Deriyê edaletê 640 roj in ji bo malbata Şenyaşar girtiye

Malbata Şenyaşar ku li Rihayê çalakiya Nobeta Edaletê didomîne diyar kir ku 640 roj in deriyê edaletê li ser wan hatiye girtin.

Xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û darizandin, di 9’ê Adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin.

Malbata Şenyaşar di roja 640’an a Nobeta Edaletê de ji mala xwe ya Pirsûsê hatin li ber deriyê edliyeyê.

Malbatê li ser hesaba xwe ya medya dijîtal wiha got: “Wezareta Edaletê ku dibêje deriyê edliyeyê deriyê edaletê ye li ku derê ye. Dayikek 640 roj in li ber deriyê Qesra Edaletê ya Rihayê li benda edaletê ye.”