li girtî û hikumxwarên li Tirkiyeyê dike. Mewzûatên hiqûqa navneteweyî bi cih nayên anîn. Pêvajoyeke bêhiqûqî dewam dike. Lewma em qala sîstemeke welê dikin ku ji aliyê hikumetê, ji aliyê hêzên navneteweyî ve hatiye avakirin."

Taşdemîr bi bîr xist ku CPT ragihand ku hatiye Tirkiyeyê lê belê xwe nade ber dayina daxuyaniyê û got, "Daxuyaniyekê nade, raporê pêşkêş nake. Têkildarî rejîma heyî ya tecrîdê ne erênî ne jî neyînî îzahatekê nake. Divê zextê li hikumeta heyî bike, lê vê jî nake. Rewşeke veşartî heye. Îmrali girtîgeheke ji rêzê nîne, Birêz Ocalan jî girtiyekî ji rêzê nîne. Rewşeke ku eleqeya xwe bi bûyerên konjonkturî heye û em nêzîkatiya li pirsgirêka Kurd ji vir jî dibînin. Eşkere ye ku ketiye bin bandora dewletên serwer. Li holê wateya mafên mirovan, hiqûqa gerdûnî nemaye. Ev nirx dibin qurbanê daxwazên dewletan. Em vê yekê bi sîstema Îmraliyê bi şênberî dibînin. Weke partî di vê mijarê de em serlêdanan dikin. Hewldanên me jî di vê der barê de çêbûn. Hewldanên me yên ji bo bidawîkirina tecrîdê wê dewam bikin."